Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye 2022-06-16 16:07:34   AMED - Rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin, bi "naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê" hatin sûcdarkirin   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de Serokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen binçav kir û 8 rojan li emniyetê girtin.    16 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN   Duh hemû rojnamegeran derxistin edliyeya Amedê û ji wan Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Orûç, Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Rojnameger Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Hat hînbûn ku dosya biryara sînordarkirinê li ser didome, bi îfadeyên Kezîban Kûday ku li Êlihê 11 jin û li Amedê jî 12 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê li ser îfadeyên wê hatibûn girtin, hatiye amedekirin. Di dosayê de îfadeyên Kûday ên mîna saziyên rojnameger li wan dixebitin ji televîzyonên kurdan re dixebitin, hevpeyvînên rêveberên rêxistinên weke talîmat qebûl dikin û bi vî awayî rojevê çêdikin kirine hinceta lêpirsînê. Her wiha îfadeyên şahidên nepen û aşkera yên di di navbera salên 2009 û 2022'yan de ku tu eleqeya xwe bi lêpirsîna tê meşandin re tuneye jî di dosyayê de cih digirin. Di dosyayê de îfadeyên şahidên nepen ên bi navê Ezel û Fîrar yên têkildarî bi hezaran kesên ku di çapameniya kurd, siyaset, çand û xebatên jinan de cigirin jî cih digirin. Di dosyaya lêpirsînê de hewl tê dayîn ku çapameniya kurd weke çapameniya "KCK'ê" bê pênasekirin.    Di dosyayê de tê angaştkirin ku rojnamegerên kurd hevpeyvînên rêveberên KCK'ê weke talîmat qebûl dikin û li gorî vê bernameyan çêdikin. Dîsa weke operasyona ku di sala 2009'an de di bin navê "KCK'ê" de li dijî rojnamegerên kurd hatibû kirin de di dosyayê de "çêkirina nûçeyên rabûna balefiran a ji Amedê" jî bûye mijara sûcdarkirinê.    DOZGER KET NAVEROKA NÛÇEYÊ   Li dozgeriyê, rojnameger ji ber naveroka bernameyên ku çekirine hatin lêpirsînkirin. Dozger, ji rojnamegeran derbarê "naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê" de û ji rojnamegerên ku qameramanî kirine jî şîrketên lê dixebitin û bernameyên bi kîjan rengî çê kirine pirs kiriye.     PIRSA NÛDEM DÛRAK   Li dozgeriyê, ji rojnameger Elîf Ungur bernameya derbarê kampanya piştgiriya hunermenda kurd Nûda Dûrak hat pirsîn û sûcdarî lê hat kirin. Dîsa, ji ber di bernameya ku çêkiriyê de cih daye dîmenên bajarê Qamişlo ku kurdên Rojava lê dijîn, sûcdariya herêma "YPG'ê li Ungur hatiye kirin.    SÛCDARIYA NOBETA EDALETÊ   Ji Edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk jî pirsa ku Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin şopandiye ya na hatiye pirsîn.    HEVDÎTINÊN BI TELEFONÊ   Ji rojnameger Lezgîn Akdenîz jî hevdîtinên ku bi rêya telefonê bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kiriye û bernameya ku derbarê malbatên kesên di salên 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine windakirin hatin pirsîn.   'ÇAVDÊRÎ' PIRSÎN    Ji rojnameger Mehmet Elî Ertaş jî bernameya "Çavdêrî" hat pirsîn.    BERNAMEYAN KIRIN MIJARA SÛC   Ji rojnameger Omer Çelîk jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan, pişaftin û êrişên li dijî kurdî ku bernameya "Amed'den Bakış" de daye nîqaşkirin hatin pirsîn.    Li dozgeriyê ev pirs ji rojnamegeran hatine kirin û Dadgeha Ceza ya Silhê biryara girtinê da jî biryara xwe li gorî îfadeyên Kezîban Kûday çêkiriye. Di hinceta girtina rojnamegeran de hatiye angaştkirin ku rojnameger rêxistinên ji tevgerên Artêşa Tirk agahdar dikin, peznê çalakiyên tundiyê yên rêxistinê didid û didine hewesandin. Di hinceta girtinê her wiha hatiye angaştkirin ku rêvebrên KCK'ê di bin navê "hevpeyvînê" de talîmat didin endamên rêxistinê û rojnameger jî van mijaran dikin rojev.    MA / Mujdat Can