Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin 2022-05-02 09:01:09   RIHA - Jinên ku bûn mêvanê Sifra Edaletê ya malbata Şenyaşar, diyar kirin ku Emîne Şenyaşar li ba hemû jinan berxwedanek daye der û bang li jinan kirin ku dengê malbatê bilintir bikin.    Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14'ê hezîrana 2018'an de 3 kes ji wan kuştibûn, 420 roj in didome. Di bûyeran de ji malbata Şenyaşar birayên hev Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildiz ê AKP'î li Nexweşaneya Dewletê ya Pirsûsê cardin êrişî malbatê kiribûn û di vê êrişê de Celal û Adil Şenyşar ên birîndar kuştibûn û bav Hecî Esvet Şenyaşar jî li ber çavên hevjîna wî Emîne Şenyaşarê lînc kiribûn û kuştibûn. Piştî bûyerê ji malbata Şenyaşar, Fadil Şenyaşar hatibû girtin û 38 sal ceza lê hatibû birîn. Piştî vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji ber neheqî û bêedaletiya li wan hatiye kirin di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin.     Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di meha Remezanê ya îsal de li ber edliyeyê "Sifreya Edaletê" raxistin. Jinên bûn mêvanê Sifra Edaletê daxwazên Emîne Şenyaşarê yên ji bo "edaletê" nirxandin.   Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya SYKP'ê Sumeyye Kose diyar kir ku qîrîna ji bo edaletê ya Emîne Şenyaşar 420 roj in didome û wiha got: "Daxwaza ji bo edaletê ya malbata Şenyaşar ji bo pêvajoyên bê yên Tirkiyeyê gelek tiştan ji me re dibêje. A rast îro ji bo malbata Şenyaşar xwestina edaletê, tê wateya xwestina edaletê ya ji bo dozên kompasê yên Pirsûs, Gezî û Kobanê jî. Gava em bên cem hev du û bi hev re li ber xwe bidin, ew ê vê edaletê nedin me, em ê bi berxwedana xwe bi dest bixin."    ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ'   Kose, destnîşan kir ku têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo kesên bo edaletê li ber xwe didin bûye hêvî û wiha domand: "Li gelek bajaran Nobeta Edaletê dest pê kirin. Emîne Şenyaşar, niha navenda vê berxwedanê ye. Lewma jin divê Emîne Şenyaşar bi tenê nehêlin. Em baş dizanin li vî welatî desthilat bi 'hiqûqa dijminatiyê' nêzî jinan dibe. Tecrîd, tahde û îşkenceya desthilatê hîn bêtir li ser jina ye. A rast Emîne Şenyaşar li bal jinan berxwedanekê dide der. Emîne Şenyaşar ji bo hemû jinan sembol û hêvî ye. Têkoşîna Emîne Şenyaşar bi taybetî têkoşîna hevpar a hemû jinan e. Em jin, em ê daxwaza wê ya ji bo edaletê tim bilêv bikin, em ê vê qîrîna wê ya ji bo edaletê tim bilind bikin."    ‘DEWLET DIXWAZE SER BINIXUMÎNE'   Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger û Endama Koordînasyona Navendî ya Rizgariya Jinan Gamze Taşçi jî diyar kir ku pergala edaletê daxwazên mirovan bi cî nayîne. Taşçi, destnîşan kir ku gava mesele tê ser kurdan desthilat bi bêedaletî, newekhevî û bêhiqûqîtiyê dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet bi hemû derfetên xwe dixwaze ser vê bigire. Faşîzma AKP-MHP'ê û piştgirên wan baş dizanin bê daxilî nava sûcine çawa bûne. Ji tiryakê bigire heya kuştina jinan, ji diziyê bigire heya qaçaxçîtiyê daxilî nava gelek sûcan bûne. Êrişên li hemberî malbata Şenyaşarê jî perçeyeke girîng a van tiştan e."    Taşçi, bilêv kir ku faşîzma AKP-MHP'ê kiryarên komkujiyeke ku ew bi xwe aliyekî wê ye nedarizand û got: "Emîne Şenyaşar 4 sal in li hemberî êrişa li dijî malbata xwe li ber xwe dide. Gelek merheleyên girîng derbas kirin. Bi vê berxwedana xwe 4 kes dan girtin. Ev ji bo me destkeftiyeke pir girîng e. Xwedîderketina li berxwedana Emîne Şenyaşarê ji bo me kesên berxwedêr pir girîng e. Her wiha ji bo doz û komkujiyên bi vî rengî jî rênîşander e."    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Taşçi, li dijî bêedaletiyan bal kişand ser "têkoşîna hevpar" û wiha pê de çû: "Em li dijî vê desthilatê têkoşîna hevpar diparêzin. Polîsên li ber Emîne Şenyaşarê radibin, di dema çalakiyên ji bo Geziyê de li ber me jî rabûn. Lê em dixwazin bên cem hev du û têkoşîna rizgariya gelan bikin têkoşîneke hevpar. Em yeqîn dikin ku çav û guhên hemû jinan li ber Edliyeya Rihayê ye. Lewma divê serdanên ji bo nobedê zêde bibin û têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşarê li kuçeyên bajarên Tirkiyeyê bê bilindkirin."    ‘BÊYÎ TÊKOŞÎNÊ EDALET NE PÊKAN E'   Endama Desteya Rêvebir a Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Ok jî anî ziman ku li her devera Tirkiyeyê gel ji bo edaletê têdikoşe û wiha derbirî: "Emîne Şenyaşar 5 demsal in tevî hemû astengiyan jî bênavber têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomîne. Li Tirikiyeyê edaletê li van qesran pêk nayê. Lewma daxwazên ji bo edaletê li ber edliyeyan bilind dibin. Di encama têkoşîna dayika Emîne de 4 kes hatin girtin. Bêyî têkoşîna edalet ne pêkan e."    ‘DIVÊ ŞENYAŞAR BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN'   Ok, destnîşan kir ku jin divê Emîne Şenyaşarê bi tenê nehêlin û axaftina xwe wiha qedand: "Em jin bi salan e li dijî desthilata mêr û tahdeya dewleta mêr têdikoşin. Hêleke têkoşîna dayika Emîneyê jî, têkoşîna ji bo edaletê ya li dijî tahdeya dewleta mêr e. Sedema nedarizandina kesên malbata Şenyaşarê qetil kirin, ew e ku xizmên parlementerê AKP'î ne. Têkoşîna Emîne Şenyaşarê bû îlham ji bo gelek kesan. Têkoşîan ji bo edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê li Dersimê bi têkoşîna ji bo Gulîstan Dokûyê re bû yek. Bi rastî jî heya gel azad bibin ev têkoşîn bidome. Jin dê li hemû qadên jiyanê li dijî tahdeya dewleta mêr li qadan bin. Lewma girîng e, divê Emîne Şenyaşar bi tenê neyê hiştin."    MA / Emrûllah Acar