MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin 2022-06-16 13:43:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hatiye kirin û wiha got: “Em ji tevahiya dinyayê re radigihînin ku em ê heta Şengaleke azad û xweser têkoşîna xwe bidomînin.”    Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) têkildarî êrişa bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) a li dijî Meclisa Gel a Sinûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di encama êrişa duh a bi SÎHA’yan a li dijî Şengalê de zarokê 12 salî Selah Xidir Naso hate qetilkirin. MXDŞ’ê da zanîn ku senaryoyên piştî vê êrişê ji hêla Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatine amadekirin.    MXŞD’ê da zanîn ku di êrişa duh de zarokeke 12 salî hatiye qetilkirin û yek jê giran bi giştî 7 kes jî birîndar bûne. Bi domdarî MXŞD’ê daxuyand ku êriş û bûyerên piştî êrişê ji hêla PDK’ê ve hatine amadekirin û senaryoyên PDK’ê yên li dijî Şengalê berdewam in. MXŞD’ê bal kişand ser planên metirsîdar ên li ser Şengalê û wiha domand: “Hin kesên şengalî ku nêzî PDK’ê ne û li Hewlêrê bi MÎT’ê re hevdîtin kirine, li ser provakasyonên li Şengalê nîqaş kirin.”    ‘PDK BI MÎT’Ê RE DI NAVA PLANÊN QIRÊJÎ DE YE’   Di berdewamê de MXDŞ’ê sersaxî ji malbata kesên hatine qetilkirin xwest û şîfaya xêrê bo birîndaran hêvî kir. MXDŞ’ê da zanîn ku di serî de Tirkiye û hevalbendên wan, li dijî Şengalê ketine nava planên qirêjî û ev agahî dan: “Dixwazin civaka me bêîrade bihêlin û destkeftiyên me tune bikin. Li ser vî esasî jî bi hevkariya hin kesên di nava hikûmet û artêşa Iraqê de, her wiha bi hevkariya PDK’ê van planan dimeşînin. Piştî ku civaka me rê li ber tevlihevî û planên qirêjî girtî, niha jî dixwazin bi şêwazekî din van planên xwe li ser civaka me ferz bikin. Ji bo vê jî dezgehên Parastinê yên PDK’ê bi MÎT’ê re ketiye nava hewldanên qirêjî û zextê li gelê me dikin. Bi rêyên cuda gefan li malbatên me yên welatparêz û pêşengan dixwin. Bi vê yekê dixwazin ku gel dev ji mafê xwe yê rewa, sazî û dozgerên xwe berd. Lê dê nekarin bi ser kevin.”    ‘MECLISA GEL BI ZANEBÛN HEDEF DIGIRIN’    Bi domdarî MXŞD’ê bal kişand ser êrişa li dijî Meclisa Gel a Sinûnê û wiha pê de çû: “Ev êrişeke plankirî ye. Meclisa me bi zanebûn hatiye hedefgirtin. Sedema wê jî ew e ku gelê me xwedî li meclisê derdiket, pirsgirêkên xwe li wir çareser dikirin û karên xwe li wir berdewam dikirin. Bi zanebûn gelê me hedef digirin. Bi hevkariya PDK’ê dixwazin Şengalê vala bikin û ji rêveberiya xweser dûr bixin. Jixwe Peymana 9’ê Cotmehê jî li ser vî esasî hate mohrkirin. Plana vê êrişê û hewldanên piştî êrişê ji hêla PDK’ê ve hatibûn amadekirin.”    ‘PDK’Ê JI BO ŞENGALÊ BI MÎT’Ê RE HEVDÎTIN KIR’   MXŞD’ê bal kişand ser planên metirsîdar ên li ser Şengalê û daxuyanî wiha qedand: “Kesên bi eslê xwe ji Şengalê û nêzî PDK’ê, li Hewlêrê bi Parastin û MÎT’ê re hevdîtin kirin. Di vê civînê de li ser Şengalê planên nû çêkirin. Senaryoya wan piştî êrişa li ser Sinûnê jî berdewam dike. Çend kesên kirêgirtî ku xwe weke berpirsên êzdiyan dibînin û nêzî PDK’ê ne, hewldan vê êrişê berevajî nîşan bidin, provakasyona derxînin, berê civaka me bidin hev û rê li ber êrişên nû vekin. Lê bi saya hewldanên rêveberiya xweser û gel, ev provakasyon vala derketin. Lê belê divê gelê me li dijî van kesan hişyar bin. Banga me li tevahiya civaka êzdî ew e ku neyên van lîstokan.    ‘DIVÊ GEL VAN HEVKARÊN DIJMIN DI NAVA XWE DE NEHEWÎNE’   Divê hemû cîhan jî bizane ku heta Şengaleke xweser û xweser em ê têkoşîna xwe bidomînin. Îradeya me ji hemû êrişên dijminan mezintir in. Keda me ya heta niha dê li ser şopa şehîdan bidome. Yên hevkariyê bi dijmin re dikin jî divê ji bîr nekin ku dê hesabê bidin gel û malbatên şehîdan. Yên ku li Şengalê alîkariyê didin dewleta tirk û îstîxbarata PDK’ê, her wiha kesên li Hewlêrê bi dijminên êzdiyan MÎT û PDK’ê re hevdîtin kirin, berpirsyarên yekemîn ên rijandina xwîna zarokên êzdî ne. Ev kes di heman demê de berpirsên hemû provakasyonên li Şengalê ne. Divê gelê me van kesan nehêle nav xwe de û wan ji nava xwe derxîne.”