Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne 2022-03-02 11:02:14 ENQERE - Ji bo ku li dijî pergala baviksalar û yekperest bikarin zimanê xwe yê dayikê biparêzin, ji televîzyonan heta kovar, pirtûk û komên muzîkê, jinan di gelek qadan de xebat meşandin û bi vê têkoşîna xwe jî hebûna ziman diparêzin. Jinan bang kir ku hemû kes di serhildana 8’ê Adarê de bi zimanê xwe bi qîre.  Yek ji qadên têkoşînê ya jinên li hemberî pergala baviksalar têkoşîna wekhevî, maf û jiyanê didin jî, zimanê dayikê ye. Jin, li rexekî li dijî hişmendiya ku ziman ji xwezaya xwe qut dike têdikoşe, li rexekî ji bo parastina zimanê dayikê li dijî polîtîkaya pişaftinê têdikoşin û li rexa din jî ji bo parastina hebûna ziman gelek xebatên cuda dimeşînin.    Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de hemû gelan bi zimanên xwe pîrozbahî li dar xistin. Di van rojên ku em ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ve diçin de jinan, qala girîngiya zimanê dayikê û têkoşîna xwe ya di vê qadê de kirin.      ZIMANÊ XWE BI STRANAN DIPARÊZE   Arzu Keskînkurt Ulu ku li Artvînê dijî û zarokatiya wê li zoman derbas bûye, ji bo parastina zimanê xwe beşdarî koroyeke stranan bûye û hewl dide bi vê rêbazê hebûna zimanê xwe biparêze. Ulu, ji bo ziman wiha dibêje: “Ez, bi eslê xwe gurcî me. Mezinên me li şûna tirkî, bi gurcî diaxivin. Ez jî bi wan re mezin bûm lewma hînî zimanê xwe bûm. Niha li vê derê ez nikarim baş bi zimanê xwe biaxivim lê dema diçim gund û zoman bi zimanê xwe diaxivim. Dema bi zimanê xwe diaxivim, keyfxweş dibim. Ji bo ku zimanê me bêhtir bê axaftin, ez tev li xebatên koroya jinan bûm. Di hêla çandan de ev herêm gelek dewlemende. Gurcî, laz û hemşîn hene. Ziman, pir dewlemend in. Em jî hewl didin vê dewlemendiyê di koroya xwe de nîşan bidin. Bi zimanên herêmî stranan distrîn. Li rexekî em hîn dibin û li rexa din jî hewl didin belav bikin. Li gorî me tiştekî watedare ku mirov danasîna çanda xwe bike û berbelav bike.”    BANDORA ÇANDA GUND   Di berdewamê de Ulu anî ziman ku li ser zimanê wan ê dayikê zextekî fermî nîne lê belê di pergala perwerdehiyê de rê li ber nayê vekirin û wiha domand: “Weke keseka gurcî, tu carî rastî zextekî ku ji ber ziman li kurdan tê kirin nehatim. Gelê gurcî, li Artvînê bi zimanê xwe diaxive, stranan dibêje. Di vê mijarê de zextek li ser nîne. Nifûsa Artvînê zêde û çanda wê jî pir berbelav e. Zimanê gurcî, zimanekî çalak e. Jiyan û çanda li zom û gundan dike ku ev ziman derbasî nifşên nû bibe. Li bajaran ev yek ji ber xwe ve çênabe. Divê mirov bikeve nava hewldanan.”    DI HER 8’Ê ADARÊ DE KOVAR TÊ DERXISTIN    Ulu, diyar kir ku ev 7 sal in di her 8’ê Adarê de kovara jinan derdixînin û wiha pê de çû: “Ez jî di xebatên derxistina kovarê de cih digirim. Em, vê kovarê di 8’ê Adarê de belav dikin. Ji bo hemû kesî pêşerojeke azad hêvî dikim.”    BI LÊDANÊ HÎNÎ TIRKÎ BÛ   Nûray Atmaca jî li Dêrsimê dijî û bi zaravayê kirmanckî diaxive. Atmaca, bi zaravayê kirmanckî bernameyeke televîzyonê pêşkeş dike û dibêje ku bi vê yekê têkoşîna ziman dide. Atmaca, da zanîn ku ji bav û dayika xwe hînî zimanê xwe bûye û wiha didomîne: “Malbata min di nava malê de her tim bi zimanê xwe diaxivî. Lewma em hîn bûn û me ji bîr nekir. Ez ji wan bi minetim ku bi saya wan dikarim bernameyeke televîzyonê bi zimanê xwe pêşkeş bikim. Li dibistanê bi lêdanê hînî tirkî bûm. Me, sedema vê lêdanê nedizanî. Hînkirina tirkî ya li dibistanê bo me gelek zehmet dihat. Hêj niha jî ew dem li bîra min in.”    POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ   Bi domdarî Atmaca bal kişand ser polîtîkaya pişaftinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bandora vê polîtîkayê li ser tevahiya çand û jiyana me heye. Em kurd, ji bo parastina zimanê xwe gelek têkoşiyan lê dibînin ku hêjta li vî welatî polîtîkaya red û înkarê li ser çand û zimanên cuda hene. 13-14 xalên Plana Islehkirina Şerqê raste rast ji bo qedexeya li ser zimanê kurdî ye. Pergala niha jî li gorî wan xalan tevdigere û polîtîkayên pişaftinê dimeşînin.”    TÊKOŞÎNA ZIMAN Û NASNAMEYÊ   Di berdewamê de Atmaca destnîşan kir ku ji bo parastina ziman, barê herî mezin dikeve ser milê jinan û wiha derbirî: “Jin, li rexekî têkoşîna jiyanê û li rexa din jî têkoşîna ziman didin. Tunebûna ziman û çandekî, tê wateya tunebûna nasnameya jinan. Heke em di şîn û şahiyên xwe de bi zimanê xwe biaxivin, dê ev ziman bikare hebûna xwe biparêze. Ev ne tenê berpirsyariya jinan lê berpirsyariya hemû gelan e. Di serhildana 8’ê Adarê de jî jin dowîzên xwe bi zimanê xwe dinivîsinin û balê dikişînin ser girîngiya ziman. Hefteyekî carekî diçim gundekî Dêrsimê û bernameya xwe bi kirmanckî amade dikim. Kesên ez pê re diaxivim gelemperî kesên pîr in lê dîsa jî gelek baş derbas dibin. Herî zêde bi vê bernameyê xêra min digihije ziman. Heke jin têkoşîna xwe bi zimanê xwe vebêje, wê demê ziman jî dê hebûna xwe biparêze. Bi vê wesîleyê ez 8’ê Adarê pîroz dikim.”    HENEKÊN XWE BI DEVOKA WÊ KIRIN    Hûriye Şahîn ku bi eslê xwe hemşîne û li Enqereyê dijî, dibêje ku ji bo parastina zimanê xwe pirtûk û kovaran dinivîsîne. Şahîn, ji navçeya Hopa ya Artvînê ye û di sala 1974’an de tevî malbata xwe koçî Enqereyê kirine. Şahîn, anî ziman ku bi saya dayika xwe hînî zimanê xwe bûye û wiha didomîne: “Ji ber ku dayika min bi me re her tim bi hemşînî diaxiviya. Her demsalên havînê diçûm Hopayê û gelê me bi zimanê xwe diaxivî lewma jî min zimanê xwe ji bîr nekir. Polîtîkaya pişaftinê di zaroktiyê de bi lez û bez pêş ket. Em, bi lêdanê hînî tirkî bûn. Hemû gelên li herêmê bi heman rengî hînî tirkî bûn. Dapîra min li Enqereyê dijiya û her tim bi zimanê xwe diaxiviya. Me jî bi saya wê karî zimanê xwe biparêzin. Dema em zarok, li Enqereyê her tim henekên xwe bi devoka min dikirin. Min ji xwendinê gelek hez dikir û vê jî kir ku ez hînî axaftina şêwazê zimanê fermî bibim. Dema min pirtûka rêzimanê hemşînî dinivîsand, wê demê min baş tirkî fêm dikir.”   TÊKOŞÎNA KURDAN BANDOR LÊ KIR    Di berdewamê de jî Şahîn destnîşan kir ku bi demê re fehma parastina zimanê dayikê di wê de pêş ketiye û wiha got: “Têkoşîna kurdan a ji bo ziman û çanda xwe, bandorekî mezin li min kir. Min got ku hewceye em jî wekî kurdan xwedî seknek bin û ji bo parastina ziman û çanda xwe bikevin nava hewldanan. Û min biryar da ku vê hewldana xwe bi nivîskî nîşan bidim. Di vê çarçoveyê de min 3 sal berê yekemîn pirtûka rêziman a hemşînî derxist. Beriya vê pirtûkê, me li gel jinên ji herêmê kovarek derxist ku 4 hejmarên wê derketin. Gund bi gund geriyam, min çîrok û stran berhev kirin û kovar derxist. Kovar, bi zimanên hemşînî û tirkî dihat çapkirin. Bi kelecaneke mezin hat pêşwazîkirin. Ji bo parastina zimanan têdikoşim. Ziman û çand, dewlemendiya vê erdnîgariyê ne. Divê zimanê tu kesekî neyê qedexekirin. Werin em bi awayekî wekhev û azad bijîn. Ev yêk, dê me bêhtir pêşve bibe. Heke gel hebin, ev welat jî dikare hebûna xwe biparêze.”    JIN, PARASTVANÊN ZIMANIN   Şahîn, anî ziman ku jin hem parastvanên ziman û hem jî yên çandê ne û ev pêşniyar kir: “Jinên ji gelên cuda yên Tirkiyeyê dikarin werin cem hev û rojnameyeke hevpar derxînin. Ev xebat dê bike ku em hev bêhtir nas bikin. Ji ber ku dewlet her roj me bêhtir dûrî hev dike. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, xebateke wiha dê gelek baş bibe. Her wiha dê haya me jî ji hev bêhtir hebe.”    TEKANE AMÛRÊ RAGIHANDINÊ   Têkildarî mijarê Derya Uysal ku li navçeya Samandag a Hatayê dijî û bi eslê xwe ereb jî axivî. Uysal, diyar kir ku di zarokatiya wê de li mala wan tenê bi erebî dihat axaftin û wiha dom kir: “Min cara ewil li dibistana seretayî tirkî bihîst. Bi vê yekê re amûra we ya ragihandinê ji destê we tê girtin û zimanekî din li we tê ferzkirin. Axaftina bi erebî qedexe bû. Di dersan de qedexe ye. Nedihiştin ku em di navberên dersan de jî biaxivin. Dema ji ber axaftina bi erebî cezayê pere li we dihat birîn an jî çûvek li destê we dihat xistin, wê demê mirov bi ser vê rastiyê baş digihişt. Hûn sedema vê jî fêm nakin lê ferq dikin ku tekane amûra we ya ragihandinê tê cezakirin. Li malê tenê bi erebî dihat axaftin û êdî di dilê we de li dijî vî zimanî dijminatiyek çêdibe. Demek piştre, axaftina bi tirkî weke nîşaneyeke şaristanîbûnê dihat ferzkirin. Erebî jî weke semboleke nezaniyê nîşan didan. Lewma jî ji bo ku xwe bigihînî zimanê şaristaniyê, hûn bi hevtemenên xwe re diketin pêşbirkê. Baş hînkirina tirkî, her wiha ji bo serkeftinê jî rê li ber we vedikir.”    SALÊN 80 û 90’Î   Uysal, daxuyand ku xwendin û nivîsandina bi erebî, bi saya bavê xwe ji dikandarê taxê hîn bûye û wiha axivî: “Lê min bi dilxwazî dest pê nekir. Piştre jî min navberekî dirêj da. Di ciwantiya xwe de min tevgerên polîtîk nas kirin û têkoşîna azadiyê ya kurdan bandor li min kir. Kovara Guney Uyaniş derketibû û mijarên çand û ziman derketibûn pêş. Di hêla bi kar anîna ziman û xwedîderketina li çandê de mirov dikare vê pêvajoyê ji bo serdema piştî salên 80’yî weke destpêk qebûl bike. Di salên 90’î de malbatan dîsa erebî hînî zarokên xwe kir û ev pêvajo jî bû pêvajoya hewldana zindîkirina ziman. Bandoreke erênî ya vê pêvajoyê çêbû lê li dijî êrişên topyekûn ên li ser zimanan, pir qels man. Lê di salên piştre de ev rewş hinek guherî. Bi şerê Iraqê re pîşeya tercûmaniyê kete nava jiyana min. Zimanê erebî, êdî bû parçeyeke jiyana min.”   ZIMANÊ DAYIKÊ MAF E   Derya Uysal wiha dawî li axaftina xwe anî: “Polîtîkaya zext û pişaftinê bandorekî mezin li çandan kir. Hemû hêmayên çandê, di kêliyên cuda yên dîrokê de bi ziman re ava bûne. Tu hevok, bi qasî hevokeke hûn bi zimanê xwe ji hezkiriya xwe re dibêjin bibandortir nîne. Hûn, xewnên xwe bi zimanê xwe dibînin. Mînak, ez hemû xewnên xwe bi zimanê xwe dibînim. A rast, li gorî min divê ji bo parastina ziman û çandê jin bêhtir têbikoşin. Xweîfadekirina bi zimanê dayikê, mafekî gerdûnî ye û divê weke mafekî herî bingehîn bê dîtin. Ji bo pêşketineke bitendurist, ziman yek ji aliyên herî girîng e. Bandorê li tevahiya jiyana mirov dike. Ji ber ku travmayên bi qedexekirina ziman çêbûyîn, bandorê li her aliyê jiyanê dike. Zimanê dayikê, mafekî jiyanî ye. Divê em di vê çarçoveyê de li mijarê binihêrin û hemû têkoşînên bi îdiaya pêşxistina mirovahiyê tên kirin li ser vê rêgezê bikin yek.”    MA / Zemo Aggoz