Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir

  • rojane
  • 11:44 21 Nîsan 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Halîl Kasal ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê ji ber zext û îşkenceya gardiyanan neçar ma întîhar bike bi dayika xwe, Beyaz Çelîk re hevdîtin kir. Çelîk, diyar kir ku gardiyanan ji bo ku întîhar bikin ben û kêr dane lawê wî wan û bi lêv kir ku lawê wê kabûsan dibîne û bitirs dijî.

Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan di 6’ê Nîsanê de bi ser qawîşa girtiyên edlî tê de bûn girtibûn ew îşkence û neçarî întîharê kiribûn. Di encama îşkenceyê de ji girtiyan Ferhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dabûn û girtiyên bi navê Coşkûn Agca, Abdûlmenav Çetîn, Halîl Kasal, Tolga Okçû, Orhan Hacioglû, H. Masal, Alî û 3 girtiyên din ên navên wan nehatibûn zanîn sirgunî girtîgehên cuda hatibûn kirin. 
 
Dayika yek ji girtiyan Halîl Kasal ê sirgunî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Îzmîrê hatibû kirin, Beyaz Çelîk di 19’ê Nîsanê bi kurê xwe re hevdîtin kir. Kasal, ji dayika xwe re tiştên ku jiyan û bandora tiştên lê rast hat vegotin. Çelîk, a têkildarî hevdîtinê agahî da diyar kir ku dema çû ku kurê xwe bibîne, kurê wê bi tirs li mirovan nêriye, çavên wî nabînin û rastî îşkenceyên cidî hatiye. Çelîk, agahiyên ku ji kurê xwe girtin wiha parvekirin: “Dema gardiyan ji bo hejmarê hatin, belasebep dest bi lêdana hevalekî kurê min kirine. Kurê min ji gardiyanan re gotiye ‘hûn çima wisa dikin? Remezane tu tişt jî li holê tune ye hûn wisa dikin.’ Piştî ku kurê min ev tişt gotine gardiyanan dest bi lêdana kesên ku di odeyê de dikin.”
 
‘TE ÇIMA QEYDA DENG PARVE KIR?’
 
Çelîk, ragihand ku piştî 30 gardiyanên îşkencekar ên li odeya kurê wê, 30 gardiyanên din jî hatine û îşkence li wan kirine, tiştên odeyê belav kirine. Çelîk agahiyên ku ji kurê xwe wergirtin wiha ragihand: “Çiqas tiştên kurê min hene hemûyan diavêjin erdî. Kurê min Quranê dixwîne. Qûranê jî diavêjin erdî. Cilnimêja wan jî diavêjin erdî û pê lê dikin. Piştî ku li wan didin tevî kurê min hevalên wî dibin cihê ku jê re dibêjin baxçe. Li wir jî îşkenceyê didomin û pişt re dibin diavêjin hucreyên yek kesî. Li wir jî îşkence dikin. Kurê min ev di axaftina telefonê de ji min re gotibûn, min jî qeyda deng parve kiribû. Piştî ku qeyda deng li rayagiştî belav bû gardiyan çûne li cem kurê min jê re gotine ‘te çima ji dayika xwe re got’ û dîsa lê xistine.” 
 
‘GARDIYAN KÊR Û BEN DIDINÊ’
 
Çelîk, bi bîr xist ku piştî bûyer hate bihîstin parêzer çûne girtîgehê û wiha berdewam kir: “Ji ber parêzer çûne girtîgehê gardiyan lêborînê dixwazin. Kurê min û hevalên wî dibêjin temam ‘bûyer derbas bû çû’ Pişt re sergardiyan sibê tê li hemû odeyê digerin. Gardiyan ser kurê min û odeya wî digerin. Dû re ben didinê û jê re dibêjin ‘xwe darve bike’. Li cem kurê min sekinîne ku xwe darve bike. Kurê min jî xwe darve dike, piştî ku ji ser hişê xwe ve diçe dibin odeyeke din. Kurê min her tim rastî îşkenceyê hatiye, di stûyê wî de şopa 3 benên cuda heye û stûyê wî şîn bûye. Gardiyan guzanê didin kurê min û jê re dibêjin ‘întîhar bike’ Kurê min jî êdî ji ber zextan nema îdare bike û întîhar dike. Dema kurê min li erdî jî tundiyê lê dikin. Pişt re dibin hucreyeke ku pîsatiya mirovan lê heye û li wir gardiyan jê re dibêjin ‘tu dê vê pîsatiyê bixwî’. Kurê min di wê demê de birojî bû.”
 
‘KABÛSAN DIBÎNE’
 
Çelîk, da zanîn ku di hevdîtina bi kurê xwe re dîtiye ku hêj di destê wî de birîn hebûne û anî ziman ku wê ji gardiyanan xwestiye wêneyan bikişîne, lê belê nehatiye qebûlkirin. Çelîk, bi lêv kir ku kurê wê êdî kabûsan dibîne, naxwaze ku êdî kurê wê di girtîgehê de bimîne, baweriya xwe bi kesê naîne û her tim bitir dijî. Çelîk, gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Kurê min got ku naxwaze di girtîgehê de bimîne, xwest an wî bibin girtîgeheke vekirî an jî bigirin hefsa malê. Psîkolojiya min jî xera bûye. Tiştek ji destê min nayê. Ez jî weke dayikekî dixwazim bê berdan. Kurê min dema zarok bû kete girtîgehê. Kes îşkenceyê heq nake.”
 
 
MA / Delal Akyuz 
 
 
 

Sernavên din

22/04/2022
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin