Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e

img

RIHA - Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku komploya li hemberî Rêberê PKK Abdullah Ocalan komploya li dijî hemû gelan e û got: "Yê ku li Îmraliyê tê tecrîdkirin tenê ne birêz Ocalan e, gelê kurd û dostên wan e."    

Rêberê PKK Abdullah Ocalan, 23 sal berê bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Çendî ku armanca komployê tecrîdkirina Ocalan û qutkirina pêwendiya di navbera wî û gel de ye bû jî, lê hêzên komploger negihaştin armanca xwe û komploya wan bi berxwedana gelan hat pûçkirin. Ji lew re her çû fikir û felsefeya Ocalan li Rojhilata Navîn hîn bêtir bû cihê guherînên mezin. Bi taybetî jî li Sûriyeya ku warê ewil ê komployê bû. Di sala 2011'an de gava şer li Sûriyeyê rû da, fikir û felsefeya Ocalan li vir her çû bi ruh û can bû û axirê şoreşek pêk anî. Bi vê şoreşê re li dor fikir û felsefeya Ocalan jiyanek nû hat afirandin ku îro ro ji bo gelek ziman, bawerî û gelan bûye henase û cihê aramiyê. 
 
Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim ku demeke dirêj bi Ocalan re maye, şoreşa bi pêşengtiya fikir û felsefeya Ocalan rû da û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.
 
 
'TEVGERA MIROVÊ AZAD'
 
Muslim, di destpêkê de behsa hatine Rêberê PKK Abdullah Ocalan a Sûriyeyê kir ku di sala 1979'an de hatiye Sûriyeyê û got: "Birêz Ocalan tesîrek mezin li ser gelê heremê kir. Wê demê pêwîst bû Birêz Ocalan derbasi herêmê bibe. Tovê Şoreşa Rojava wê demê hat avêtin. Li Tirkiyeyê şerek qirêj li sêr hebûna gelê kurd dihat meşandin. Birêz Ocalan û hevalên xwe li hemberî vî şerî rabûn. Ocalan û hevalên xwe di sala 1978'an de partî avakirin û tevgera mirovê azad dan destpêkirin. Êdî mirovê azad dihatin afirandin."
 
'GEL HATIN CEM HEV'
 
Muslim, anî ziman ku armanca hatina Sûriyeyê ya ew bûye ku biçe Filistînê û got: "Wê demê ji bo şoreşekê nehatibû. Wê demê ji bo şoreşê xilas bike hat. Ji bo geşkirina şoreşa ku li Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin xilas bike hatibû. Dema hat kesî nezanibû rêberê PKK'ê ye. Piştî ku li Filistînê bi cih bû êdî gel ew nas kir. Piştî ku hat Bekayê êdî gelê Rojavayê çûn cem wî. Hejmara mirovê azad roj bi roj zêde dibû. Mirovê diçûn cem Brêz Ocalan hînî dîroka xwe, zimanê xwe, hebûna xwe dibûn. Wê demê fikir û felsefeya Birêz Ocalan di nava gela de nêzîkbûnêk çêkir û ev heya îro jî berdewam e."
 
'BINGEHA ŞOREŞÊ FELSEFEYA OCALAN E' 
 
Muslim, bibîr xist ku Şoreşa Rojava bingeha xwe ji fikir û felsefeya Ocalan digire û wiha berdewam kir: "Hemû gel ji fikir û felsefeya birêz Ocalan bandor girtin. Fikra birêz Ocalan, ji bo jiyana bi hev re ya hemû gelan bû. Birêz Ocalan li nasnameya tu kesî mêze nekir û bi wan re dan û standin kir. Bi gelê ereb re gelek dan û standin li ser yekîtiyê kirin. Kî 10 deqîqeya bi birêz Ocalan re biaxiviyana, ew kes di bin bandora fikirên wî de diman. Têkilîyên ku wê demê birêz Ocalan bi gel re danîn îro pêşiya me vedikin. Em wan têkiliyan berdewam dikin."
 
'BINGEH NETEWEYA DEMOKRATÎK' 
 
Muslim, dema azadkirina Reqayê bibîr xist ku wêneyên Ocalan bi dîwarê gelek malên ereb ve daliqandî bû û got: "Ne tenê li Reqa li gelek bajaran gelê ereb birêz Ocalan wekî serokê xwe dibînin. Rêveberiya Xweser niha têkiliyê xwe û gelan a li ser têkiliyê Ocalan a wê demê berdewam dike. Neteweya Demokratîk ji bo me bingehek e. Şoreşa Rojava li ser bingeha ku Ocalan danî bilind dibe. Ji bo sîstemên neteweyî ku li Rojhilata Navîn derdikevin pêş, Neteweya Demokratîk alternatîf e."
 
JIN Û CIWAN
 
Muslim, destnîşan kir ku herî zêde jin û ciwan di bin bandora fikir û felsefeya Ocalan de mane û got: "Di dîrokê de jin wekî mirov nedihatin dîtin. Jin mîna maseyekê, sendeliyekê dihatin kirîn û firotin. Berê wisa bû. Lê bi fikir û felsefeya birêz Ocalan ev hat guhertin. Êdî jin di hemû astên jiyanê de cih digirin. Ev bi saya fikir û felsefeya birêz Ocalan çêbû. Êdî jina azad hat afirandin. Jinan pêşengiya şoreşê kir. Erka xwe di hemû waran de anîn cih. Şoreş roj bi roj mezin kirin. Ciwan û jinan di çarçoveya fikir û felsefeya Ocalan de berê xwe dan Rojavayê."
 
'YA LI ÎMRALIYÊ TÊ GIRTIN RASTIYA GELÊ KURD E' 
 
Muslim, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Birêz Ocalan çi qasî dibin tecrîde de be jî, lê her cara ku peyaman dide balê dikişîne ser Şoreşa Rojavayê. Gelê Rojava xwedî lê derdikevin û ew jî li gelê Rojava xwedî derdikeve. Li cîhanê mînaka vê tecrîdê tune. Yê ku li Îmralî tê tecrîdkirin tenê ne Birêz Ocalan e, gelê kurd û dostên wan in. Ew sîstema Îmraliyê ne ya Tirkiyeyê tenê ye. Tenê Tirkiye li vira wekî gardiyana ya. Yê ku li Îmraliyê di zindanê de ye tenê Birêz Ocalan e, tevahiya gelê kurd e. Êdî gelê kurd ji hemû dema zêdetir azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Xwesteka me tenê azadiya Brêz Ocalan e. Xwedîderketina li birêz Ocalan xwedîderketina li xwe ye. 15'ê Sibatê ji bo kurda rojek reş e. Yê ku daxwaza azadiyê dikin divê zanibin ev roja reş ji bo me hemûya ye. Divê hemû kes li hemberî vê komployê derkeve û li xwe xwedî derkeve."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

05/02/2022
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev