Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye

img

WAN - Ji îmzevanên kampanyaya "1000 Jin Ji Bo Azadiya Aysel Tûglûk" Menîce Gulmez û Emîne Bozkûrt, bang kirin: "Berî bi derengî bikeve divê hemû derdorên hesas û rêxistinên jinan tevbigerin." 

Rewşa girtiya nexweş û siyasetmedar Aysel Tûglûk ku ji sala 2016'an ve di Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye her diçe xirabtir dibe. Li Wanê ji îmzevanên kampanyaya "1000 Jin Ji Bo Azadiya Aysel Tûglûk" Menîce Gulmez û Emîne Bozkûrt xwestin rojek berî rojekê Tûglûk bê berdan. 
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya Partîya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez, diyar kir ku hiqûq bi destê îqtidarê hatiye sekinandin û got: "Welêt di heyameke wisa de ye ku edalet, maf û hiqûq bi destê zilamekî hatine rawestandin. Bi taybetî jî zext û çewisandin li hemberî siyasetmedarên kurd, nivîskar û rewşenbîrên muxalif in û ev zext her diçe zêde dibin. Bi binpêkirina mafên girtiyên nexweş, dewlet xurt nabe. Berevajî vê ew rûyê kîndar û bêrehm ê dewletê dide der. Dewlet tecrîda li ser girtiyan giran dike, aktorên siyaseta kurd ceza dike û dixwaze ev kes serî bitewînin. Ev encama kîn û nefreta li hemberî neteweyekê ye. Armanca tiştên li hemberî girtiyên nexweş tê kirin, tenê ne cezakirina nexweş e, di heman demê de cezakirina kesên li ser heman fikirê û cezakirina hilbijêrên HDP'ê ye." 
 
Gulmez, destnîşan kir ku demildest divê Tûglûk bê berdan. Gulmez, got: "Bila kes ji bîr neke, gelê kurd bi cezakirinê nayê tepisandin. Sed sal e ev gel bi zextan, bi îşkence û tecrîdê serî netewand û wê netewîne jî. Tekane rêya jiyana bi hev re, birêvebirina bi edalet e. ger îqtidar vê yekê bike, jixwe wê aramî bi xwe bê." 
 
HEYFÊ JI JINAN DISTÎNIN
 
Hevseroka Sendîkaya Genel Îş a Şaxa Wanê Emîne Bozkûrt jî destnîşan kir ku sedema neberdana Tûglûkê feraseta faşîst a li hemberî têkoşîna kurdan û jina ye. Bozkûrt got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên nexweş ên jin hene. Bi neberdanê wan ceza dikin. Yek ji van jî Aysel Tûglûk e. Tûglûk, nefereke girîng a têkoşîna jinê ye. Tûglûk, bi salan ji bo pergala hevserokatiyê têkoşiya. Îqtidar ji bo heyfê ji jinan bistîne Tûglûkê bernade. Ji bo têkoşîna azadiyê ya jinen mezin nebe, îqtidar bi hezaran jinan digire. Aysel Tûglûk, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak û Leyla Guven delîla vê yekê ne." 
 
DEMA LIV Û TEVGERÊ YE
 
Bozkûrt, ji bo berdana Tûglûkê û girtiyên nexweş ên din bang li jinan kir ku bitêkoşin û got: "Bi taybetî di demên dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Berpirsê mirina girtiyan îqtidar e. Ji lew re niha bi hezaran girtiyên nexweş dig irtîgehan de ne û nayên dermankirin. Di serî de ji bo Aysel Tûglûk û bi giştî ji bo tevahiya girtiyên nexweş bên berdan, divê hemû derdorên hestiyar û tevgerên jinan berî bi derengî bikeve tevbigerin. Ger tiştek bê serê girtiyan berpirs îqtidara AKP-MHP'ê ye." 

Sernavên din

05/02/2022
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev