Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan 2022-06-21 15:58:38   ÊLIH - Rêveberên HDP’ê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan û diyar kirin ku dixwazin bîra kurd ji holê bê rakirin û ew bi Plana Şerqê ya Islahatê ya nûjenkirî re rûbirû ne.    Rêxistina HDP’ê ya Êihê têkildarî rakirina peykerê helbestvanê kurd Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em daxuyanî da û bertek nîşan da. Daxuyanî li ber avahiya HDP’a Êlihê hat lidarxistin. Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn.    Ewilî Hevşaredar Mehmet Demîr axivî û destnîşan kir ku qeyûmê ku xwe dispêre paradigmaya netew dewletê di çarçoveya Palana Şerqê ya Islahatê de netewek homojen biafirîne û nirxên kurdan bêqîmet bike û êrişî nirxê wan dike.    YEK ZIMAN, YEK NETEW, YEK DÎN    Piştre Hevşaredar Songul Korkmaz daxuyanî xwend û wiha got: “Qeyûmê rejîma faşîst a ku şaredariya HDP’ê ji holê radike û li dijî paradîgmaya HDP’ê ya neteweya demokratik a pirzimanî û cihêrengiya çandî wek dewlemendî dibîne, dixwaze feraseta netewe-dewleta faşîst a li ser bingehê yek ziman, yek ol, yek netewe bixe meriyete. Ev hişmendî bi armanca têkbirina dîrok, çand û hafizeya gelên din bi taybetî jî ya kurdan li ser kar e.  Pergaleke ku armanca wê ew e ku folklor, çand, dîrok, huner, ziman, rewşenbîr, pêşeng û lehengên kurdan ji bîra kolektîf a ku bi rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hatine afirandin ji holê rake.”    REJÎMA DESTESERKIRINA ÎRADEYA KURDAN    Korkmaz da zanîn ku ev rejîma desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî kurdan dide meşandin, nîşaneya zelal a têkiliya dagirker û dijminane ye û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê de em tayînkirina qeyûman, desteserkirina şaredariyan wek îradeya xwe nabînin. Em vê wek sepanek van rojan nabînin. Paşxaneya van sepanan pir îdeolojîk, dîrokî û demdirêj e. Berdewamiya polîtîkaya kevneşopî ya li dijî gelê kurd e. Ev feraseta faşîst bi xesarê dide peykerên rewşenbîrên kurd û ji holê radike. Ev bêtehamuliya li dijî rewşenbîr û kesayetên gelê kurd e.”   ‘PEYKER HATIN ŞIKANDIN’    Korkmaz bal kişand ser êrişên li dijî nirxên kurdan ku zêde bûne û wiha dewam kir: “Yen ku duh li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanê şikandin û rakirin, li Sêrtê navê Celadet Elî Bedîrxan ji ser tabelayê rakir û hilweşand, îro jî li Êlihê peykerê Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em a Batmanê rakir. Navê rewşenbîrên kurd ji kolan û cadeyan radikin û navê mîna ‘Karabag’ li park û cadeyên Êlihê tê kirin. Li Amedê navê Devlet Bahçelî li parkan dikin.    ‘PEYKER DÎSA BICIH BIKIN’    Vê betahamuliya li dijî kurdan gihîştiye qonaxek wisa ku konserên hunermendên kurd û nîşandana şanoyên kurdî qedexe dike. Li şaredariyên di bin banê qeyûman de cih nadin folklor, çand û zimanê kurdî. Bi kurt û kurmancî her tiştên aydê kurdan tune dikin, bîra kurdan qir dikin û bênirx dihêlin. Ev jî nîşaneya nûjenkirina Plana Şerqê ya Islahatê ye û em ferasetek wiha faşîst re rûbirû ne. Em vê ferasetê şermezar dikin. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê vê ferasete qebûl nekin. Em ê her li dijî wê têbikoşin û bi awayek biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Em gazî qeyûmê Batmanê dikin û dixwazin ku peykerê helbestvan û rewşenbîrê kurd Cegerxwîn tavilê li cihê wî bicih bike. Em gazî gelê xwe jî dikin ku li dijî vê bêhurmetiyê bi hestiyar tevbigere.”