Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye 2022-02-04 09:06:16 WAN - Ji îmzevanên kampanyaya "1000 Jin Ji Bo Azadiya Aysel Tûglûk" Menîce Gulmez û Emîne Bozkûrt, bang kirin: "Berî bi derengî bikeve divê hemû derdorên hesas û rêxistinên jinan tevbigerin."  Rewşa girtiya nexweş û siyasetmedar Aysel Tûglûk ku ji sala 2016'an ve di Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye her diçe xirabtir dibe. Li Wanê ji îmzevanên kampanyaya "1000 Jin Ji Bo Azadiya Aysel Tûglûk" Menîce Gulmez û Emîne Bozkûrt xwestin rojek berî rojekê Tûglûk bê berdan.    Cîgira Serokatiya Giştî ya Partîya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez, diyar kir ku hiqûq bi destê îqtidarê hatiye sekinandin û got: "Welêt di heyameke wisa de ye ku edalet, maf û hiqûq bi destê zilamekî hatine rawestandin. Bi taybetî jî zext û çewisandin li hemberî siyasetmedarên kurd, nivîskar û rewşenbîrên muxalif in û ev zext her diçe zêde dibin. Bi binpêkirina mafên girtiyên nexweş, dewlet xurt nabe. Berevajî vê ew rûyê kîndar û bêrehm ê dewletê dide der. Dewlet tecrîda li ser girtiyan giran dike, aktorên siyaseta kurd ceza dike û dixwaze ev kes serî bitewînin. Ev encama kîn û nefreta li hemberî neteweyekê ye. Armanca tiştên li hemberî girtiyên nexweş tê kirin, tenê ne cezakirina nexweş e, di heman demê de cezakirina kesên li ser heman fikirê û cezakirina hilbijêrên HDP'ê ye."    Gulmez, destnîşan kir ku demildest divê Tûglûk bê berdan. Gulmez, got: "Bila kes ji bîr neke, gelê kurd bi cezakirinê nayê tepisandin. Sed sal e ev gel bi zextan, bi îşkence û tecrîdê serî netewand û wê netewîne jî. Tekane rêya jiyana bi hev re, birêvebirina bi edalet e. ger îqtidar vê yekê bike, jixwe wê aramî bi xwe bê."    HEYFÊ JI JINAN DISTÎNIN   Hevseroka Sendîkaya Genel Îş a Şaxa Wanê Emîne Bozkûrt jî destnîşan kir ku sedema neberdana Tûglûkê feraseta faşîst a li hemberî têkoşîna kurdan û jina ye. Bozkûrt got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên nexweş ên jin hene. Bi neberdanê wan ceza dikin. Yek ji van jî Aysel Tûglûk e. Tûglûk, nefereke girîng a têkoşîna jinê ye. Tûglûk, bi salan ji bo pergala hevserokatiyê têkoşiya. Îqtidar ji bo heyfê ji jinan bistîne Tûglûkê bernade. Ji bo têkoşîna azadiyê ya jinen mezin nebe, îqtidar bi hezaran jinan digire. Aysel Tûglûk, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak û Leyla Guven delîla vê yekê ne."    DEMA LIV Û TEVGERÊ YE   Bozkûrt, ji bo berdana Tûglûkê û girtiyên nexweş ên din bang li jinan kir ku bitêkoşin û got: "Bi taybetî di demên dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Berpirsê mirina girtiyan îqtidar e. Ji lew re niha bi hezaran girtiyên nexweş dig irtîgehan de ne û nayên dermankirin. Di serî de ji bo Aysel Tûglûk û bi giştî ji bo tevahiya girtiyên nexweş bên berdan, divê hemû derdorên hestiyar û tevgerên jinan berî bi derengî bikeve tevbigerin. Ger tiştek bê serê girtiyan berpirs îqtidara AKP-MHP'ê ye."