Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine! 2022-05-28 09:13:52 STENBOL - Dozgerekî ku xwe spartiye zabitnameyên polîsan ên derbarê çalakiyên şermezarkirinê yên HDP'iyan de doza cezakirina HDP'iyan li dadgehê kiriye, lê dozgerekî din jî ji bo heman çalakiyê biryara neşopandinê daye.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê di 21'ê Mijdara 2020'an de ji bo şermezarkirina zext û çewisandinên li ser endamên wê û binçavkirinan li Qada Tunelê li hev kom bûbû. Lê berî ku çalakiya şermezarkirinê dest pê bike polîsan biryara "qedexeyê" ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê derpêş kiribû û Hevserokên HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci û rojnamevan Zekîne Turkerî jî di nav de êriş biribû ser 19 kesan û ew binçav kiribûn.    Paşê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê HDP'î û welatiyên hatibûn berdan de lêpirsîn dabû destpêkirin û îdianame amade kiribû. Di îdianameyê de ku di 12'ê Adara 2021'ê de hatiye amadekirin, berzkirina dirûşmeyên "HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e", "Zext nikarin me bitepisînin" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" wekî sûc hatine hesibandin û hatiye xwestin ku HDP'î bi îdiaya "muxalefeta li hemberî qanûna civîn û xwepêşandanê" bên cezakirin.    Dadgeha Ceza ya Asliye ya 49'an a Stenbolê ya li Çaglayanê îdianame qebûl kiribû û dê danişîna dudoyan a dozê di 20'ê Hezîranê de bê lidarxistin.    Lê derket holê ku ewraqa ku polîsan derbarê HDP'iyan de amade kirine ji du dozgeran re hatine şandin. Du dozgerên ku ji bo heman çalakî û îdiayê lêpirsîn dane destpêkirin yek jê îdianame amade kiriye û yê din jî ji bo çalakiya HDP'iyan gotiye "mafekî qanûnî ye" û di 29'ê Nîsana 2022'yan de biryara neşopandinê daye.    Ji parêzerên dozê endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Ferdî Yamar anî ziman ku walîtî û qeymeqamtî ji bo qedexekirina çalakiyên HDP'ê di cî de zûzûka biryarên qedexekirinê didin û polîs jî bi hinceta van biryaran mudaxileyî çalakiyan dikin. Yamar bilêv kir ku ev yek pêşî li ber xebatên siyasî digire. Yamar diyar kir ku kesên di çalakiyan de tên binçavkirin an jî tevli çalakiyan dibin bi muameleyeke xirab re rû bi rû dimînin û got, desthilat kesên tên binçavkirin bi rêya "çapemeniyê" dike hedef.    LÎSTIKA SÎSTEMATÎK A DESTHILATÊ   Yamar ragihand ku kesên tên binçavkirin axir beraet dikin û got: "Gava ev biryar teqez dibe vê carê jî tê tescîlkirin ku li holê tu sûcek tune ye û biryara qedexekirinê bêhukm e. Hema bibêje ev tişt di hemû biryarên qedexekirinê de dubare dibe. Bi kurtasî, ev biryarên qedexekirinê û mudaxileyê lîstikeke desthilatê ye li hember rêxistinên demokratîk."    LÎSTIKA POLÎSAN XERA BÛ   Yamar destnîşan kir ku êrişa li ser vê çalakiya navborî jî "lîstikek" e û got, polîs bêyî haya wan jê hebe xwe bi xwe lîstika xwe xera kirine. Yamar bilêv kir ku ji ber ku di çarçoveyeke maf û hiqûqê de nêzîkatiyek ji bo bûyerê tune ye, tiştên tên kirin serobero tên kirin û got: "Biryar bi mantiqa kopîkirinê tên nivîsandin û dayîn. Em bi tesadufî pê hesiyan ku derbarê heman bûyerê û sûcê tê îstinadkirin de du lêpirsîn hatine çêkirin. Ewilî em fikirîn ku şaşiyek bi vî awayî jî çênabe, lê gava em li wan lêpirsînên neheq ên derbarê HDP'ê de fikirîn me qenaet lê anî ku polîs derheqê rêxistinên demokratîk de her tiştî dikin û ji bo vê tu sînor û bendê li ber xwe nabînin."    Yamar da zanîn ku ewraqa polîsan a derbarê polîsan de di heman dîrokê de ji du dozgerên cuda re hatine şandin û got, ji vana yek jê salek berê veguheriye dozê û yek jê jî mehek berê bi biryara neşopandinê bi dawî bûye. Yamar got: "Bi saya dozgerê ku biryara neşopandinê da hatiye tescîlkirin ku hiqûq ne yek e!"    Yamar destnîşan kir ku hiqûq yekpare ye û ne karê siûdê ye. Yamar got: "Dozger bûyerê cuda şîrove kirine û du encamên cuda derketine holê. Ev yek hatiye tescîlkirin ku di warê welatiyan de hiqûq ji siûda dozger û dadgeran re hatiye hiştin. Heya desthilata siyasî dadgehan bi kar bîne û heya daraz jî biryarên ku desthilatê aciz nekin bide, em ê çawa baweriya xwe bi hiqûq û darazê bînin?"    MA / Mehmet Aslan