Gundê Zorê mînaka talankirinê ye

  • rojane
  • 10:50 26 Nîsan 2022
  • |
img
AMED -  Ji ber avakirina herêma pîşesaziyê, gundê Zorê bi dîwaran hatiye dorpêçkirin, şêniyên gund nikarin sewalan xwedî bikin û jiyana li gund perîşan bûye. Şêniyên gund bi van gotinan bertek nîşan didin: “Gundê me mîna girtîgehê ye. Me hemû sewalên xwe firotin û jiyana me perîşan bûye.”
 
Talan û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bênavber didome. Hin cih bi şewitandina daristanan, hin cih bi kanên madenan, hin cih jî bi bendav û herêmên pîşesaziyê tên talankirin. Desthilatdarî bi vê polîtîkayê xwe li ser civakê ferz dike û talana xwe didomîne. Yek ji wan deverên ku rastî polîtîkaya talan û wêrankirinê hatî jî gundê Zorê yê navçeya Yenîşehîr a Amedê ye. 
 
Gundê Zorê, li ser rêya Amed-Xarpetê ye û nêzî 70 sal berê hatiya avakirin. Bi çem û ava xwe, bi mêrg û zozanên xwe navdar e. Gundiyên Zorê debara xwe bi xwedîkirina sewalan û bi çandinê dikin. Heta 20 sal berê jî gundekî biçûk bû û jiyaneke bi aram li tevahiya gun serwer bû. 
 
ARAMIYA GUND HÊDÎ HÊDÎ VEDIGUHERE ALOZIYÊ
 
Di salên 1990’an de Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê (DOSB) ji bo avakirina pîşesaziyê bo xwe li erd digere. Herî dawî gundê Zorê û devera li derdora wê tê hilbijartin. Bi giştî nehsed û 15 hektar erd cîh tê îstîmlaqkirin û di nava vê îstîmlaqkirinê de mêrgên gundê Zorê jî heye û bi vî awayî avakirina DOSB dest pê dike. Piştî avakirina DOSB’ê, derdora gundê Zorê hêdî hêdî bi febrîqa û îmalatxaneyan tê dorpeçkirin. Nufûsa gund zêde dibe, bi dehan sondaj tên vekirin û febrîqeyên wekî yên mermer, metal, plastîk û tekstîlê avên xwe yên qirêjî berdidin çemê ku ji binê gund derbas dibe. Bi vê yekê re aramiya gund hêdî hêdî ber bi aloziyê ve diçe. Gundê Zorê îro li nav pîşesaziyê de ma ye û derdora gund bi dîwarên beton û têlên direhî hatiye girtin. Gund ji aliyê DOSB’ê ve hatiye tecrîdkirin. Ji bo hatin û çûna şêniyên gund, tenê rêyek hatiye vekirin. Şêniyan da zanîn ku nufûsa gund gihiştiye hezar û 140 kes û li seranserî gund 300 xanî hene. Şênî dibêjin ku di nava vê dorpêçê de hewl didin jiyana xwe bidomînin.
 
Li gorî daneyan, li DOSB’ê 210 kargeh hene û ji wan ji sedî 21 jê yên xurekan, ji sedî 12 yên alavên metal, ji sedî 12 ên plastîkan, ji sedî 12 ên mobîlyayan, ji sedî 12 ên tekstîlê û ji sedî 7 jî yên înşaetê ne. Di heman demê de bi giştî 13 sondaj jî li derdora gund hatine vekirin. 
 
Şêniyên gundê Zorê bertek û nerazîbûnên xwe yên li hemberî vê dorpêça li ser gundê wan bi ajansa me re parve kirin. 
 
‘EM HATINE DORPÊÇKIRIN’
 
Piştî çêkirina dîwaran, şêniyên gund neçar dimînin ku dev ji xwedîkirina dewar û pezan berdin û di febrîqeyan de bixebitin. Ji şêniyên gund Mehmet Yîgît da zanîn ku ji bo şêniyên gund nekevin nava pîşesaziyê, dîwar hatine çêkirin û wiha got: “Bi vê sepana xwe em xistin dorpêçê. Ji ber vê sedemê me pezên xwe firotin û niha ji bo xelkê dixebitin. Lê heqdestê xwe her tim kêm digirin  û heqê me tê xwarin. Tu tiştek di destê me de nemaye û em niha mast peyda nakin.”
 
AVA GUND TUNE YE
 
Di berdewamê de Yîgît bal kişand ser sondajên ku li derdora gund hatine çêkirin û wiha domand: “Pîşesaziyê 5-6 heb sondaj hatine danîn lewma ava wan pir e lê ava gund hema hema nema ye. Di demên bere de kaniyên me hebûn lê ew jî niha nînin. Li gundê me 300 heb mal hene û ava heyî bi têrî me nake.” 
 
‘QIRÊJIYA AVA XWE BER DIDIN NAVA AVA DEVEGEÇÎDIYÊ’
 
Ava bi navê ‘Devegeçîdî’ ku li jêra gundê Zorê diherike û heta çemê Dîcleyê jî diçe, bi destê febrîqe û îmalatxaneyan tê qirêjîkirin. Ji şêniyên gund Cemîle Al jî destnîşan kir ku berê ava Devegeçîdî pir û zelal bû û wiha bertek nîşan da: “Di demên berê de em diçûn seyranê, me menqel çê dikir, em rûdiniştin, zarok diketin çem û jinên gund jî hirî dişûştin. Ji ber qirêjiya wan febrîqeyan, av jî xelas bû. Febrîqeyên mermer, qirêjiya xwe berd didin nava avê û wê qirêjiyê pêşiya avê girtiye. A niha ew çem ewqas qirêjî bûye ku dewar jî nikarin ava wê vexwin. Ava qirej a tekstîlê jî bi tevahî dikeve nava çem û dema bêhna wê tê mirov, dilê mirov li hev dikeve.”
 
‘GUND BÊXWEDÎ MA YE’
 
Derheqê mijarê de ji şêniyên gund Nulufer Ozcan jî axivî û qala guherîna di gund de kir. Ozcan, diyar kir ku wan di demên bere de gelek sewal xwedî dikirin û wiha pê de çû: “Dîwar hatine çêkirin û em nikarin sewalên xwe derxînin. Me niha sewalên xwe firotine û di kargehên xelkê de dixebitin. Em ditirsin ku wan dîwaran derbas bikin. Ji me re dibêjin; ‘hûn li van deveran çi diğerin?’ Gelemperî rêya me digirin û dixwazin em di nava wan dîwaran de bimînin. Ava xwe ya qirejî gişkî berdane nava çemê Devegeçîdiyê. Ew çem ji vir heta Dîcleyê diçe. Di demên berê de sewalan jî ava çem vedixwarin û zarok diketin çem. Me ji xwe re masî digirtin lê niha nayên girtin. Ji ber ku masiyên jehrî ne. Gundê me bêxwedî ma û kesek li me mêze nake.” 
 
‘NE ÇÊRE Û NE JÎ RÊ HEYE’
 
Ji gundiyan Abdulgalîm Bîçer jî bal kişand li ser febrîqeyên ku hewayê gund qirêjî dikin û ev tişt anî ziman: “Bêhna febrîqeyan zêde tê û ew yek me gelek aciz dike. Fîltreyên wan tune ne û dema nebin jî bi xwe re nexweşiyê tînin. Bi taybetî jî di demsala havînê de bêhneke zêde nebaş tê. Em di bin bandora dû ya wan febrîqeyan de ne. Anku kesek tiştekî nake û xelkê me şerpeze bûye. Bi çêkirina dîwarên li derdora me re ev der bûye mîna girtîgehê. Di demên berê de te dikariya mangeyek xwedî bikira, bibira û bianiya lê niha nikarî.”
 
Edîp Aslan jî destnîşan kir ku rêya wan hatiye girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Nahêlin em bi cihekî ve biçin. Ne çere û ne jî rê hene. Li her deverê febrîqe hatine çêkirin û em li vê derê perîşan bûne. Nahêlin em sewalan xwedî bikin. Gelo ma kurmanc dikarin bêyî xwedîkirina sewalan bijîn? Ez neçar im ku xwedî bikim ji ber ku nikarim di karê xelkê de bixebitim. Mecbûr nîn im ku di karê xelkê de bixebitim.”
 

Sernavên din

27/04/2022
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir