Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye

  • rojane
  • 16:07 16 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin, bi "naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê" hatin sûcdarkirin
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de Serokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen binçav kir û 8 rojan li emniyetê girtin. 
 
16 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN
 
Duh hemû rojnamegeran derxistin edliyeya Amedê û ji wan Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Orûç, Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Rojnameger Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Hat hînbûn ku dosya biryara sînordarkirinê li ser didome, bi îfadeyên Kezîban Kûday ku li Êlihê 11 jin û li Amedê jî 12 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê li ser îfadeyên wê hatibûn girtin, hatiye amedekirin. Di dosayê de îfadeyên Kûday ên mîna saziyên rojnameger li wan dixebitin ji televîzyonên kurdan re dixebitin, hevpeyvînên rêveberên rêxistinên weke talîmat qebûl dikin û bi vî awayî rojevê çêdikin kirine hinceta lêpirsînê. Her wiha îfadeyên şahidên nepen û aşkera yên di di navbera salên 2009 û 2022'yan de ku tu eleqeya xwe bi lêpirsîna tê meşandin re tuneye jî di dosyayê de cih digirin. Di dosyayê de îfadeyên şahidên nepen ên bi navê Ezel û Fîrar yên têkildarî bi hezaran kesên ku di çapameniya kurd, siyaset, çand û xebatên jinan de cigirin jî cih digirin. Di dosyaya lêpirsînê de hewl tê dayîn ku çapameniya kurd weke çapameniya "KCK'ê" bê pênasekirin. 
 
Di dosyayê de tê angaştkirin ku rojnamegerên kurd hevpeyvînên rêveberên KCK'ê weke talîmat qebûl dikin û li gorî vê bernameyan çêdikin. Dîsa weke operasyona ku di sala 2009'an de di bin navê "KCK'ê" de li dijî rojnamegerên kurd hatibû kirin de di dosyayê de "çêkirina nûçeyên rabûna balefiran a ji Amedê" jî bûye mijara sûcdarkirinê. 
 
DOZGER KET NAVEROKA NÛÇEYÊ
 
Li dozgeriyê, rojnameger ji ber naveroka bernameyên ku çekirine hatin lêpirsînkirin. Dozger, ji rojnamegeran derbarê "naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê" de û ji rojnamegerên ku qameramanî kirine jî şîrketên lê dixebitin û bernameyên bi kîjan rengî çê kirine pirs kiriye.  
 
PIRSA NÛDEM DÛRAK
 
Li dozgeriyê, ji rojnameger Elîf Ungur bernameya derbarê kampanya piştgiriya hunermenda kurd Nûda Dûrak hat pirsîn û sûcdarî lê hat kirin. Dîsa, ji ber di bernameya ku çêkiriyê de cih daye dîmenên bajarê Qamişlo ku kurdên Rojava lê dijîn, sûcdariya herêma "YPG'ê li Ungur hatiye kirin. 
 
SÛCDARIYA NOBETA EDALETÊ
 
Ji Edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk jî pirsa ku Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin şopandiye ya na hatiye pirsîn. 
 
HEVDÎTINÊN BI TELEFONÊ
 
Ji rojnameger Lezgîn Akdenîz jî hevdîtinên ku bi rêya telefonê bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kiriye û bernameya ku derbarê malbatên kesên di salên 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine windakirin hatin pirsîn.
 
'ÇAVDÊRÎ' PIRSÎN 
 
Ji rojnameger Mehmet Elî Ertaş jî bernameya "Çavdêrî" hat pirsîn. 
 
BERNAMEYAN KIRIN MIJARA SÛC
 
Ji rojnameger Omer Çelîk jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan, pişaftin û êrişên li dijî kurdî ku bernameya "Amed'den Bakış" de daye nîqaşkirin hatin pirsîn. 
 
Li dozgeriyê ev pirs ji rojnamegeran hatine kirin û Dadgeha Ceza ya Silhê biryara girtinê da jî biryara xwe li gorî îfadeyên Kezîban Kûday çêkiriye. Di hinceta girtina rojnamegeran de hatiye angaştkirin ku rojnameger rêxistinên ji tevgerên Artêşa Tirk agahdar dikin, peznê çalakiyên tundiyê yên rêxistinê didid û didine hewesandin. Di hinceta girtinê her wiha hatiye angaştkirin ku rêvebrên KCK'ê di bin navê "hevpeyvînê" de talîmat didin endamên rêxistinê û rojnameger jî van mijaran dikin rojev.
 
 MA / Mujdat Can 
 
 
 

Sernavên din

17/06/2022
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’
16:49 Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin
16:45 Fezlekeya derheqê Aydenîz de şandin Wezareta Edaletê
16:39 Kesên ji ber tîşortê biDemîrtaş hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:38 Ji bo girtiyên siyasî bikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
16:21 Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir
16:13 Li Qilebanê zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da
16:07 Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye
16:06 Beştaş bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû
15:58 Bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ cezayê hefsê dan birayê Medenî Yildirim
15:46 Girtina rojnamevanan hat protestokirin: Wê têkoşîna me berdewam bike
15:19 Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin
15:18 Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan
14:43 Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû
14:39 Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên dan: Rojnamegerî ne sûc e
14:28 Girtina rojnamegeran li Îzmîrê hate protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
14:25 Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e
13:56 Li bejahiya Licê operasyona leşkerî dest pê kir
13:51 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
13:48 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin
13:43 MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin
13:23 Ceza li rojnameger Aslan hat birîn
13:17 Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye
13:10 Di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerek hate kuştin
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt