Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne

img

ENQERE - Ji bo ku li dijî pergala baviksalar û yekperest bikarin zimanê xwe yê dayikê biparêzin, ji televîzyonan heta kovar, pirtûk û komên muzîkê, jinan di gelek qadan de xebat meşandin û bi vê têkoşîna xwe jî hebûna ziman diparêzin. Jinan bang kir ku hemû kes di serhildana 8’ê Adarê de bi zimanê xwe bi qîre. 

Yek ji qadên têkoşînê ya jinên li hemberî pergala baviksalar têkoşîna wekhevî, maf û jiyanê didin jî, zimanê dayikê ye. Jin, li rexekî li dijî hişmendiya ku ziman ji xwezaya xwe qut dike têdikoşe, li rexekî ji bo parastina zimanê dayikê li dijî polîtîkaya pişaftinê têdikoşin û li rexa din jî ji bo parastina hebûna ziman gelek xebatên cuda dimeşînin. 
 
Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de hemû gelan bi zimanên xwe pîrozbahî li dar xistin. Di van rojên ku em ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ve diçin de jinan, qala girîngiya zimanê dayikê û têkoşîna xwe ya di vê qadê de kirin. 
 
 
ZIMANÊ XWE BI STRANAN DIPARÊZE
 
Arzu Keskînkurt Ulu ku li Artvînê dijî û zarokatiya wê li zoman derbas bûye, ji bo parastina zimanê xwe beşdarî koroyeke stranan bûye û hewl dide bi vê rêbazê hebûna zimanê xwe biparêze. Ulu, ji bo ziman wiha dibêje: “Ez, bi eslê xwe gurcî me. Mezinên me li şûna tirkî, bi gurcî diaxivin. Ez jî bi wan re mezin bûm lewma hînî zimanê xwe bûm. Niha li vê derê ez nikarim baş bi zimanê xwe biaxivim lê dema diçim gund û zoman bi zimanê xwe diaxivim. Dema bi zimanê xwe diaxivim, keyfxweş dibim. Ji bo ku zimanê me bêhtir bê axaftin, ez tev li xebatên koroya jinan bûm. Di hêla çandan de ev herêm gelek dewlemende. Gurcî, laz û hemşîn hene. Ziman, pir dewlemend in. Em jî hewl didin vê dewlemendiyê di koroya xwe de nîşan bidin. Bi zimanên herêmî stranan distrîn. Li rexekî em hîn dibin û li rexa din jî hewl didin belav bikin. Li gorî me tiştekî watedare ku mirov danasîna çanda xwe bike û berbelav bike.” 
 
BANDORA ÇANDA GUND
 
Di berdewamê de Ulu anî ziman ku li ser zimanê wan ê dayikê zextekî fermî nîne lê belê di pergala perwerdehiyê de rê li ber nayê vekirin û wiha domand: “Weke keseka gurcî, tu carî rastî zextekî ku ji ber ziman li kurdan tê kirin nehatim. Gelê gurcî, li Artvînê bi zimanê xwe diaxive, stranan dibêje. Di vê mijarê de zextek li ser nîne. Nifûsa Artvînê zêde û çanda wê jî pir berbelav e. Zimanê gurcî, zimanekî çalak e. Jiyan û çanda li zom û gundan dike ku ev ziman derbasî nifşên nû bibe. Li bajaran ev yek ji ber xwe ve çênabe. Divê mirov bikeve nava hewldanan.” 
 
DI HER 8’Ê ADARÊ DE KOVAR TÊ DERXISTIN 
 
Ulu, diyar kir ku ev 7 sal in di her 8’ê Adarê de kovara jinan derdixînin û wiha pê de çû: “Ez jî di xebatên derxistina kovarê de cih digirim. Em, vê kovarê di 8’ê Adarê de belav dikin. Ji bo hemû kesî pêşerojeke azad hêvî dikim.” 
 
BI LÊDANÊ HÎNÎ TIRKÎ BÛ
 
Nûray Atmaca jî li Dêrsimê dijî û bi zaravayê kirmanckî diaxive. Atmaca, bi zaravayê kirmanckî bernameyeke televîzyonê pêşkeş dike û dibêje ku bi vê yekê têkoşîna ziman dide. Atmaca, da zanîn ku ji bav û dayika xwe hînî zimanê xwe bûye û wiha didomîne: “Malbata min di nava malê de her tim bi zimanê xwe diaxivî. Lewma em hîn bûn û me ji bîr nekir. Ez ji wan bi minetim ku bi saya wan dikarim bernameyeke televîzyonê bi zimanê xwe pêşkeş bikim. Li dibistanê bi lêdanê hînî tirkî bûm. Me, sedema vê lêdanê nedizanî. Hînkirina tirkî ya li dibistanê bo me gelek zehmet dihat. Hêj niha jî ew dem li bîra min in.” 
 
POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ
 
Bi domdarî Atmaca bal kişand ser polîtîkaya pişaftinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bandora vê polîtîkayê li ser tevahiya çand û jiyana me heye. Em kurd, ji bo parastina zimanê xwe gelek têkoşiyan lê dibînin ku hêjta li vî welatî polîtîkaya red û înkarê li ser çand û zimanên cuda hene. 13-14 xalên Plana Islehkirina Şerqê raste rast ji bo qedexeya li ser zimanê kurdî ye. Pergala niha jî li gorî wan xalan tevdigere û polîtîkayên pişaftinê dimeşînin.” 
 
TÊKOŞÎNA ZIMAN Û NASNAMEYÊ
 
Di berdewamê de Atmaca destnîşan kir ku ji bo parastina ziman, barê herî mezin dikeve ser milê jinan û wiha derbirî: “Jin, li rexekî têkoşîna jiyanê û li rexa din jî têkoşîna ziman didin. Tunebûna ziman û çandekî, tê wateya tunebûna nasnameya jinan. Heke em di şîn û şahiyên xwe de bi zimanê xwe biaxivin, dê ev ziman bikare hebûna xwe biparêze. Ev ne tenê berpirsyariya jinan lê berpirsyariya hemû gelan e. Di serhildana 8’ê Adarê de jî jin dowîzên xwe bi zimanê xwe dinivîsinin û balê dikişînin ser girîngiya ziman. Hefteyekî carekî diçim gundekî Dêrsimê û bernameya xwe bi kirmanckî amade dikim. Kesên ez pê re diaxivim gelemperî kesên pîr in lê dîsa jî gelek baş derbas dibin. Herî zêde bi vê bernameyê xêra min digihije ziman. Heke jin têkoşîna xwe bi zimanê xwe vebêje, wê demê ziman jî dê hebûna xwe biparêze. Bi vê wesîleyê ez 8’ê Adarê pîroz dikim.” 
 
HENEKÊN XWE BI DEVOKA WÊ KIRIN 
 
Hûriye Şahîn ku bi eslê xwe hemşîne û li Enqereyê dijî, dibêje ku ji bo parastina zimanê xwe pirtûk û kovaran dinivîsîne. Şahîn, ji navçeya Hopa ya Artvînê ye û di sala 1974’an de tevî malbata xwe koçî Enqereyê kirine. Şahîn, anî ziman ku bi saya dayika xwe hînî zimanê xwe bûye û wiha didomîne: “Ji ber ku dayika min bi me re her tim bi hemşînî diaxiviya. Her demsalên havînê diçûm Hopayê û gelê me bi zimanê xwe diaxivî lewma jî min zimanê xwe ji bîr nekir. Polîtîkaya pişaftinê di zaroktiyê de bi lez û bez pêş ket. Em, bi lêdanê hînî tirkî bûn. Hemû gelên li herêmê bi heman rengî hînî tirkî bûn. Dapîra min li Enqereyê dijiya û her tim bi zimanê xwe diaxiviya. Me jî bi saya wê karî zimanê xwe biparêzin. Dema em zarok, li Enqereyê her tim henekên xwe bi devoka min dikirin. Min ji xwendinê gelek hez dikir û vê jî kir ku ez hînî axaftina şêwazê zimanê fermî bibim. Dema min pirtûka rêzimanê hemşînî dinivîsand, wê demê min baş tirkî fêm dikir.”
 
TÊKOŞÎNA KURDAN BANDOR LÊ KIR 
 
Di berdewamê de jî Şahîn destnîşan kir ku bi demê re fehma parastina zimanê dayikê di wê de pêş ketiye û wiha got: “Têkoşîna kurdan a ji bo ziman û çanda xwe, bandorekî mezin li min kir. Min got ku hewceye em jî wekî kurdan xwedî seknek bin û ji bo parastina ziman û çanda xwe bikevin nava hewldanan. Û min biryar da ku vê hewldana xwe bi nivîskî nîşan bidim. Di vê çarçoveyê de min 3 sal berê yekemîn pirtûka rêziman a hemşînî derxist. Beriya vê pirtûkê, me li gel jinên ji herêmê kovarek derxist ku 4 hejmarên wê derketin. Gund bi gund geriyam, min çîrok û stran berhev kirin û kovar derxist. Kovar, bi zimanên hemşînî û tirkî dihat çapkirin. Bi kelecaneke mezin hat pêşwazîkirin. Ji bo parastina zimanan têdikoşim. Ziman û çand, dewlemendiya vê erdnîgariyê ne. Divê zimanê tu kesekî neyê qedexekirin. Werin em bi awayekî wekhev û azad bijîn. Ev yêk, dê me bêhtir pêşve bibe. Heke gel hebin, ev welat jî dikare hebûna xwe biparêze.” 
 
JIN, PARASTVANÊN ZIMANIN
 
Şahîn, anî ziman ku jin hem parastvanên ziman û hem jî yên çandê ne û ev pêşniyar kir: “Jinên ji gelên cuda yên Tirkiyeyê dikarin werin cem hev û rojnameyeke hevpar derxînin. Ev xebat dê bike ku em hev bêhtir nas bikin. Ji ber ku dewlet her roj me bêhtir dûrî hev dike. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, xebateke wiha dê gelek baş bibe. Her wiha dê haya me jî ji hev bêhtir hebe.” 
 
TEKANE AMÛRÊ RAGIHANDINÊ
 
Têkildarî mijarê Derya Uysal ku li navçeya Samandag a Hatayê dijî û bi eslê xwe ereb jî axivî. Uysal, diyar kir ku di zarokatiya wê de li mala wan tenê bi erebî dihat axaftin û wiha dom kir: “Min cara ewil li dibistana seretayî tirkî bihîst. Bi vê yekê re amûra we ya ragihandinê ji destê we tê girtin û zimanekî din li we tê ferzkirin. Axaftina bi erebî qedexe bû. Di dersan de qedexe ye. Nedihiştin ku em di navberên dersan de jî biaxivin. Dema ji ber axaftina bi erebî cezayê pere li we dihat birîn an jî çûvek li destê we dihat xistin, wê demê mirov bi ser vê rastiyê baş digihişt. Hûn sedema vê jî fêm nakin lê ferq dikin ku tekane amûra we ya ragihandinê tê cezakirin. Li malê tenê bi erebî dihat axaftin û êdî di dilê we de li dijî vî zimanî dijminatiyek çêdibe. Demek piştre, axaftina bi tirkî weke nîşaneyeke şaristanîbûnê dihat ferzkirin. Erebî jî weke semboleke nezaniyê nîşan didan. Lewma jî ji bo ku xwe bigihînî zimanê şaristaniyê, hûn bi hevtemenên xwe re diketin pêşbirkê. Baş hînkirina tirkî, her wiha ji bo serkeftinê jî rê li ber we vedikir.” 
 
SALÊN 80 û 90’Î
 
Uysal, daxuyand ku xwendin û nivîsandina bi erebî, bi saya bavê xwe ji dikandarê taxê hîn bûye û wiha axivî: “Lê min bi dilxwazî dest pê nekir. Piştre jî min navberekî dirêj da. Di ciwantiya xwe de min tevgerên polîtîk nas kirin û têkoşîna azadiyê ya kurdan bandor li min kir. Kovara Guney Uyaniş derketibû û mijarên çand û ziman derketibûn pêş. Di hêla bi kar anîna ziman û xwedîderketina li çandê de mirov dikare vê pêvajoyê ji bo serdema piştî salên 80’yî weke destpêk qebûl bike. Di salên 90’î de malbatan dîsa erebî hînî zarokên xwe kir û ev pêvajo jî bû pêvajoya hewldana zindîkirina ziman. Bandoreke erênî ya vê pêvajoyê çêbû lê li dijî êrişên topyekûn ên li ser zimanan, pir qels man. Lê di salên piştre de ev rewş hinek guherî. Bi şerê Iraqê re pîşeya tercûmaniyê kete nava jiyana min. Zimanê erebî, êdî bû parçeyeke jiyana min.”
 
ZIMANÊ DAYIKÊ MAF E
 
Derya Uysal wiha dawî li axaftina xwe anî: “Polîtîkaya zext û pişaftinê bandorekî mezin li çandan kir. Hemû hêmayên çandê, di kêliyên cuda yên dîrokê de bi ziman re ava bûne. Tu hevok, bi qasî hevokeke hûn bi zimanê xwe ji hezkiriya xwe re dibêjin bibandortir nîne. Hûn, xewnên xwe bi zimanê xwe dibînin. Mînak, ez hemû xewnên xwe bi zimanê xwe dibînim. A rast, li gorî min divê ji bo parastina ziman û çandê jin bêhtir têbikoşin. Xweîfadekirina bi zimanê dayikê, mafekî gerdûnî ye û divê weke mafekî herî bingehîn bê dîtin. Ji bo pêşketineke bitendurist, ziman yek ji aliyên herî girîng e. Bandorê li tevahiya jiyana mirov dike. Ji ber ku travmayên bi qedexekirina ziman çêbûyîn, bandorê li her aliyê jiyanê dike. Zimanê dayikê, mafekî jiyanî ye. Divê em di vê çarçoveyê de li mijarê binihêrin û hemû têkoşînên bi îdiaya pêşxistina mirovahiyê tên kirin li ser vê rêgezê bikin yek.” 
 
MA / Zemo Aggoz
 
 

Sernavên din

04/03/2022
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin
14:57 Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin
14:42 Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin
14:28 Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
14:27 NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
14:21 Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da
13:51 Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin