Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin

  • rojane
  • 09:49 25 Nîsan 2022
  • |

RIHA – Ji ber komkujiya li Pirsûsê hatibû kirin di 22’yê nîsanê de 4 kes hatin girtin. Parêzerê malbata Şenyaşar Hîdayet Enmek bal kişand ser destwerdanên di dosyayan de û wiha got: “Em ê li dijî derhiqûqiyên hatine kirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.” 

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Komeke qelebalix a ji xizm û parastvanên parlamenter Yildiz pêk dihat, bi hinceta çendek rexneyan êrişî 6 endamên malbata Şenyaşar kirin û birîndarkirin. Endamên malbatê rakirina nexweşxaneyê lê êriş li wir jî berdewam kir. Li gel ku rayedarên dewletê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bûn, hevjînê Emîne Şenyaşar, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wê Celal û Adil Şenyaşar li ber çavên wê hatin lînckirin û qetilkirin. Di heman bûyerê de kekê jinbavê yê parlamenterê AKP’ê Mehmet Şah Yildiz jî di encama guleyeke ku nehat zanîn bê ka ji kîjan çekê hatiye avêtin, hate kuştin. 
Li gel ku heman bûyer jî bû, dozgeriyê lêpirsîna derheqê bûyerê de weke dosyaya êrişa li kargehê û ya li nexweşxaneyê kirin du dosyayên cuda. Di çarçoveya dosyaya kargehê de 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar hate birîn û 18 sal ceza jî dan Enver Yildiz. Ev 4 sal in biryara nepeniyê li ser dosyaya nexweşxaneyê heye. 
 
Di çarçoveya dosyaya nexweşxaneyê de ku biryara nepeniyê hêjta didome, di 22’yê nîsanê de bavê parlamenter Yildiz ê bi navê Osman Yildiz, kekê wî Celal Yildiz, biraziyên wî Osman Şah, Huseyîn Yildiz û şêwirmendê wî Mûstafa Amaç jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin. Kesên navborî rojekî di bin çavan de man û piştî kar û barên îfadegirtinê jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li edliyeyê ku gelek polîs lê hatibûn bicihkirin, Osman Yildiz û Osman Şah Yildiz hatin berdan. 8 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin. Danişîna dozê heta saetên dereng ên şevê berdewam kir. Di encama danişînê de derheqê kekê parlamenter Yildiz, Celal Yildiz û Mekaîl Yildiz de bi sedema “kuştina bi qesdî” û “birîndarkirina bi qesdî”, derheqê Halîl Şîmşek û Muslum Yildiz de jî bi sedema “Tunekirin û veşartina delîlan” û “Dizîna alavên hatine muhefezekirin” biryara girtinê hate dayîn. Huseyîn Yildiz, Mehmet yildiz, Mûstafa Durmaz û Mûstafa Amaç jî bi daxwaza girtinê hatibûn sewqkirin lê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir û bi şertê kontrola edlî ku hefteyê du rojan îmzeyê biavêjin û qedexeya derketina derve biryara berdanê da. 
 
Parêzerê malbata Şenyaşar Hîdayet Enmek têkildarî biryara nepeniyê ya 4 salan a li ser dosyayê, girtinên dawî û daxwaza edaletê ya malbatê bi ajansa me re axivî. 
 
DESTWERDANA 3’YEMÎN A LI DOSYAYÊ
 
Parêzer Hîdayet Enmek da zanîn ku heta niha du caran destwerdan li dosyayên derheqê komkujiyê de hatine kirin û wiha got: “Destwerdana ewil di roja komkujiyê de hate kirin ku hewl dan bûyerê berevajî bikin. Xwestin malbatê ‘terorîze’ bikin û weke bûyereke siyasî nîşan bidin. A duyemîn jî; dozgeriya ku diviyabû weke tenê bûyerekê binirxîne, weke dosyaya kargehê û ya nexweşxaneyê du dosya û lêpirsînên cuda vekirin. Nêzî 4 salan nehiştin em xwe bigihînin dosyaya nexweşxaneyê. Di encama operasyona roja înê de 10 kes hatin binçavkirin û ji van 4 kes hatin girtin. Ev geşedan di esasê xwe de nîşaneya bêhiqûqî û berdewamiya destwerdana ne. Ji ber ku em baş pê dizanin ku di komkujiya li nexweşxaneyê de zêdetirî 30 kes raste rast beşdar bûne, sor kirin û rol girtine. Teşhîsên di vê mijarê de hene. Girtina 4 kesan nîşan dide ku dosya bi hûr û kûr nehatiye destgirtin û lêpirsîneke baş nehatiye kirin. Faîlên esasî niha li derve ne. Îbrahîm Yildiz ku di doza kargehê ya li Meletiyê de biryara girtina wî hatiye dayîn, ev 4 sal in li derve digere û nehatiye girtin. Hewceye li gel 4 kesên di roja înê de hatine girtin, her wiha zêdetirî 30 kesên din bihatina girtin. Girtina tenê 4 kesan, mirov dikare weke destwerdana 3’yemîn a di dosyayê de destnîşan bike.” 
 
‘DARIZANDIN, JI HÊLA HIQÛQÊ VE SEQET E’ 
 
Enmek, diyar kir ku di dosyaya ku ceza li Fadil Şenyaşar hatiye birîn de pêvajoya darizandinê ji hêla hiqûqî ve “seqet” e û wiha domand: “Ji ber ku li şûna ku rêzebûyerên heyî weke yek bûyer were nirxandin, kirine du bûyer û di encama vê darazê de jî ceza hatiye dayîn. Ji destpêka bûyerê heta dawiyê, tevahiya çalakî û tevgerên Fadil Şenyaşar ji bo parastina kargehê û birayên xwe ye. Divê ev yek jî di çarçoveya mafê parastina rewa ya TCK’ê de were nirxandin. Fadil Şenyaşar ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Yek ji daxwazên malbatê berdana Fadil Şenyaşar û ya din jî darizandina kujerên endama malbata wan in. Heta niha jî ev daxwaz pêk nehatine. 4 kes hatine girtin ku du ji wan bi sedema ‘kuştina qesdî’ û yên din jî bi sedema ‘tunekirina delîlan û diziyê’ hatine girtin. Lê kesên di esasê xwe de li nexweşxaneyê komkujî pêk anîne nehatine binçavkirin. Hêjta jî zexta hiqûqî û destwerdan heye. Her çend ku derfeta me ya nihêrîna naveroka dosyayê nebe jî, li gorî agahiyên ketine dest û çavdêriyên me, zêdetirî 30 kes hene. Girtina 4 kesan, fikarên me yên derheqê hiqûqê de dîsa piştrast kirin.” 
 
‘GELO MA TESPÎTKIRIN KAREKÎ EWQAS ZEHMET E?’ 
 
Bi domdarî Enmek diyar kir ku têkildarî bûyera li nexweşxaneyê ev bû 4 sal ku tu îdianame nehatine amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê piştî 4 salan 10 kes weke gumanbar hatin binçavkirin û ji van jî tenê 4 kes hatin girtin. Gelo ma tespîtkirina gumanbaran karekî ewqas zor e? 3 sal berê me 3 caran li dozgeriyê kar û barên teşhîsê kirin. Ji bilî van kesên hatine binçavkirin, her wiha me gelek kesên din teşhîs kirin. Lê tevî vê yekê jî 4 sal piştre îfadeyên wan hatin girtin.” 
 
ENCAMA TÊKOŞÎNÊ YE
 
Di berdewamê de Enmek got ku binçavkirinên di 22’yê nîsanê de encama têkoşîna malbatê ya Nobeta Edaletê ye ku ev 413 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê didome û ev tişt anî ziman: “Weke parêzerên malbatê me di demên berê de ji ber bêhiqûqiyên heyî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê daxwazên me nehatin qebûlkirin. Ji ber van binçavkirin û girtinên dawî, weke parêzerên malbatê em ê dîsa serî li AYM’ê bidin. Em ê bi dozgerê dosyayê re hevdîtinê bikin û hemû belgeyên ne di çarçoveya bisînorkirinê de jê bixwazin. Em ê piştre van belgeyan binirxînin û hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin.” 
 
NOBETA EDALETÊ DIDOME
 
Enmek, bal kişand ser Nobeta Edaletê û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek sazî, dezgeh û baroyan piştgirî dan Nobeta Edaletê û çalakî hîn xurtir bû. Girîng e ku vê piştgiriya xwe bidomînin. Ev çalakiya nobetê, di demên dawî de yek jê mezintirîn çalakiya bêîteatiya sivîl e. Qîrîna edaletê ye. Heke sazî û dezgehê heyî dîsa piştgiriyê bidin malbatê, dibe ku rewşa dozê veguhere asteke cuda. Hêj jî daxwazên malbatên yên edaletê pêk nehatine lewma jî çalakî berdewam e. Weke parêzerên malbatê dê alîkariya me ya hiqûqî ya bi malbatê re bidome. Banga me ji bo hemû kesî ew e ku ji bo piştgiriya bi çalakiyê re bên serdana Nobeta Edaletê.”  
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

27/04/2022
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir