Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in

  • rojane
  • 09:10 21 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Muslum Karak ê 67 salî yê bi nexweşîna penceşêrê ketiye û di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de gelek ferdên malbata wî jiyana xwe ji dest dane û bûye şahidê girtina wan û îşkenceya li wan hatiye kirin, got: "Hêviya me ji tu cihî tune ye. Ji bo gelê me çi hewce be em amade ne."

Muslum Karak ê 67 salî yê li gundê Qûbika Çareba yê navçeya Pirsûsa Rihayê dimîne, di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de wekî gelek kurdan wî jî bedêlên giran dane. Hem ew bi xwe, hem jî gelek ferdên malbata wî bi salan di girtîgehê de mane û niha kurekî wî, birayekî wî û zavayekî wî hê jî girtî ne. 
 
Birayek wî di girtîgehê de hatiye  qetilkirin. Pisxalekî wî jî di şer de jiyana xwe ji dest daye û hê jî cenazeyê wî wernegirtine. Biraziyê wî jî ji bo Ocalan çalakiyek fedaî li dar xistiye. Karak ê bedêla kurdbûna xwe daye, bi gotinên, "Hêviya me ji tu cihî tune ye. Ji bo gelê me çi hewce be em amade ne" xwe wek ciwaniya xwe ji bo xebata têkoşînê amade dibîne. 
 
Karak ku piraniya wextê xwe tevî malbata xwe li baxçeyê xwe derbas dike, nexweşîna pençeşêrê pê re heye û tê dermankirin. Karak hem ji ber tiştên hatine serê wî, hem ji ber temenê wî û nexweşîna wî pir tişt nayên bîra wî. 
 
JI BO GEZMÎŞ Û HEVALÊN WÎ GREV KIRIN
 
Karak, ewilî behsa çalakiyek xwe kir. Di sala 1972'yan de gava biryara darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî tê girtin, ew û hevalên xwe yên ji bo karê kelpîçan çûne  navçeya Serêkaniyê, li dijî vê biryarê 4 rojan dev ji kar berdane. Karak û hevalên xwe ji ber vê grevê ji kar hatine derxistin û gava betal mane berê xwe dane gundê xwe, lê ji ber ku pereyê wan tune bûye ji Serêkaniyê heya Pirsûsê meşiyane û di hefteyekê de gihaştine gund. 
 
Karak, bilêv kir ku di sala 1974'an de ji bo kar çûye Ceyhan a Edeneyê û li wir Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye û got: "Ji me re behsa kedxwariyê û binpêkirina mafên karkeran kirin. Me ew li wir nas kirin." 
 
BEHSA ÎSMET KARAK KIR
 
Muslum Karak, paşê behsa birayê xwe yê ku di dema derbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yan de jiyana xwe ji dest da kir.  Karak, diyar kir ku piştî çalakiya rojiya mirinê ya mezin ku Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de li Girtîgeha Amedê dan destpêkirin, birayê wî jî di 1983'yan de dest bi rojiya mirinê kiriye. Karak, da zanîn ku birayê wî di Îlona 1983'yan de, di roja 20'an a rojiya mirinê de ji aliyê rêvebiriya girtîgehê ve hatiye qetilkirin û got: "Me cenazeyê wî anî, li Pirsûsê veşart. Ji wê rojê heya niha dewletê em wekî PKK li nav dosyeyên xwe tomar kiriye." 
 
'BI KURDÎ NEAXIVIN'
 
Karak, anî ziman ku birayê wî Mehmet Karak jî di sala 1988'yan de ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û di Girtîgeha Amedê de maye û di hevdîtinên wan de kurdî qedexe bûye. Karak, wiha behsa wan rojan kir: "Piştî Komkujiya Helebê li girtîgehan hevdîtina vekirî çêbû. Em bi malbatî çûn girtîgehê. Wê çaxê eskerek bi me re hat û li cihê hevdîtinê sekinî. Ji me re digotin, 'Bi kurdî enaxivin.' Me jî digot, em kurd in, em bi kurdî diaxivin û bi tirkî nizanin. Ji ber ku me baş bi tirkî nizanibû me kurdî tevli nav dikir. Birayê min ji me re digot, 'Gava em bi kurdî diaxivin tên li me dixin." 
 
BIRAYÊ WÎ 27 SAL IN GIRTIYE
 
Karak, diyar kir ku piştî wextekê birayê wî Mehmet Dûrak Karak hatiye berdan, lê di sala 1995'an de cardin hatiye girtin û 36 sal ceza lê hatiye birîn û got: "7 zarokên wî hene. Li Giresûn û Mereşê di girtîgehê de ma. Ez jî li Girtîgeha Mereşê pê re mam. Herî dawî ew anîn Rihayê." Keça Karak jî wextekê di girtîgehê de maye û zavê wî jî hê di girtîgehê de ye. 
 
Muslum Karak ku behsa zext û tahdeyên pê re rû bi rû maye kir, da zanîn ku 2 kurên wî tevli nava PKK'ê bûne û ji ber ku wêneyê kurê xwe Îsmet Karak ê tevli PKK'ê bûye parve kiriye hatiye binçavkirin û ji ber vê 3 mehan di girtîgehê de maye.
 
KURÊ WÎ DI HUCREYÊ DE YE
 
Karak, behsa kurê xwe Îsmet Karak kir ku niha di Girtîgeha Sîncanê de di hucreyekê de ye û 14 caran cezayê muebeda giran lê hatiye birîn: "Ewilî li Wanê bû. Li wir salekê ma, ew şandin Mûşê. Li wir jî sal û nîvekê ma û ew birin Erzinganê. Li wir jî 5 salan ma û ew birin Girtîgeha Kirikkaleyê. Piştî li wir tunelek hat dîtin, nêzî 180 girtî sirgûnî girtîgehên cuda kirin. Ew jî yek ji wan bû. Herî dawî tevî 11 hevalan ew birin Sîncanê. 180 hucre çêkirine û kesên cezayê muebedê li wan hatiye birîn xistine van hucreyan. Ew jî bi tena serê xwe di hucreyê de ye." 
 
ÇALAKIYA MAHMÛT YILDIZ A JI BO OCALAN
 
Karak, behsa xwarziyê xwe Mahmût Yildiz ê ku di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê de bû û di 14'ê Sibata 2021'ê de ji bo komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî kir: "Ji bo Abdullah Ocalan çalakiyek fedaî li dar xist. Nameyek li dûr xwe hiştiye. Di nameyê de gotiye, 'Min ev çalakî ji bo serok kir.' Lê name nedan me." 
 
CENAZEYÊ WÎ WERNEGIRTIN
 
Karak, behsa mirina pisxalê xwe Fethî Yildiz ê ku jiyana xwe ji dest daye jî kir. Karak, bilêv kir ku Yildiz di sala 1994'an de tevli PKK'ê bûye û di sala 1995'an de jî li Sasonê jiyana xwe ji dest daye. Karak got: "Ji me re gotin di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest daye. Piştî mirina wî kurê min got, 'Ez ê nehêlim çeka wî li erdê bimîne' û tevli PKK'ê bû. Gava Yildiz mir, malbata wî li Mêrsînê bû û ji ber ku rewşa wan a aborî nebaş bû, ji malbatê kes nehat ji bo DNA'yê xwîn neda. Rewşa min a aborî jî nebaş bû û hevjîna min nexweş bû. Min jî nikaribû tiştekî bike. Min xwest ez xwînê bibim, lê em fikirîn ku dê bi xwîna min DNA neyê tespîtkirin. Em wisa difikirin ku ew li Goristana Xerzanê veşartine. Jixwe paşê ew hemû birin Stenbolê. Hê jî cenazeyê wî tune ye. Em dixwazin cenazeyê xwe wergirtin û bibêjin 'hestiyên wî li vir in.' Bi zorê be jî dixwazim biçim Sasonê cenazeyê wî wergirim." 
 
TÊKOŞÎN
 
Karak ku tevî ev qas tiştan jî kêliyekê be jî dev ji têkoşînê bernedaye, behsa bîranînek xwe û kurê xwe kir: "Rojekê min ji kurê xwe re got pir bela xwe di dozger nede. Ji min re got, 'Ez li ber tu kesî serî natewînim.' Min jê re got, 'heya sax bim ez dev ji vê têkoşînê bernadim.' Min got, 'ez ê heya dawiyê bi te re bim.' Hêviya me ji tu cihî tune ye. Ji bo gelê me çi hewce be em amade ne."
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

22/04/2022
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin