Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin 2022-02-11 14:19:56   KONYA - Derket holê ku îfadeya yekane şahidê êrişa nijadperest a malbatên Keleş û Çalik pêkanîbû û 7 ferdên malbata Dedeogûllari jiyana xwe ji dest dabûn, Ahmet Ardiç piştî bûyerê meh û nivan hat wergirtin.    Malbatên Keleş û Çalik li dijî ferdên Malbata Dedeogullari ku 7 ferdên wan di êrişa nijadperest de jiyana xwe ji dest dabûn, di 12’ê Gulana 2021’an de li Konyayê êrişek nijadperest pêk anîbû. Danişîna 2’yemîn a doza 2 jê girtî derbarê 9 kesan de hatiye vekirin, li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin.    Xizmên malbata Dedeogûllari, parêzerên aliyan, ji Baroya Amedê û ji Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê gelek parêzer tevlî danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir bûn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr û rêveberên navend û navçeyên HDP’a Konyayê jî di nav de gelek kesan danişîn temaşe kirin. Ji bersûcan 4 zilam li eywanê amade bûn û 2 girtî jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Di danişînê de yekane şahidê êrişa di 12’ê Gulana 2021’an de li dijî malbata Dedeogûllari pêk hat, Ahmet Ardiç hat guhdarkirin. Ardiç ê şîrfiroş di îfadeya xwe ya dadgehê de wiha got: “Min dît ku di nava her du malan de şer hebû. Ez jî ji wesayîta xwe peya bûm û hewl da bikevim navbera wan. Lê ji hev dûrketibûn ji xwe. Di destê her du aliyan de jî hin cism hebûn Min birayên Lutfu ji hev qetandin û birin mala wan. Wê navberê ev dîsa ber bi mala Dedeogûllari ve çûn. Di wê navberê de Ayşe Keleş ji min re got ‘polîsan bigere’. Ez lêgeriyam piştî 5 deqîqeyan polîs hatin. Piştî polîs hatin sekinîn.”   ÎFADEYA WÎ PIŞTÎ MEH Û NÎVAN HAT WERGIRTIN   Ardiç, diyar kir ku roja bûyerê ew nevexwendine qereqolê û wiha berewam kir: “Pişt re gazî min kirin. Li dozgeriyê îfadeya min wergirtin.” Dûre serokê dadgehê li agahiyên dosyayê nêrîn û got îfadeya Ardiç di 16’ê Hezîranê hatiye wergirtin. Serokê Dadgehê pirsa “Îfadeya te piştî meh û nîvan wergirtin” kir. Ardiç jî wiha got: “Belê piştî meh û nîvan wergirtin. Beriya îfadeyê ez têkildarî vê yekê bi kesê re neaxivîm. Lê piştî bûyerê ji ber karê xwe min herkes didît.” Ardiç di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotiye ku “Dema polîs hatin ji hev veqetiyan min nedît ka kê li kê xist. Li ser vê yekê serokê dadgehê pirsa “tu yekane şahidê bûyerê yî te ne dît kê li kê xist?” ji Ardiç kir. Li ser vê yekê Ardiç jî wiha got: “Di destê her du aliyan jî dar hebûn. Min nedît ku kê li kê xist. Piştî dozger hat guhertin min dîsa îfadeya xwe da.”   Li ser israra pirsên dadgehê, Ardiç vegot ku di destê kê de dar dîtî ye. Ardiç got ku di destê Yaşar û Bariş Dedeogûllari û Lutfî û Alî Keleş de dar dîtine. Ardiç, diyar kir ku di dema bûyerê de dengê çekê jî bihîstiye û lê îdia kir ku neditiye ku kê gule berdaye. Li ser gotina serokê dadgehê ya “Di îfadeya xwe ya duyemîn a dozgeriyê de tu dibêjî şer li baxçeyê Dedeogûllari qewimiye, ne wisa” Ardiç wiha got: “Belê li kolanê dest pê kir ber bi wî alî ve çû.”   ‘POLÎS PIŞTÎ 2 SAET Û NÎVAN HATIYE   Pişt re yek ji parêzerê malbata Dedeogûllari Atîla Kart, diyar kir ku di dosyayê de girtekek heye û li gorî girtekê polîs piştî 2 saet û nîvan hatine û wiha got: “Ahmet Ardiç dibêje polîs piştî 5 deqîqeyan hat. Girteka cihê bûyerê li vir e. Di vê rewşê de em dibînin ku çawa zext li şahid hatiye kirin. Em ji vê re reşkirina delîlan dibêjin. Ji ber wê em dixwazin bên girtin.”   Pişt re yek ji parêzerên malbatê Abdûrrahman Karabûlût jî peyamên di navbera bersûcan ên WhatsApp’ê de pirsîn. Dû re yek ji parêzerên malbatê Ozum Vûrgûn a axivî, diyar kir ku beyanên şahidan derew in û daxwaz kir ku serlêdana sûc were kirin. Parêzerên bersûcan ên pişt re mafê axaftinê wergirtin girteka têkildarî ku piştî du saet û nîvan hatine cihê bûyerê derewandin û îdia kirin ku piştî bûyerê çend deqîqeyan polîs hatine. Pişt re Keça Ayşe Keleş Esma Keleş, jintiya wê Fadîmana Keleş û hevjîna Yahya Çalik Şerîfe Keleş weke şahid hatin guhdarkirin. Şahidan diyarkirin ku tiştên qewiwîne nedîtine.    Danişîn didome.