MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin

  • rojane
  • 13:43 16 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hatiye kirin û wiha got: “Em ji tevahiya dinyayê re radigihînin ku em ê heta Şengaleke azad û xweser têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) têkildarî êrişa bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) a li dijî Meclisa Gel a Sinûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di encama êrişa duh a bi SÎHA’yan a li dijî Şengalê de zarokê 12 salî Selah Xidir Naso hate qetilkirin. MXDŞ’ê da zanîn ku senaryoyên piştî vê êrişê ji hêla Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatine amadekirin. 
 
MXŞD’ê da zanîn ku di êrişa duh de zarokeke 12 salî hatiye qetilkirin û yek jê giran bi giştî 7 kes jî birîndar bûne. Bi domdarî MXŞD’ê daxuyand ku êriş û bûyerên piştî êrişê ji hêla PDK’ê ve hatine amadekirin û senaryoyên PDK’ê yên li dijî Şengalê berdewam in. MXŞD’ê bal kişand ser planên metirsîdar ên li ser Şengalê û wiha domand: “Hin kesên şengalî ku nêzî PDK’ê ne û li Hewlêrê bi MÎT’ê re hevdîtin kirine, li ser provakasyonên li Şengalê nîqaş kirin.” 
 
‘PDK BI MÎT’Ê RE DI NAVA PLANÊN QIRÊJÎ DE YE’
 
Di berdewamê de MXDŞ’ê sersaxî ji malbata kesên hatine qetilkirin xwest û şîfaya xêrê bo birîndaran hêvî kir. MXDŞ’ê da zanîn ku di serî de Tirkiye û hevalbendên wan, li dijî Şengalê ketine nava planên qirêjî û ev agahî dan: “Dixwazin civaka me bêîrade bihêlin û destkeftiyên me tune bikin. Li ser vî esasî jî bi hevkariya hin kesên di nava hikûmet û artêşa Iraqê de, her wiha bi hevkariya PDK’ê van planan dimeşînin. Piştî ku civaka me rê li ber tevlihevî û planên qirêjî girtî, niha jî dixwazin bi şêwazekî din van planên xwe li ser civaka me ferz bikin. Ji bo vê jî dezgehên Parastinê yên PDK’ê bi MÎT’ê re ketiye nava hewldanên qirêjî û zextê li gelê me dikin. Bi rêyên cuda gefan li malbatên me yên welatparêz û pêşengan dixwin. Bi vê yekê dixwazin ku gel dev ji mafê xwe yê rewa, sazî û dozgerên xwe berd. Lê dê nekarin bi ser kevin.” 
 
‘MECLISA GEL BI ZANEBÛN HEDEF DIGIRIN’ 
 
Bi domdarî MXŞD’ê bal kişand ser êrişa li dijî Meclisa Gel a Sinûnê û wiha pê de çû: “Ev êrişeke plankirî ye. Meclisa me bi zanebûn hatiye hedefgirtin. Sedema wê jî ew e ku gelê me xwedî li meclisê derdiket, pirsgirêkên xwe li wir çareser dikirin û karên xwe li wir berdewam dikirin. Bi zanebûn gelê me hedef digirin. Bi hevkariya PDK’ê dixwazin Şengalê vala bikin û ji rêveberiya xweser dûr bixin. Jixwe Peymana 9’ê Cotmehê jî li ser vî esasî hate mohrkirin. Plana vê êrişê û hewldanên piştî êrişê ji hêla PDK’ê ve hatibûn amadekirin.” 
 
‘PDK’Ê JI BO ŞENGALÊ BI MÎT’Ê RE HEVDÎTIN KIR’
 
MXŞD’ê bal kişand ser planên metirsîdar ên li ser Şengalê û daxuyanî wiha qedand: “Kesên bi eslê xwe ji Şengalê û nêzî PDK’ê, li Hewlêrê bi Parastin û MÎT’ê re hevdîtin kirin. Di vê civînê de li ser Şengalê planên nû çêkirin. Senaryoya wan piştî êrişa li ser Sinûnê jî berdewam dike. Çend kesên kirêgirtî ku xwe weke berpirsên êzdiyan dibînin û nêzî PDK’ê ne, hewldan vê êrişê berevajî nîşan bidin, provakasyona derxînin, berê civaka me bidin hev û rê li ber êrişên nû vekin. Lê bi saya hewldanên rêveberiya xweser û gel, ev provakasyon vala derketin. Lê belê divê gelê me li dijî van kesan hişyar bin. Banga me li tevahiya civaka êzdî ew e ku neyên van lîstokan. 
 
‘DIVÊ GEL VAN HEVKARÊN DIJMIN DI NAVA XWE DE NEHEWÎNE’
 
Divê hemû cîhan jî bizane ku heta Şengaleke xweser û xweser em ê têkoşîna xwe bidomînin. Îradeya me ji hemû êrişên dijminan mezintir in. Keda me ya heta niha dê li ser şopa şehîdan bidome. Yên hevkariyê bi dijmin re dikin jî divê ji bîr nekin ku dê hesabê bidin gel û malbatên şehîdan. Yên ku li Şengalê alîkariyê didin dewleta tirk û îstîxbarata PDK’ê, her wiha kesên li Hewlêrê bi dijminên êzdiyan MÎT û PDK’ê re hevdîtin kirin, berpirsyarên yekemîn ên rijandina xwîna zarokên êzdî ne. Ev kes di heman demê de berpirsên hemû provakasyonên li Şengalê ne. Divê gelê me van kesan nehêle nav xwe de û wan ji nava xwe derxîne.” 
 

Sernavên din

17/06/2022
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’
16:49 Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin
16:45 Fezlekeya derheqê Aydenîz de şandin Wezareta Edaletê
16:39 Kesên ji ber tîşortê biDemîrtaş hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:38 Ji bo girtiyên siyasî bikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
16:21 Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir
16:13 Li Qilebanê zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da
16:07 Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye
16:06 Beştaş bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû
15:58 Bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ cezayê hefsê dan birayê Medenî Yildirim
15:46 Girtina rojnamevanan hat protestokirin: Wê têkoşîna me berdewam bike
15:19 Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin
15:18 Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan
14:43 Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû
14:39 Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên dan: Rojnamegerî ne sûc e
14:28 Girtina rojnamegeran li Îzmîrê hate protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
14:25 Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e
13:56 Li bejahiya Licê operasyona leşkerî dest pê kir
13:51 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
13:48 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin
13:43 MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin
13:23 Ceza li rojnameger Aslan hat birîn
13:17 Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye
13:10 Di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerek hate kuştin
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt