'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'

  • rojane
  • 11:02 7 Nîsan 2022
  • |
img
ÊLIH - Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz, diyar kir ku bi vegotin û wêneyên Yahya Karabaş îşkenceya li gundê Timoqê hatiye piştrastkirin û got ku divê berpirsyarên îşkenceyê li pêşberî darazê hesab bidin. 
 
Di 31'ê adarê de leşkeran bi ser gundê Timoqê yê navçeya Hezo ya Êlihê de girtibûn û 15 gundiyan bi lêdan û îşkenceyê binçav kiribûn. Leşkeran kîs kiribûn serê gundiyên ku binçav kiribûn û li qereqolê îşkence li wan kiribûn. Gundiyên Timoqê piştî ku hatibûn berdan xwestibûn derbarê lêdan û îşkenceya ku li wan hatibû kirin de rapor bigirin, gef li wan hatibû xwarin. Leşkeran, asteng kiribû ku gundî rapor bigirin û bi van gotinan gef li wan xwaribûn: "Em ê we jî û gundê we jî bişewitînin." Bi vê gefê leşkeran xwestibû ser bûyerê bigirin. Lê rexmî van astengî û gefan jî wêneyê Yahya Karabaş ê ku xwîn rêjiyabû ser çavên wî û nûçeya ajansa me ya derbarê îşkenceya lê hatibû kirin de îşkenceya li gundiyan bi awayekî şênber raxist ber çavan û li nav raya giştî deng veda. 
 
QEDEXEYA LI GUND
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî di nav de heyetek xwestibû biçe gundê Timoqê û bi gundiyên ku îşkence li wan hatibû kirin re hevdîtin bike. Lê bi hinceta biryara qedexeya ku Walîtiya Êlihê girtibû leşkeran destûr nedabû ku heyet biçe gund û bi gundiyan re hevdîtin bike. 
 
JI BER FIKARAN DIKIN SERLÊDAN NEKIRIN
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê Devran Yildiz, derbarê bûyera îşkenceyê de axivî û diyar kir ku qedexeya ji bo 7 rojan a ji bo operasyona leşkerî jî nîşandana zilma li ser gundiyan e. Yildiz, destnîşan kir ku bi qedexeyê re tê xwestin pêşî li lêkolîna îşkenceyê bê girtin û wiha got: "Di bin çavan de îşkence li 15 kesan hatiye kirin lê tenê kesek serî li komeleya me daye. Kesên din ji ber fikaran dikin serî li komeleya me nedan. Lewre gund hê jî di dorpêçê de ye. Qereqol li kêleke gund e. Dibe ku her kêlî êriş li gundiyan bên kirin. 
 
'DIVÊ BERPIRSYAR HESAB BIDIN'
 
Yildiz, destnîşan kir ku rêjandina xwînê ya ser çavê Yahya Karabaş û vegotinên wî îşkenceyê piştrast dike û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Îşkence diyar e. Ev jî ji bo bûna sûc delîlek e. Faîl jî rayedarên cendirmeyan e ku tevlî operasyonê bûne û bijîjkên ku derbarê îşkenceyê de rapor nedane. Divê bûyerê bi awayekî bêalî bê lêkolînkirin. Divê berpirsyar hesab bidin. Em ê heta dawiyê bûyerê bişopînin. Ji roja binçavkirinê ve gund di dorpêçê de ye. Ji vê rojê de neheqiyan dest pê kiriye. Bi vegotinên Karabaş re tiştên li gund pêk hatine derketin holê. Rexmî ku ev li holê ne niha jî li gund bi hinceta operasyonê 7 roj qedexe hatiye ragihandin."
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ!
 
Di berdewamê de Yildiz, bi lêv kir ku îşkenceya ku hatiye kirin mînakeke polîtîkaya bêcezahiştinê ye û wiha pêde çû: "Hema bibêje di hemû binçavkirinan de îşkence tê kirin. Îşkence bûye tiştekî asayî. Kesên tên binçavkirin destpêkê li wan tê dayîn û piştre îfadeyên wan tên girtin. Ji ber ku dozger zextê li kesên îşkence dikin nakin pêşî li vê nayê girtin."
 
BANGA LI MEXDÛRAN 
 
Yildiz, di dawiya axaftina xwe de bang li mexdûrên îşkenceyê ku fikaran dikin serî li wan bidin kir û xwest ku ji bo hesab ji faîlan bê pirsîn û careke din bûyerên bi vî rengî pêk neyên serî li komeleya wan bidin. 
 
MA / Fethî Balaman 
 
 

Sernavên din

09/04/2022
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan