'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin' 2022-04-07 11:02:43   ÊLIH - Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz, diyar kir ku bi vegotin û wêneyên Yahya Karabaş îşkenceya li gundê Timoqê hatiye piştrastkirin û got ku divê berpirsyarên îşkenceyê li pêşberî darazê hesab bidin.    Di 31'ê adarê de leşkeran bi ser gundê Timoqê yê navçeya Hezo ya Êlihê de girtibûn û 15 gundiyan bi lêdan û îşkenceyê binçav kiribûn. Leşkeran kîs kiribûn serê gundiyên ku binçav kiribûn û li qereqolê îşkence li wan kiribûn. Gundiyên Timoqê piştî ku hatibûn berdan xwestibûn derbarê lêdan û îşkenceya ku li wan hatibû kirin de rapor bigirin, gef li wan hatibû xwarin. Leşkeran, asteng kiribû ku gundî rapor bigirin û bi van gotinan gef li wan xwaribûn: "Em ê we jî û gundê we jî bişewitînin." Bi vê gefê leşkeran xwestibû ser bûyerê bigirin. Lê rexmî van astengî û gefan jî wêneyê Yahya Karabaş ê ku xwîn rêjiyabû ser çavên wî û nûçeya ajansa me ya derbarê îşkenceya lê hatibû kirin de îşkenceya li gundiyan bi awayekî şênber raxist ber çavan û li nav raya giştî deng veda.    QEDEXEYA LI GUND   Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî di nav de heyetek xwestibû biçe gundê Timoqê û bi gundiyên ku îşkence li wan hatibû kirin re hevdîtin bike. Lê bi hinceta biryara qedexeya ku Walîtiya Êlihê girtibû leşkeran destûr nedabû ku heyet biçe gund û bi gundiyan re hevdîtin bike.    JI BER FIKARAN DIKIN SERLÊDAN NEKIRIN   Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê Devran Yildiz, derbarê bûyera îşkenceyê de axivî û diyar kir ku qedexeya ji bo 7 rojan a ji bo operasyona leşkerî jî nîşandana zilma li ser gundiyan e. Yildiz, destnîşan kir ku bi qedexeyê re tê xwestin pêşî li lêkolîna îşkenceyê bê girtin û wiha got: "Di bin çavan de îşkence li 15 kesan hatiye kirin lê tenê kesek serî li komeleya me daye. Kesên din ji ber fikaran dikin serî li komeleya me nedan. Lewre gund hê jî di dorpêçê de ye. Qereqol li kêleke gund e. Dibe ku her kêlî êriş li gundiyan bên kirin.    'DIVÊ BERPIRSYAR HESAB BIDIN'   Yildiz, destnîşan kir ku rêjandina xwînê ya ser çavê Yahya Karabaş û vegotinên wî îşkenceyê piştrast dike û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Îşkence diyar e. Ev jî ji bo bûna sûc delîlek e. Faîl jî rayedarên cendirmeyan e ku tevlî operasyonê bûne û bijîjkên ku derbarê îşkenceyê de rapor nedane. Divê bûyerê bi awayekî bêalî bê lêkolînkirin. Divê berpirsyar hesab bidin. Em ê heta dawiyê bûyerê bişopînin. Ji roja binçavkirinê ve gund di dorpêçê de ye. Ji vê rojê de neheqiyan dest pê kiriye. Bi vegotinên Karabaş re tiştên li gund pêk hatine derketin holê. Rexmî ku ev li holê ne niha jî li gund bi hinceta operasyonê 7 roj qedexe hatiye ragihandin."   POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ!   Di berdewamê de Yildiz, bi lêv kir ku îşkenceya ku hatiye kirin mînakeke polîtîkaya bêcezahiştinê ye û wiha pêde çû: "Hema bibêje di hemû binçavkirinan de îşkence tê kirin. Îşkence bûye tiştekî asayî. Kesên tên binçavkirin destpêkê li wan tê dayîn û piştre îfadeyên wan tên girtin. Ji ber ku dozger zextê li kesên îşkence dikin nakin pêşî li vê nayê girtin."   BANGA LI MEXDÛRAN    Yildiz, di dawiya axaftina xwe de bang li mexdûrên îşkenceyê ku fikaran dikin serî li wan bidin kir û xwest ku ji bo hesab ji faîlan bê pirsîn û careke din bûyerên bi vî rengî pêk neyên serî li komeleya wan bidin.    MA / Fethî Balaman