Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in 2022-04-21 09:10:49 RIHA - Muslum Karak ê 67 salî yê bi nexweşîna penceşêrê ketiye û di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de gelek ferdên malbata wî jiyana xwe ji dest dane û bûye şahidê girtina wan û îşkenceya li wan hatiye kirin, got: "Hêviya me ji tu cihî tune ye. Ji bo gelê me çi hewce be em amade ne." Muslum Karak ê 67 salî yê li gundê Qûbika Çareba yê navçeya Pirsûsa Rihayê dimîne, di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de wekî gelek kurdan wî jî bedêlên giran dane. Hem ew bi xwe, hem jî gelek ferdên malbata wî bi salan di girtîgehê de mane û niha kurekî wî, birayekî wî û zavayekî wî hê jî girtî ne.    Birayek wî di girtîgehê de hatiye  qetilkirin. Pisxalekî wî jî di şer de jiyana xwe ji dest daye û hê jî cenazeyê wî wernegirtine. Biraziyê wî jî ji bo Ocalan çalakiyek fedaî li dar xistiye. Karak ê bedêla kurdbûna xwe daye, bi gotinên, "Hêviya me ji tu cihî tune ye. Ji bo gelê me çi hewce be em amade ne" xwe wek ciwaniya xwe ji bo xebata têkoşînê amade dibîne.    Karak ku piraniya wextê xwe tevî malbata xwe li baxçeyê xwe derbas dike, nexweşîna pençeşêrê pê re heye û tê dermankirin. Karak hem ji ber tiştên hatine serê wî, hem ji ber temenê wî û nexweşîna wî pir tişt nayên bîra wî.    JI BO GEZMÎŞ Û HEVALÊN WÎ GREV KIRIN   Karak, ewilî behsa çalakiyek xwe kir. Di sala 1972'yan de gava biryara darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî tê girtin, ew û hevalên xwe yên ji bo karê kelpîçan çûne  navçeya Serêkaniyê, li dijî vê biryarê 4 rojan dev ji kar berdane. Karak û hevalên xwe ji ber vê grevê ji kar hatine derxistin û gava betal mane berê xwe dane gundê xwe, lê ji ber ku pereyê wan tune bûye ji Serêkaniyê heya Pirsûsê meşiyane û di hefteyekê de gihaştine gund.    Karak, bilêv kir ku di sala 1974'an de ji bo kar çûye Ceyhan a Edeneyê û li wir Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye û got: "Ji me re behsa kedxwariyê û binpêkirina mafên karkeran kirin. Me ew li wir nas kirin."    BEHSA ÎSMET KARAK KIR   Muslum Karak, paşê behsa birayê xwe yê ku di dema derbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yan de jiyana xwe ji dest da kir.  Karak, diyar kir ku piştî çalakiya rojiya mirinê ya mezin ku Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de li Girtîgeha Amedê dan destpêkirin, birayê wî jî di 1983'yan de dest bi rojiya mirinê kiriye. Karak, da zanîn ku birayê wî di Îlona 1983'yan de, di roja 20'an a rojiya mirinê de ji aliyê rêvebiriya girtîgehê ve hatiye qetilkirin û got: "Me cenazeyê wî anî, li Pirsûsê veşart. Ji wê rojê heya niha dewletê em wekî PKK li nav dosyeyên xwe tomar kiriye."    'BI KURDÎ NEAXIVIN'   Karak, anî ziman ku birayê wî Mehmet Karak jî di sala 1988'yan de ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û di Girtîgeha Amedê de maye û di hevdîtinên wan de kurdî qedexe bûye. Karak, wiha behsa wan rojan kir: "Piştî Komkujiya Helebê li girtîgehan hevdîtina vekirî çêbû. Em bi malbatî çûn girtîgehê. Wê çaxê eskerek bi me re hat û li cihê hevdîtinê sekinî. Ji me re digotin, 'Bi kurdî enaxivin.' Me jî digot, em kurd in, em bi kurdî diaxivin û bi tirkî nizanin. Ji ber ku me baş bi tirkî nizanibû me kurdî tevli nav dikir. Birayê min ji me re digot, 'Gava em bi kurdî diaxivin tên li me dixin."    BIRAYÊ WÎ 27 SAL IN GIRTIYE   Karak, diyar kir ku piştî wextekê birayê wî Mehmet Dûrak Karak hatiye berdan, lê di sala 1995'an de cardin hatiye girtin û 36 sal ceza lê hatiye birîn û got: "7 zarokên wî hene. Li Giresûn û Mereşê di girtîgehê de ma. Ez jî li Girtîgeha Mereşê pê re mam. Herî dawî ew anîn Rihayê." Keça Karak jî wextekê di girtîgehê de maye û zavê wî jî hê di girtîgehê de ye.    Muslum Karak ku behsa zext û tahdeyên pê re rû bi rû maye kir, da zanîn ku 2 kurên wî tevli nava PKK'ê bûne û ji ber ku wêneyê kurê xwe Îsmet Karak ê tevli PKK'ê bûye parve kiriye hatiye binçavkirin û ji ber vê 3 mehan di girtîgehê de maye.   KURÊ WÎ DI HUCREYÊ DE YE   Karak, behsa kurê xwe Îsmet Karak kir ku niha di Girtîgeha Sîncanê de di hucreyekê de ye û 14 caran cezayê muebeda giran lê hatiye birîn: "Ewilî li Wanê bû. Li wir salekê ma, ew şandin Mûşê. Li wir jî sal û nîvekê ma û ew birin Erzinganê. Li wir jî 5 salan ma û ew birin Girtîgeha Kirikkaleyê. Piştî li wir tunelek hat dîtin, nêzî 180 girtî sirgûnî girtîgehên cuda kirin. Ew jî yek ji wan bû. Herî dawî tevî 11 hevalan ew birin Sîncanê. 180 hucre çêkirine û kesên cezayê muebedê li wan hatiye birîn xistine van hucreyan. Ew jî bi tena serê xwe di hucreyê de ye."    ÇALAKIYA MAHMÛT YILDIZ A JI BO OCALAN   Karak, behsa xwarziyê xwe Mahmût Yildiz ê ku di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê de bû û di 14'ê Sibata 2021'ê de ji bo komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî kir: "Ji bo Abdullah Ocalan çalakiyek fedaî li dar xist. Nameyek li dûr xwe hiştiye. Di nameyê de gotiye, 'Min ev çalakî ji bo serok kir.' Lê name nedan me."    CENAZEYÊ WÎ WERNEGIRTIN   Karak, behsa mirina pisxalê xwe Fethî Yildiz ê ku jiyana xwe ji dest daye jî kir. Karak, bilêv kir ku Yildiz di sala 1994'an de tevli PKK'ê bûye û di sala 1995'an de jî li Sasonê jiyana xwe ji dest daye. Karak got: "Ji me re gotin di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest daye. Piştî mirina wî kurê min got, 'Ez ê nehêlim çeka wî li erdê bimîne' û tevli PKK'ê bû. Gava Yildiz mir, malbata wî li Mêrsînê bû û ji ber ku rewşa wan a aborî nebaş bû, ji malbatê kes nehat ji bo DNA'yê xwîn neda. Rewşa min a aborî jî nebaş bû û hevjîna min nexweş bû. Min jî nikaribû tiştekî bike. Min xwest ez xwînê bibim, lê em fikirîn ku dê bi xwîna min DNA neyê tespîtkirin. Em wisa difikirin ku ew li Goristana Xerzanê veşartine. Jixwe paşê ew hemû birin Stenbolê. Hê jî cenazeyê wî tune ye. Em dixwazin cenazeyê xwe wergirtin û bibêjin 'hestiyên wî li vir in.' Bi zorê be jî dixwazim biçim Sasonê cenazeyê wî wergirim."    TÊKOŞÎN   Karak ku tevî ev qas tiştan jî kêliyekê be jî dev ji têkoşînê bernedaye, behsa bîranînek xwe û kurê xwe kir: "Rojekê min ji kurê xwe re got pir bela xwe di dozger nede. Ji min re got, 'Ez li ber tu kesî serî natewînim.' Min jê re got, 'heya sax bim ez dev ji vê têkoşînê bernadim.' Min got, 'ez ê heya dawiyê bi te re bim.' Hêviya me ji tu cihî tune ye. Ji bo gelê me çi hewce be em amade ne."   MA / Ceylan Şahînlî