Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin

img
RIHA - Jinên ku bûn mêvanê Sifra Edaletê ya malbata Şenyaşar, diyar kirin ku Emîne Şenyaşar li ba hemû jinan berxwedanek daye der û bang li jinan kirin ku dengê malbatê bilintir bikin. 
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14'ê hezîrana 2018'an de 3 kes ji wan kuştibûn, 420 roj in didome. Di bûyeran de ji malbata Şenyaşar birayên hev Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildiz ê AKP'î li Nexweşaneya Dewletê ya Pirsûsê cardin êrişî malbatê kiribûn û di vê êrişê de Celal û Adil Şenyşar ên birîndar kuştibûn û bav Hecî Esvet Şenyaşar jî li ber çavên hevjîna wî Emîne Şenyaşarê lînc kiribûn û kuştibûn. Piştî bûyerê ji malbata Şenyaşar, Fadil Şenyaşar hatibû girtin û 38 sal ceza lê hatibû birîn. Piştî vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji ber neheqî û bêedaletiya li wan hatiye kirin di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin.  
 
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di meha Remezanê ya îsal de li ber edliyeyê "Sifreya Edaletê" raxistin. Jinên bûn mêvanê Sifra Edaletê daxwazên Emîne Şenyaşarê yên ji bo "edaletê" nirxandin.
 
Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya SYKP'ê Sumeyye Kose diyar kir ku qîrîna ji bo edaletê ya Emîne Şenyaşar 420 roj in didome û wiha got: "Daxwaza ji bo edaletê ya malbata Şenyaşar ji bo pêvajoyên bê yên Tirkiyeyê gelek tiştan ji me re dibêje. A rast îro ji bo malbata Şenyaşar xwestina edaletê, tê wateya xwestina edaletê ya ji bo dozên kompasê yên Pirsûs, Gezî û Kobanê jî. Gava em bên cem hev du û bi hev re li ber xwe bidin, ew ê vê edaletê nedin me, em ê bi berxwedana xwe bi dest bixin." 
 
‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ'
 
Kose, destnîşan kir ku têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo kesên bo edaletê li ber xwe didin bûye hêvî û wiha domand: "Li gelek bajaran Nobeta Edaletê dest pê kirin. Emîne Şenyaşar, niha navenda vê berxwedanê ye. Lewma jin divê Emîne Şenyaşar bi tenê nehêlin. Em baş dizanin li vî welatî desthilat bi 'hiqûqa dijminatiyê' nêzî jinan dibe. Tecrîd, tahde û îşkenceya desthilatê hîn bêtir li ser jina ye. A rast Emîne Şenyaşar li bal jinan berxwedanekê dide der. Emîne Şenyaşar ji bo hemû jinan sembol û hêvî ye. Têkoşîna Emîne Şenyaşar bi taybetî têkoşîna hevpar a hemû jinan e. Em jin, em ê daxwaza wê ya ji bo edaletê tim bilêv bikin, em ê vê qîrîna wê ya ji bo edaletê tim bilind bikin." 
 
‘DEWLET DIXWAZE SER BINIXUMÎNE'
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger û Endama Koordînasyona Navendî ya Rizgariya Jinan Gamze Taşçi jî diyar kir ku pergala edaletê daxwazên mirovan bi cî nayîne. Taşçi, destnîşan kir ku gava mesele tê ser kurdan desthilat bi bêedaletî, newekhevî û bêhiqûqîtiyê dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet bi hemû derfetên xwe dixwaze ser vê bigire. Faşîzma AKP-MHP'ê û piştgirên wan baş dizanin bê daxilî nava sûcine çawa bûne. Ji tiryakê bigire heya kuştina jinan, ji diziyê bigire heya qaçaxçîtiyê daxilî nava gelek sûcan bûne. Êrişên li hemberî malbata Şenyaşarê jî perçeyeke girîng a van tiştan e." 
 
Taşçi, bilêv kir ku faşîzma AKP-MHP'ê kiryarên komkujiyeke ku ew bi xwe aliyekî wê ye nedarizand û got: "Emîne Şenyaşar 4 sal in li hemberî êrişa li dijî malbata xwe li ber xwe dide. Gelek merheleyên girîng derbas kirin. Bi vê berxwedana xwe 4 kes dan girtin. Ev ji bo me destkeftiyeke pir girîng e. Xwedîderketina li berxwedana Emîne Şenyaşarê ji bo me kesên berxwedêr pir girîng e. Her wiha ji bo doz û komkujiyên bi vî rengî jî rênîşander e." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Taşçi, li dijî bêedaletiyan bal kişand ser "têkoşîna hevpar" û wiha pê de çû: "Em li dijî vê desthilatê têkoşîna hevpar diparêzin. Polîsên li ber Emîne Şenyaşarê radibin, di dema çalakiyên ji bo Geziyê de li ber me jî rabûn. Lê em dixwazin bên cem hev du û têkoşîna rizgariya gelan bikin têkoşîneke hevpar. Em yeqîn dikin ku çav û guhên hemû jinan li ber Edliyeya Rihayê ye. Lewma divê serdanên ji bo nobedê zêde bibin û têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşarê li kuçeyên bajarên Tirkiyeyê bê bilindkirin." 
 
‘BÊYÎ TÊKOŞÎNÊ EDALET NE PÊKAN E'
 
Endama Desteya Rêvebir a Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Ok jî anî ziman ku li her devera Tirkiyeyê gel ji bo edaletê têdikoşe û wiha derbirî: "Emîne Şenyaşar 5 demsal in tevî hemû astengiyan jî bênavber têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomîne. Li Tirikiyeyê edaletê li van qesran pêk nayê. Lewma daxwazên ji bo edaletê li ber edliyeyan bilind dibin. Di encama têkoşîna dayika Emîne de 4 kes hatin girtin. Bêyî têkoşîna edalet ne pêkan e." 
 
‘DIVÊ ŞENYAŞAR BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN'
 
Ok, destnîşan kir ku jin divê Emîne Şenyaşarê bi tenê nehêlin û axaftina xwe wiha qedand: "Em jin bi salan e li dijî desthilata mêr û tahdeya dewleta mêr têdikoşin. Hêleke têkoşîna dayika Emîneyê jî, têkoşîna ji bo edaletê ya li dijî tahdeya dewleta mêr e. Sedema nedarizandina kesên malbata Şenyaşarê qetil kirin, ew e ku xizmên parlementerê AKP'î ne. Têkoşîna Emîne Şenyaşarê bû îlham ji bo gelek kesan. Têkoşîan ji bo edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê li Dersimê bi têkoşîna ji bo Gulîstan Dokûyê re bû yek. Bi rastî jî heya gel azad bibin ev têkoşîn bidome. Jin dê li hemû qadên jiyanê li dijî tahdeya dewleta mêr li qadan bin. Lewma girîng e, divê Emîne Şenyaşar bi tenê neyê hiştin." 
 
MA / Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

03/05/2022
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin