Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan

  • rojane
  • 15:58 21 Hezîran 2022
  • |
img
ÊLIH - Rêveberên HDP’ê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan û diyar kirin ku dixwazin bîra kurd ji holê bê rakirin û ew bi Plana Şerqê ya Islahatê ya nûjenkirî re rûbirû ne. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Êihê têkildarî rakirina peykerê helbestvanê kurd Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em daxuyanî da û bertek nîşan da. Daxuyanî li ber avahiya HDP’a Êlihê hat lidarxistin. Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Ewilî Hevşaredar Mehmet Demîr axivî û destnîşan kir ku qeyûmê ku xwe dispêre paradigmaya netew dewletê di çarçoveya Palana Şerqê ya Islahatê de netewek homojen biafirîne û nirxên kurdan bêqîmet bike û êrişî nirxê wan dike. 
 
YEK ZIMAN, YEK NETEW, YEK DÎN 
 
Piştre Hevşaredar Songul Korkmaz daxuyanî xwend û wiha got: “Qeyûmê rejîma faşîst a ku şaredariya HDP’ê ji holê radike û li dijî paradîgmaya HDP’ê ya neteweya demokratik a pirzimanî û cihêrengiya çandî wek dewlemendî dibîne, dixwaze feraseta netewe-dewleta faşîst a li ser bingehê yek ziman, yek ol, yek netewe bixe meriyete. Ev hişmendî bi armanca têkbirina dîrok, çand û hafizeya gelên din bi taybetî jî ya kurdan li ser kar e.  Pergaleke ku armanca wê ew e ku folklor, çand, dîrok, huner, ziman, rewşenbîr, pêşeng û lehengên kurdan ji bîra kolektîf a ku bi rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hatine afirandin ji holê rake.” 
 
REJÎMA DESTESERKIRINA ÎRADEYA KURDAN 
 
Korkmaz da zanîn ku ev rejîma desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî kurdan dide meşandin, nîşaneya zelal a têkiliya dagirker û dijminane ye û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê de em tayînkirina qeyûman, desteserkirina şaredariyan wek îradeya xwe nabînin. Em vê wek sepanek van rojan nabînin. Paşxaneya van sepanan pir îdeolojîk, dîrokî û demdirêj e. Berdewamiya polîtîkaya kevneşopî ya li dijî gelê kurd e. Ev feraseta faşîst bi xesarê dide peykerên rewşenbîrên kurd û ji holê radike. Ev bêtehamuliya li dijî rewşenbîr û kesayetên gelê kurd e.”
 
‘PEYKER HATIN ŞIKANDIN’ 
 
Korkmaz bal kişand ser êrişên li dijî nirxên kurdan ku zêde bûne û wiha dewam kir: “Yen ku duh li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanê şikandin û rakirin, li Sêrtê navê Celadet Elî Bedîrxan ji ser tabelayê rakir û hilweşand, îro jî li Êlihê peykerê Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em a Batmanê rakir. Navê rewşenbîrên kurd ji kolan û cadeyan radikin û navê mîna ‘Karabag’ li park û cadeyên Êlihê tê kirin. Li Amedê navê Devlet Bahçelî li parkan dikin. 
 
‘PEYKER DÎSA BICIH BIKIN’ 
 
Vê betahamuliya li dijî kurdan gihîştiye qonaxek wisa ku konserên hunermendên kurd û nîşandana şanoyên kurdî qedexe dike. Li şaredariyên di bin banê qeyûman de cih nadin folklor, çand û zimanê kurdî. Bi kurt û kurmancî her tiştên aydê kurdan tune dikin, bîra kurdan qir dikin û bênirx dihêlin. Ev jî nîşaneya nûjenkirina Plana Şerqê ya Islahatê ye û em ferasetek wiha faşîst re rûbirû ne. Em vê ferasetê şermezar dikin. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê vê ferasete qebûl nekin. Em ê her li dijî wê têbikoşin û bi awayek biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Em gazî qeyûmê Batmanê dikin û dixwazin ku peykerê helbestvan û rewşenbîrê kurd Cegerxwîn tavilê li cihê wî bicih bike. Em gazî gelê xwe jî dikin ku li dijî vê bêhurmetiyê bi hestiyar tevbigere.” 
 
 
 

Sernavên din

22/06/2022
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin