Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin 2022-03-30 11:00:33   WAN - Li Wanê yek jê zarok bi giştî 4 hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan Cîhan Şakar di îfadeya xwe de da zanîn ku polîsan ew bi darê zorê li ser çokên wan dane rûniştandin û heta xwîn ji guhên binçavkiriyekî hatî jî lê xistine.    Ciwanên bi navên Yakup Pekel, Mahmut Balikçi, Cîhan Şakar û zarokê bi navê E.P., di 20’ê adarê de li Taxa Xaçort a Wanê ji hêla polîsan ve hatibûn derbkirin û piştre jî hatibûn binçavkirin. Yek jê zarok bi giştî 4 welatî li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê 8 rojan di bin çavan de man. Ji 4 kesan 3 jê bi îdiaya “Li dijî polîsan derketine” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê. Dadgegeriyê bi sedema ku temenê E.P. ji 18 saliyê biçûktir e, bi şertê kontrola edlî berda.    BI QONTAXA ÇEKÊ LI BINÇAVKIRIYAN XISTIN    Tundiya ku polîsan li binçavkiriyan kiribû di girteka îfadeya Cîhan Şakar de derket holê. Şakar, anî ziman ku dema wesayîta xwe paqij dikirin wesayîteke bizirx a polîsan hatiye cem wan û ev agahî parve kirin: “Ji ewil nasnameya min û E.P. kontrol kirin. Telefonên me ji me xwestin û lê nihêrtin. Ji bo ku kontrol bikin bê ka em beşdarî Newrozê bûne yan na, li beşa wêneyan a telefonên me nihêrtin. Piştre li ser me lêgerîn kirin, kelemçe xistin destên me û em li wesayîtê siwar kirin. Di dema bûyerê de li rex wesayîta Sky-Starê dengê şemateyê hat. Polîsên tîmên taybet bi qontaxa tifingan li Yakup xistin û Yakup kete erdê. Piştre jî destên Yakup kelemçe kirin.”    HETA KU XWÎN JI GUHÊN WÎ HATÎ LÊ XISTIN   Di berdewamê de Şakar da zanîn ku ji ber lêdana polîsan, Yakup Pekel bi ser hişê xwe ve çû û wiha domand: “Heta 10 deqeyan jî bi ser hişê xwe ve nehat. Welatiyên li derdorê û ambûlans hatin cihê bûyerê. Mahmût jî bi min re hate binçavkirin û polîsên tîmên taybet pêhnek li wî dan û xistin erdê. Pê li mil û lingên wî kirin. Ez, Yakup, E.P. û Mahmût hatin binçavkirin û li wesayîta zirxî hatin siwarkirin. Bi qasî ku min di cama wesayîta zirxî de dît, em birin devera Navenda Çandê ya Nûdayê. Piştre jî wesayîteke din a polîsan hat. Polîsan li wir heqaret li me kirin û li me xistin. Polîsan em ji wir jî birin noqteya polîsan a li pişta AVM’ê. Li vê derê dîsa heqaret li me kirin û li me xistin. Em li ser çokan hatin rûniştandin û nêzî saetekê hem heqaret li me kirin û hem jî li me xistin. Di encama lêdanê de xwîn ji guhên Mahmût hat. Li ser vê yekê sekinîn. Heta polîsekê li wê derê got; ‘ji ewil xwîna li erdê paqij bike piştre guhê xwe.’”   'NECEZAKIRIN CISARETÊ DIDE’   Xizmên binçavkiriyan bi daxwaza alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê dan. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Hamdî Bayhan diyar kir ku hêzên ewlekariyê ji “polîtîkaya necezakirinê” cisaret dikirin lewma serî li tundiyê didin.    Bayhan, da zanîn ku bi malbat û parêzerên binçavkiriyan re hevdîtin kirine û wiha got: “Lê di van hevdîtinan de diyar bû ku ciwanan li dijî polîsan tiştek nekiriye. Tenê dema ku di wesayîta wan de lêgerîn dihat kirin, xwestine li cem wesayîta xwe bin. Lê ev demekî dirêje ku ‘dewleta polîsan’ li cihê ‘dewleta hiqûqê’ bi cih bûye. Lewma hêzên ewlekariyê tenê daxwazeke mafdar a kesekî qebûl nakin. Tundiyê bi kar tînin. Ev tundî, êdî li her devera welêt sînorên xwe derbas kiriye. Hêzên ewlekariyê vê tundiyê dikin. Sedema vê jî, polîtîkaya necezakirinê ye. Bi hêza ku ji vê derê digirin, dibêjin qey dikarin her tiştî bikin ku dikin jî.”    TUNDIYÊ REWA DIKIN’   Bi domdarî Bayhan anî ziman ku hêzên ewlekariyê di firsendeke herî biçûk de jî li dijî hiqûqê tevdigerin û axaftina xwe wiha qedand: “Tundiya polîsan bi destê hiqûqê tê rewakirin. Bi vê yekê re tundiyê dinixûmînin. Weke ku zarokan sûcên mezin kiribin, nêz dibin. Lê di dosyaya zarokan de tiştek nîne. Li gorî agahiyên me ji malbatên wan wergirtin û vîdeoyên ku me temaşe kirine, di dema bûyerê de ji bo zarokekî masaja dil tê kirin. Ambulans tê cihê bûyerê lê li şûna ku bibin nexweşxaneyê, li wesayîta zirxî tê siwarkirin û raste rast derbasî emniyetê dikin.”    MA / Mehmet Şah Oruç