Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir 2022-04-21 11:44:23 ÎZMÎR - Halîl Kasal ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê ji ber zext û îşkenceya gardiyanan neçar ma întîhar bike bi dayika xwe, Beyaz Çelîk re hevdîtin kir. Çelîk, diyar kir ku gardiyanan ji bo ku întîhar bikin ben û kêr dane lawê wî wan û bi lêv kir ku lawê wê kabûsan dibîne û bitirs dijî. Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan di 6’ê Nîsanê de bi ser qawîşa girtiyên edlî tê de bûn girtibûn ew îşkence û neçarî întîharê kiribûn. Di encama îşkenceyê de ji girtiyan Ferhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dabûn û girtiyên bi navê Coşkûn Agca, Abdûlmenav Çetîn, Halîl Kasal, Tolga Okçû, Orhan Hacioglû, H. Masal, Alî û 3 girtiyên din ên navên wan nehatibûn zanîn sirgunî girtîgehên cuda hatibûn kirin.    Dayika yek ji girtiyan Halîl Kasal ê sirgunî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Îzmîrê hatibû kirin, Beyaz Çelîk di 19’ê Nîsanê bi kurê xwe re hevdîtin kir. Kasal, ji dayika xwe re tiştên ku jiyan û bandora tiştên lê rast hat vegotin. Çelîk, a têkildarî hevdîtinê agahî da diyar kir ku dema çû ku kurê xwe bibîne, kurê wê bi tirs li mirovan nêriye, çavên wî nabînin û rastî îşkenceyên cidî hatiye. Çelîk, agahiyên ku ji kurê xwe girtin wiha parvekirin: “Dema gardiyan ji bo hejmarê hatin, belasebep dest bi lêdana hevalekî kurê min kirine. Kurê min ji gardiyanan re gotiye ‘hûn çima wisa dikin? Remezane tu tişt jî li holê tune ye hûn wisa dikin.’ Piştî ku kurê min ev tişt gotine gardiyanan dest bi lêdana kesên ku di odeyê de dikin.”   ‘TE ÇIMA QEYDA DENG PARVE KIR?’   Çelîk, ragihand ku piştî 30 gardiyanên îşkencekar ên li odeya kurê wê, 30 gardiyanên din jî hatine û îşkence li wan kirine, tiştên odeyê belav kirine. Çelîk agahiyên ku ji kurê xwe wergirtin wiha ragihand: “Çiqas tiştên kurê min hene hemûyan diavêjin erdî. Kurê min Quranê dixwîne. Qûranê jî diavêjin erdî. Cilnimêja wan jî diavêjin erdî û pê lê dikin. Piştî ku li wan didin tevî kurê min hevalên wî dibin cihê ku jê re dibêjin baxçe. Li wir jî îşkenceyê didomin û pişt re dibin diavêjin hucreyên yek kesî. Li wir jî îşkence dikin. Kurê min ev di axaftina telefonê de ji min re gotibûn, min jî qeyda deng parve kiribû. Piştî ku qeyda deng li rayagiştî belav bû gardiyan çûne li cem kurê min jê re gotine ‘te çima ji dayika xwe re got’ û dîsa lê xistine.”    ‘GARDIYAN KÊR Û BEN DIDINÊ’   Çelîk, bi bîr xist ku piştî bûyer hate bihîstin parêzer çûne girtîgehê û wiha berdewam kir: “Ji ber parêzer çûne girtîgehê gardiyan lêborînê dixwazin. Kurê min û hevalên wî dibêjin temam ‘bûyer derbas bû çû’ Pişt re sergardiyan sibê tê li hemû odeyê digerin. Gardiyan ser kurê min û odeya wî digerin. Dû re ben didinê û jê re dibêjin ‘xwe darve bike’. Li cem kurê min sekinîne ku xwe darve bike. Kurê min jî xwe darve dike, piştî ku ji ser hişê xwe ve diçe dibin odeyeke din. Kurê min her tim rastî îşkenceyê hatiye, di stûyê wî de şopa 3 benên cuda heye û stûyê wî şîn bûye. Gardiyan guzanê didin kurê min û jê re dibêjin ‘întîhar bike’ Kurê min jî êdî ji ber zextan nema îdare bike û întîhar dike. Dema kurê min li erdî jî tundiyê lê dikin. Pişt re dibin hucreyeke ku pîsatiya mirovan lê heye û li wir gardiyan jê re dibêjin ‘tu dê vê pîsatiyê bixwî’. Kurê min di wê demê de birojî bû.”   ‘KABÛSAN DIBÎNE’   Çelîk, da zanîn ku di hevdîtina bi kurê xwe re dîtiye ku hêj di destê wî de birîn hebûne û anî ziman ku wê ji gardiyanan xwestiye wêneyan bikişîne, lê belê nehatiye qebûlkirin. Çelîk, bi lêv kir ku kurê wê êdî kabûsan dibîne, naxwaze ku êdî kurê wê di girtîgehê de bimîne, baweriya xwe bi kesê naîne û her tim bitir dijî. Çelîk, gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Kurê min got ku naxwaze di girtîgehê de bimîne, xwest an wî bibin girtîgeheke vekirî an jî bigirin hefsa malê. Psîkolojiya min jî xera bûye. Tiştek ji destê min nayê. Ez jî weke dayikekî dixwazim bê berdan. Kurê min dema zarok bû kete girtîgehê. Kes îşkenceyê heq nake.”     MA / Delal Akyuz