Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!

  • rojane
  • 09:13 28 Gulan 2022
  • |
img

STENBOL - Dozgerekî ku xwe spartiye zabitnameyên polîsan ên derbarê çalakiyên şermezarkirinê yên HDP'iyan de doza cezakirina HDP'iyan li dadgehê kiriye, lê dozgerekî din jî ji bo heman çalakiyê biryara neşopandinê daye. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê di 21'ê Mijdara 2020'an de ji bo şermezarkirina zext û çewisandinên li ser endamên wê û binçavkirinan li Qada Tunelê li hev kom bûbû. Lê berî ku çalakiya şermezarkirinê dest pê bike polîsan biryara "qedexeyê" ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê derpêş kiribû û Hevserokên HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci û rojnamevan Zekîne Turkerî jî di nav de êriş biribû ser 19 kesan û ew binçav kiribûn. 
 
Paşê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê HDP'î û welatiyên hatibûn berdan de lêpirsîn dabû destpêkirin û îdianame amade kiribû. Di îdianameyê de ku di 12'ê Adara 2021'ê de hatiye amadekirin, berzkirina dirûşmeyên "HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e", "Zext nikarin me bitepisînin" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" wekî sûc hatine hesibandin û hatiye xwestin ku HDP'î bi îdiaya "muxalefeta li hemberî qanûna civîn û xwepêşandanê" bên cezakirin. 
 
Dadgeha Ceza ya Asliye ya 49'an a Stenbolê ya li Çaglayanê îdianame qebûl kiribû û dê danişîna dudoyan a dozê di 20'ê Hezîranê de bê lidarxistin. 
 
Lê derket holê ku ewraqa ku polîsan derbarê HDP'iyan de amade kirine ji du dozgeran re hatine şandin. Du dozgerên ku ji bo heman çalakî û îdiayê lêpirsîn dane destpêkirin yek jê îdianame amade kiriye û yê din jî ji bo çalakiya HDP'iyan gotiye "mafekî qanûnî ye" û di 29'ê Nîsana 2022'yan de biryara neşopandinê daye. 
 
Ji parêzerên dozê endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Ferdî Yamar anî ziman ku walîtî û qeymeqamtî ji bo qedexekirina çalakiyên HDP'ê di cî de zûzûka biryarên qedexekirinê didin û polîs jî bi hinceta van biryaran mudaxileyî çalakiyan dikin. Yamar bilêv kir ku ev yek pêşî li ber xebatên siyasî digire. Yamar diyar kir ku kesên di çalakiyan de tên binçavkirin an jî tevli çalakiyan dibin bi muameleyeke xirab re rû bi rû dimînin û got, desthilat kesên tên binçavkirin bi rêya "çapemeniyê" dike hedef. 
 
LÎSTIKA SÎSTEMATÎK A DESTHILATÊ
 
Yamar ragihand ku kesên tên binçavkirin axir beraet dikin û got: "Gava ev biryar teqez dibe vê carê jî tê tescîlkirin ku li holê tu sûcek tune ye û biryara qedexekirinê bêhukm e. Hema bibêje ev tişt di hemû biryarên qedexekirinê de dubare dibe. Bi kurtasî, ev biryarên qedexekirinê û mudaxileyê lîstikeke desthilatê ye li hember rêxistinên demokratîk." 
 
LÎSTIKA POLÎSAN XERA BÛ
 
Yamar destnîşan kir ku êrişa li ser vê çalakiya navborî jî "lîstikek" e û got, polîs bêyî haya wan jê hebe xwe bi xwe lîstika xwe xera kirine. Yamar bilêv kir ku ji ber ku di çarçoveyeke maf û hiqûqê de nêzîkatiyek ji bo bûyerê tune ye, tiştên tên kirin serobero tên kirin û got: "Biryar bi mantiqa kopîkirinê tên nivîsandin û dayîn. Em bi tesadufî pê hesiyan ku derbarê heman bûyerê û sûcê tê îstinadkirin de du lêpirsîn hatine çêkirin. Ewilî em fikirîn ku şaşiyek bi vî awayî jî çênabe, lê gava em li wan lêpirsînên neheq ên derbarê HDP'ê de fikirîn me qenaet lê anî ku polîs derheqê rêxistinên demokratîk de her tiştî dikin û ji bo vê tu sînor û bendê li ber xwe nabînin." 
 
Yamar da zanîn ku ewraqa polîsan a derbarê polîsan de di heman dîrokê de ji du dozgerên cuda re hatine şandin û got, ji vana yek jê salek berê veguheriye dozê û yek jê jî mehek berê bi biryara neşopandinê bi dawî bûye. Yamar got: "Bi saya dozgerê ku biryara neşopandinê da hatiye tescîlkirin ku hiqûq ne yek e!" 
 
Yamar destnîşan kir ku hiqûq yekpare ye û ne karê siûdê ye. Yamar got: "Dozger bûyerê cuda şîrove kirine û du encamên cuda derketine holê. Ev yek hatiye tescîlkirin ku di warê welatiyan de hiqûq ji siûda dozger û dadgeran re hatiye hiştin. Heya desthilata siyasî dadgehan bi kar bîne û heya daraz jî biryarên ku desthilatê aciz nekin bide, em ê çawa baweriya xwe bi hiqûq û darazê bînin?" 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

29/05/2022
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin