Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e 2022-02-03 09:12:15 RIHA - Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku komploya li hemberî Rêberê PKK Abdullah Ocalan komploya li dijî hemû gelan e û got: "Yê ku li Îmraliyê tê tecrîdkirin tenê ne birêz Ocalan e, gelê kurd û dostên wan e."     Rêberê PKK Abdullah Ocalan, 23 sal berê bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Çendî ku armanca komployê tecrîdkirina Ocalan û qutkirina pêwendiya di navbera wî û gel de ye bû jî, lê hêzên komploger negihaştin armanca xwe û komploya wan bi berxwedana gelan hat pûçkirin. Ji lew re her çû fikir û felsefeya Ocalan li Rojhilata Navîn hîn bêtir bû cihê guherînên mezin. Bi taybetî jî li Sûriyeya ku warê ewil ê komployê bû. Di sala 2011'an de gava şer li Sûriyeyê rû da, fikir û felsefeya Ocalan li vir her çû bi ruh û can bû û axirê şoreşek pêk anî. Bi vê şoreşê re li dor fikir û felsefeya Ocalan jiyanek nû hat afirandin ku îro ro ji bo gelek ziman, bawerî û gelan bûye henase û cihê aramiyê.    Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim ku demeke dirêj bi Ocalan re maye, şoreşa bi pêşengtiya fikir û felsefeya Ocalan rû da û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.     'TEVGERA MIROVÊ AZAD'   Muslim, di destpêkê de behsa hatine Rêberê PKK Abdullah Ocalan a Sûriyeyê kir ku di sala 1979'an de hatiye Sûriyeyê û got: "Birêz Ocalan tesîrek mezin li ser gelê heremê kir. Wê demê pêwîst bû Birêz Ocalan derbasi herêmê bibe. Tovê Şoreşa Rojava wê demê hat avêtin. Li Tirkiyeyê şerek qirêj li sêr hebûna gelê kurd dihat meşandin. Birêz Ocalan û hevalên xwe li hemberî vî şerî rabûn. Ocalan û hevalên xwe di sala 1978'an de partî avakirin û tevgera mirovê azad dan destpêkirin. Êdî mirovê azad dihatin afirandin."   'GEL HATIN CEM HEV'   Muslim, anî ziman ku armanca hatina Sûriyeyê ya ew bûye ku biçe Filistînê û got: "Wê demê ji bo şoreşekê nehatibû. Wê demê ji bo şoreşê xilas bike hat. Ji bo geşkirina şoreşa ku li Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin xilas bike hatibû. Dema hat kesî nezanibû rêberê PKK'ê ye. Piştî ku li Filistînê bi cih bû êdî gel ew nas kir. Piştî ku hat Bekayê êdî gelê Rojavayê çûn cem wî. Hejmara mirovê azad roj bi roj zêde dibû. Mirovê diçûn cem Brêz Ocalan hînî dîroka xwe, zimanê xwe, hebûna xwe dibûn. Wê demê fikir û felsefeya Birêz Ocalan di nava gela de nêzîkbûnêk çêkir û ev heya îro jî berdewam e."   'BINGEHA ŞOREŞÊ FELSEFEYA OCALAN E'    Muslim, bibîr xist ku Şoreşa Rojava bingeha xwe ji fikir û felsefeya Ocalan digire û wiha berdewam kir: "Hemû gel ji fikir û felsefeya birêz Ocalan bandor girtin. Fikra birêz Ocalan, ji bo jiyana bi hev re ya hemû gelan bû. Birêz Ocalan li nasnameya tu kesî mêze nekir û bi wan re dan û standin kir. Bi gelê ereb re gelek dan û standin li ser yekîtiyê kirin. Kî 10 deqîqeya bi birêz Ocalan re biaxiviyana, ew kes di bin bandora fikirên wî de diman. Têkilîyên ku wê demê birêz Ocalan bi gel re danîn îro pêşiya me vedikin. Em wan têkiliyan berdewam dikin."   'BINGEH NETEWEYA DEMOKRATÎK'    Muslim, dema azadkirina Reqayê bibîr xist ku wêneyên Ocalan bi dîwarê gelek malên ereb ve daliqandî bû û got: "Ne tenê li Reqa li gelek bajaran gelê ereb birêz Ocalan wekî serokê xwe dibînin. Rêveberiya Xweser niha têkiliyê xwe û gelan a li ser têkiliyê Ocalan a wê demê berdewam dike. Neteweya Demokratîk ji bo me bingehek e. Şoreşa Rojava li ser bingeha ku Ocalan danî bilind dibe. Ji bo sîstemên neteweyî ku li Rojhilata Navîn derdikevin pêş, Neteweya Demokratîk alternatîf e."   JIN Û CIWAN   Muslim, destnîşan kir ku herî zêde jin û ciwan di bin bandora fikir û felsefeya Ocalan de mane û got: "Di dîrokê de jin wekî mirov nedihatin dîtin. Jin mîna maseyekê, sendeliyekê dihatin kirîn û firotin. Berê wisa bû. Lê bi fikir û felsefeya birêz Ocalan ev hat guhertin. Êdî jin di hemû astên jiyanê de cih digirin. Ev bi saya fikir û felsefeya birêz Ocalan çêbû. Êdî jina azad hat afirandin. Jinan pêşengiya şoreşê kir. Erka xwe di hemû waran de anîn cih. Şoreş roj bi roj mezin kirin. Ciwan û jinan di çarçoveya fikir û felsefeya Ocalan de berê xwe dan Rojavayê."   'YA LI ÎMRALIYÊ TÊ GIRTIN RASTIYA GELÊ KURD E'    Muslim, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Birêz Ocalan çi qasî dibin tecrîde de be jî, lê her cara ku peyaman dide balê dikişîne ser Şoreşa Rojavayê. Gelê Rojava xwedî lê derdikevin û ew jî li gelê Rojava xwedî derdikeve. Li cîhanê mînaka vê tecrîdê tune. Yê ku li Îmralî tê tecrîdkirin tenê ne Birêz Ocalan e, gelê kurd û dostên wan in. Ew sîstema Îmraliyê ne ya Tirkiyeyê tenê ye. Tenê Tirkiye li vira wekî gardiyana ya. Yê ku li Îmraliyê di zindanê de ye tenê Birêz Ocalan e, tevahiya gelê kurd e. Êdî gelê kurd ji hemû dema zêdetir azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Xwesteka me tenê azadiya Brêz Ocalan e. Xwedîderketina li birêz Ocalan xwedîderketina li xwe ye. 15'ê Sibatê ji bo kurda rojek reş e. Yê ku daxwaza azadiyê dikin divê zanibin ev roja reş ji bo me hemûya ye. Divê hemû kes li hemberî vê komployê derkeve û li xwe xwedî derkeve."   MA / Emrûllah Acar