Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin

img
WAN - Li Wanê yek jê zarok bi giştî 4 hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan Cîhan Şakar di îfadeya xwe de da zanîn ku polîsan ew bi darê zorê li ser çokên wan dane rûniştandin û heta xwîn ji guhên binçavkiriyekî hatî jî lê xistine. 
 
Ciwanên bi navên Yakup Pekel, Mahmut Balikçi, Cîhan Şakar û zarokê bi navê E.P., di 20’ê adarê de li Taxa Xaçort a Wanê ji hêla polîsan ve hatibûn derbkirin û piştre jî hatibûn binçavkirin. Yek jê zarok bi giştî 4 welatî li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê 8 rojan di bin çavan de man. Ji 4 kesan 3 jê bi îdiaya “Li dijî polîsan derketine” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê. Dadgegeriyê bi sedema ku temenê E.P. ji 18 saliyê biçûktir e, bi şertê kontrola edlî berda. 
 
BI QONTAXA ÇEKÊ LI BINÇAVKIRIYAN XISTIN 
 
Tundiya ku polîsan li binçavkiriyan kiribû di girteka îfadeya Cîhan Şakar de derket holê. Şakar, anî ziman ku dema wesayîta xwe paqij dikirin wesayîteke bizirx a polîsan hatiye cem wan û ev agahî parve kirin: “Ji ewil nasnameya min û E.P. kontrol kirin. Telefonên me ji me xwestin û lê nihêrtin. Ji bo ku kontrol bikin bê ka em beşdarî Newrozê bûne yan na, li beşa wêneyan a telefonên me nihêrtin. Piştre li ser me lêgerîn kirin, kelemçe xistin destên me û em li wesayîtê siwar kirin. Di dema bûyerê de li rex wesayîta Sky-Starê dengê şemateyê hat. Polîsên tîmên taybet bi qontaxa tifingan li Yakup xistin û Yakup kete erdê. Piştre jî destên Yakup kelemçe kirin.” 
 
HETA KU XWÎN JI GUHÊN WÎ HATÎ LÊ XISTIN
 
Di berdewamê de Şakar da zanîn ku ji ber lêdana polîsan, Yakup Pekel bi ser hişê xwe ve çû û wiha domand: “Heta 10 deqeyan jî bi ser hişê xwe ve nehat. Welatiyên li derdorê û ambûlans hatin cihê bûyerê. Mahmût jî bi min re hate binçavkirin û polîsên tîmên taybet pêhnek li wî dan û xistin erdê. Pê li mil û lingên wî kirin. Ez, Yakup, E.P. û Mahmût hatin binçavkirin û li wesayîta zirxî hatin siwarkirin. Bi qasî ku min di cama wesayîta zirxî de dît, em birin devera Navenda Çandê ya Nûdayê. Piştre jî wesayîteke din a polîsan hat. Polîsan li wir heqaret li me kirin û li me xistin. Polîsan em ji wir jî birin noqteya polîsan a li pişta AVM’ê. Li vê derê dîsa heqaret li me kirin û li me xistin. Em li ser çokan hatin rûniştandin û nêzî saetekê hem heqaret li me kirin û hem jî li me xistin. Di encama lêdanê de xwîn ji guhên Mahmût hat. Li ser vê yekê sekinîn. Heta polîsekê li wê derê got; ‘ji ewil xwîna li erdê paqij bike piştre guhê xwe.’”
 
'NECEZAKIRIN CISARETÊ DIDE’
 
Xizmên binçavkiriyan bi daxwaza alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê dan. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Hamdî Bayhan diyar kir ku hêzên ewlekariyê ji “polîtîkaya necezakirinê” cisaret dikirin lewma serî li tundiyê didin. 
 
Bayhan, da zanîn ku bi malbat û parêzerên binçavkiriyan re hevdîtin kirine û wiha got: “Lê di van hevdîtinan de diyar bû ku ciwanan li dijî polîsan tiştek nekiriye. Tenê dema ku di wesayîta wan de lêgerîn dihat kirin, xwestine li cem wesayîta xwe bin. Lê ev demekî dirêje ku ‘dewleta polîsan’ li cihê ‘dewleta hiqûqê’ bi cih bûye. Lewma hêzên ewlekariyê tenê daxwazeke mafdar a kesekî qebûl nakin. Tundiyê bi kar tînin. Ev tundî, êdî li her devera welêt sînorên xwe derbas kiriye. Hêzên ewlekariyê vê tundiyê dikin. Sedema vê jî, polîtîkaya necezakirinê ye. Bi hêza ku ji vê derê digirin, dibêjin qey dikarin her tiştî bikin ku dikin jî.” 
 
TUNDIYÊ REWA DIKIN’
 
Bi domdarî Bayhan anî ziman ku hêzên ewlekariyê di firsendeke herî biçûk de jî li dijî hiqûqê tevdigerin û axaftina xwe wiha qedand: “Tundiya polîsan bi destê hiqûqê tê rewakirin. Bi vê yekê re tundiyê dinixûmînin. Weke ku zarokan sûcên mezin kiribin, nêz dibin. Lê di dosyaya zarokan de tiştek nîne. Li gorî agahiyên me ji malbatên wan wergirtin û vîdeoyên ku me temaşe kirine, di dema bûyerê de ji bo zarokekî masaja dil tê kirin. Ambulans tê cihê bûyerê lê li şûna ku bibin nexweşxaneyê, li wesayîta zirxî tê siwarkirin û raste rast derbasî emniyetê dikin.” 
 
MA / Mehmet Şah Oruç
 

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin