Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin

  • rojane
  • 14:19 11 Sibat 2022
  • |
img
KONYA - Derket holê ku îfadeya yekane şahidê êrişa nijadperest a malbatên Keleş û Çalik pêkanîbû û 7 ferdên malbata Dedeogûllari jiyana xwe ji dest dabûn, Ahmet Ardiç piştî bûyerê meh û nivan hat wergirtin. 
 
Malbatên Keleş û Çalik li dijî ferdên Malbata Dedeogullari ku 7 ferdên wan di êrişa nijadperest de jiyana xwe ji dest dabûn, di 12’ê Gulana 2021’an de li Konyayê êrişek nijadperest pêk anîbû. Danişîna 2’yemîn a doza 2 jê girtî derbarê 9 kesan de hatiye vekirin, li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin. 
 
Xizmên malbata Dedeogûllari, parêzerên aliyan, ji Baroya Amedê û ji Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê gelek parêzer tevlî danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir bûn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr û rêveberên navend û navçeyên HDP’a Konyayê jî di nav de gelek kesan danişîn temaşe kirin. Ji bersûcan 4 zilam li eywanê amade bûn û 2 girtî jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. 
 
Di danişînê de yekane şahidê êrişa di 12’ê Gulana 2021’an de li dijî malbata Dedeogûllari pêk hat, Ahmet Ardiç hat guhdarkirin. Ardiç ê şîrfiroş di îfadeya xwe ya dadgehê de wiha got: “Min dît ku di nava her du malan de şer hebû. Ez jî ji wesayîta xwe peya bûm û hewl da bikevim navbera wan. Lê ji hev dûrketibûn ji xwe. Di destê her du aliyan de jî hin cism hebûn Min birayên Lutfu ji hev qetandin û birin mala wan. Wê navberê ev dîsa ber bi mala Dedeogûllari ve çûn. Di wê navberê de Ayşe Keleş ji min re got ‘polîsan bigere’. Ez lêgeriyam piştî 5 deqîqeyan polîs hatin. Piştî polîs hatin sekinîn.”
 
ÎFADEYA WÎ PIŞTÎ MEH Û NÎVAN HAT WERGIRTIN
 
Ardiç, diyar kir ku roja bûyerê ew nevexwendine qereqolê û wiha berewam kir: “Pişt re gazî min kirin. Li dozgeriyê îfadeya min wergirtin.” Dûre serokê dadgehê li agahiyên dosyayê nêrîn û got îfadeya Ardiç di 16’ê Hezîranê hatiye wergirtin. Serokê Dadgehê pirsa “Îfadeya te piştî meh û nîvan wergirtin” kir. Ardiç jî wiha got: “Belê piştî meh û nîvan wergirtin. Beriya îfadeyê ez têkildarî vê yekê bi kesê re neaxivîm. Lê piştî bûyerê ji ber karê xwe min herkes didît.” Ardiç di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotiye ku “Dema polîs hatin ji hev veqetiyan min nedît ka kê li kê xist. Li ser vê yekê serokê dadgehê pirsa “tu yekane şahidê bûyerê yî te ne dît kê li kê xist?” ji Ardiç kir. Li ser vê yekê Ardiç jî wiha got: “Di destê her du aliyan jî dar hebûn. Min nedît ku kê li kê xist. Piştî dozger hat guhertin min dîsa îfadeya xwe da.”
 
Li ser israra pirsên dadgehê, Ardiç vegot ku di destê kê de dar dîtî ye. Ardiç got ku di destê Yaşar û Bariş Dedeogûllari û Lutfî û Alî Keleş de dar dîtine. Ardiç, diyar kir ku di dema bûyerê de dengê çekê jî bihîstiye û lê îdia kir ku neditiye ku kê gule berdaye. Li ser gotina serokê dadgehê ya “Di îfadeya xwe ya duyemîn a dozgeriyê de tu dibêjî şer li baxçeyê Dedeogûllari qewimiye, ne wisa” Ardiç wiha got: “Belê li kolanê dest pê kir ber bi wî alî ve çû.”
 
‘POLÎS PIŞTÎ 2 SAET Û NÎVAN HATIYE
 
Pişt re yek ji parêzerê malbata Dedeogûllari Atîla Kart, diyar kir ku di dosyayê de girtekek heye û li gorî girtekê polîs piştî 2 saet û nîvan hatine û wiha got: “Ahmet Ardiç dibêje polîs piştî 5 deqîqeyan hat. Girteka cihê bûyerê li vir e. Di vê rewşê de em dibînin ku çawa zext li şahid hatiye kirin. Em ji vê re reşkirina delîlan dibêjin. Ji ber wê em dixwazin bên girtin.”
 
Pişt re yek ji parêzerên malbatê Abdûrrahman Karabûlût jî peyamên di navbera bersûcan ên WhatsApp’ê de pirsîn. Dû re yek ji parêzerên malbatê Ozum Vûrgûn a axivî, diyar kir ku beyanên şahidan derew in û daxwaz kir ku serlêdana sûc were kirin. Parêzerên bersûcan ên pişt re mafê axaftinê wergirtin girteka têkildarî ku piştî du saet û nîvan hatine cihê bûyerê derewandin û îdia kirin ku piştî bûyerê çend deqîqeyan polîs hatine. Pişt re Keça Ayşe Keleş Esma Keleş, jintiya wê Fadîmana Keleş û hevjîna Yahya Çalik Şerîfe Keleş weke şahid hatin guhdarkirin. Şahidan diyarkirin ku tiştên qewiwîne nedîtine. 
 
Danişîn didome.
 

Sernavên din

13/02/2022
15:22 Bayindir: Azadî di Rêya Sêyemîn de ye
14:29 Li Îranê 33 roj in agahî ji jinekê nayê girtin
14:07 Dadgeha Federal namzetiya Hoşyar Zêbarî betal kir
12:46 Bûldan: Yên ku gelê me nas neke em jî wan nas nakin
12:13 Serhildana Şêx Seîd di sala 97’emîn de ye: Înkarkirina netew û zimanê kurdan didome
11:55 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Welatiyê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin
11:49 Malbata Şenyaşar: Heke zilm rewa be, berxwedan jî maf e
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê
09:54 Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn
09:46 Serdema zayîna sêyemîn: Ez ji bo krîzan li çareseriyê digerim
09:13 'Gel birçî ye, êdî dengê me bibihîsin'
09:11 Çalakiyên karkeran dibin cihê hêviyek mezin
09:04 Dayika girtî Dînç: Ger edalet hebûna dê ev qas zilm li kurdan nehata kirin
09:03 Girtiyê nexweş Naîl Demîr nayê dermankirin
09:03 Çawîşê pispor ê ku pêl Hazna Su kir û ew kuşt, xwe bi 'Bariş Pinariyê' parast
09:03 Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2022'YAN
08:31 Zilamê ku tundiyê li malbata xwe kir, hat binçavkirin
12/02/2022
21:55 Aydenîz: Çare di perspektîfa Ocalan de ye
21:09 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Amûdê
18:48 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
18:31 Li Îzmîrê Nobeda Edaletê hat destpêkirin
18:00 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Dengê me bibîhisin
17:36 'Bila tecrîd bê rakirin, aştî bê nîqaşkirin'
17:29 ‘Girtiyê nexweş Kuday ku teşhîsa ALS’ê lê hatiye kirin bi tena serê xwe dimîne’
17:01 Aydenîz: Di pirsgirêka kurd de muxatab Ocalan e
16:51 Xwîşka du windakiriyan: Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin
16:16 Sancar: Werin em bi Tifaqa Demokrasiyê vê pergala zalim biguherînin
15:51 Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Fatma Ozbay heye
15:27 Dayika 65 salî ku hatibû girtin hat berdan
15:17 Girtiya nexweş Siya Çinar ev 5 heyvin nayê dermankirin
14:38 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
14:19 Dayikên Şemiyê aqûbeta mamoste Tepelî pirsîn
14:18 Rewşa jina ku bi awayekî biguman ji bilindahiyê ketibû, ber bi başiyê ve diçe
13:58 Ji bo kongreya HDP’a Îzmîrê bang kirin: Werin em ji faşîzmê re bibin bersiv
13:49 Girtî Şahîn Adanur li Girtîgeha Anamûrê jiyana xwe ji dest da
13:41 SES’ê xwest ku Gonul Erden bê berdan
13:29 Li ofîseke Kagithaneyê 3 kes mirî hatin dîtin
12:55 Smellie: Divê DAIŞ’î li welatên xwe bên vegerandin
12:07 HDP’ê ji bo girtîgehan di mehekê de 203 caran serî li ÎHÎK’ê da
11:52 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar kete roja 341’an
11:33 Jin, projeya jiyanê ya nîvcomayî ya Ocalan temam dikin
11:30 HDK forma ‘Kedkar li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin bi serdikevin’ li dar dixe
10:25 Çalakiya greva birçîbûnê ku 140 girtiyan daye destpêkirin didome
10:03 Li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Li Girtîgeha Rihayê pêkanînên dijmirovî!
09:07 Li seranserê cîhanê girtîgeheke bêmîsal: Îmrali!
09:06 Çalakgera nobeda edaletê: Ez ê heya dawiyê têbikoşim
09:05 Sefar ji ber krîzê nikarin hilberînin
09:04 Xelk bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne!
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2022'YAN
11/02/2022
23:13 Di şewata li Gungorenê de 4 karker jiyana xwe ji dest dan
21:43 Şandeya HDP'ê serdana nûnertiya Rêvebiriya Xweser kir
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan