Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclîsa Gel a Navçeya Sînûnê ya Şengalê Xwedêda Elîyas diyar kir ku armanca êrişên dawî li ser Şengalê ew e ku bêêzidî bihêlin û got: "Dixwazin ku Şengalê ji êzidiyan vala bikin û berjewendiyên xwe yên siyasî li herêmê bidomînin. Lê çi dibe bila bibe wê civaka êzidî axa xwe neterikîne.” 

Li Herêma Federal a Kurdistanê di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Bexda û Hewlêrê de “Peymana Şengalê" hatibû îmzekirin. Peymana ku bi piştgirîya Îran û Tirkiyeyê û bêyî vîna civaka êzidiyan hatibû îmzekirin bû sedema nerazîbûnan. Xelkê Şengalê ku li hemberî pêkanîna peymanê her roj li qadan bûn, bi berxwedana xwe nehiştin ku peyman bikeve meriyetê. Lê hewledanên pêkanîna peymanê berdewam dikin. Bexda û Hewlêr ji bejahî û Tirkiye jî ji hewayî ve êrişên xwe yên li ser Şengalê bênavber didomînin. Di 21'ê çile de li Geliyê Şilo balefira bêmirov a bi çek a Tirkiyê li 2 wesayîtan xist. Balkêş bû ku êriş di roja êrişa DAIŞ’ê li dijî Hesekê dest pê kir de pêk hat. Her wiha ev çend roj in artêşa Iraqê bi hincetên cûda hêzên xwe yên li Şengalê berfireh dike û rê li ber zemîna provokasyonan vedike.
 
 
Duh bi şev jî balafirên Tirkiyê bi awayek hemwext li dijî Şengalê, Wargeha Mexmûrê û Dêrikê êrişên hewayî pêk anîn. Di van êrişan de rûxandinên mezin qewimîni. Li Mexmûrê kuştî û birîndar hene. Hejmar baş nayê zanîn. Her wiha di van êrişan de gelek ajal jî hatin kuştin û xesarê da derdorê. 
 
 Hevserokê Meclîsa Gel a Navçeya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Elîyas têkildarî van êrişên dawî ji ajansa me Mezopotamya re axivî. 
 
'ŞENGALÊ HEMÛ JÎ VALA BIKIN EM Ê QEBÛL NEKIN’ 
 
Xwedêda Elîyas, bal kişand ser pêkanîna Peymana 9'ê Cotmehê û destnîşan kir ku êrişên li ser Şengalê pêk tên bi plana wê peymanê pêk tên û wiha axivî: "Peymana Şengalê hatiye îmzekirin heta roja me ya îro dixwazin ku li ser Şengalê erişeke cuda pêk bînin. Polîtîkayên ku li ser Şengalê tên meşandin û erişên ku li ser Şengalê pêk tên li ser tu welatan nayê meşandin. Îro Iraq, Îran û PDK li ser Şengalê siyasetê didin meşandin. Her hikûmetek dixwaze ku Şengalê qezenc bike. Peymana 9'ê cotmehê kesekî qebûl nekir û gel li dijî vê rabû li ser piyan. Ev tifaqa ku bi 9'ê cotmehê de navbera wan de çêbû beşeke ji fermanê ye. Berdewama fermanê ye. Ew kesên ku di sala 2014'an de civaka Êzidî tenê hiştin û reviyan çûn wê çawa gel biparêzin? Ev civake planên siyasî yê ku li ser wan tên ferzkirin wê qebûl neke. Niha li hemberî vê peymanê îradeyek hatiye avakirin û hêzek daye çêkirin. Çi dibe bila bibê wê neyê qebûlkirin. Ew plana ku 9'ê cotmeha 2020'an de erêkirin wê neyê qebûlkirin. Îro bi qeweta dewleteke din li ser Şengalê planên şexsî çêdikin. PDK û Kazimî di vê peymanê de pêk hatin. PDK'ê Kazimiye re got, eger hûn di vê peymanê de li gel me bin, emê di hilbijartinên heyama pêş de piştgiriya we bikin.Ji ber wê îro Kazimî ev leşkere şandine vê derê û li Şengalê vê zilm û zordariyê dike. Îro ev dewlete nikare welat rêve bibe. Êdî hikûmeta Iraqê xetimiye. Her siyasetmenderek yekî bikar tîne. Îro malbata Barzanî, Kazimî bikar tîne. Heger dîsa gelê Şengalê ji xwe re bike kole û dîsa li vir hespê xwe bibezîne ev nayê qebûlkirin. Îro Şengalê hemûyê jî vala bikin wê gel vê peymanê qebûl neke."
 
'ARMANC VALAKIRINA ŞENGALÊ YE'
 
Elîyas, diyar kir ku wê civaka êzidî rê nede hêzên ku dixwazin peymanê bixin meriyetê û wiha domand: "Îro Êzidî xwe neparazin wê tu kes nikaribe wan biparêze. Îro ew hêzên ku dixwazin bikevin Şengalê wê sibê nikarin parastina Şengalê bikin. Heger li vir teqîn jî çênebe wê li Şengalê tişteke bidin çêkirin. Dixwazin ku li Şengalê pirsgirêk derbixînin. Ev pirsgirêka îro dernekeve wê sibê derbixînin. Em hewl didin ku li Şengalê pêşiya wan bigirin û nehêlin ku pirsgêrîk derbikeve. Heger li Şengalê şer derket wê belavî her derê bibe. Heger aliyê siyasî erênî nêz bibana wê rewş bihata guhertin. Xelkê Şengalê naxwaze ku hêzên sîyasî careke din siyaseteke vala li ser Şengalê bide meşandin. Em dizanin ka li ser Şengalê siyaseteke çawa tê meşandin.Em naxwazin ku careke din bibin qurbanên berjewendiyên wan ê siyasî. Dixwazin ku Şengalê ji êzidiyan vala bikin û berjewendiyên xwe yên siyasî li herêmê bidomînin."
 
'ÇI DIBE BILA BIBE WÊ AXA XWE NETERIKÎNIN’ 
 
Elîyas, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku li dijî her êrişeke gengaz wê êzidî li ber xwe bidin û got: "Lê êzidî destûr nadin wan. Hê ku pirsgirêk derneketin divê civaka êzdiî xwe bêtir birêxistin bike. Dema ku nekarîn li Şengalê peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin  wê di nava wan de biteqe. Eger leşkerên Iraqê ji bo parastina êzidiyan li vir bûna, dê sînorên Şengalê bigirtana. Heger ku ji bo parastinê li vir bûna li gundan nedihatin bicihkirin. Em rê nadin ku ew li Şengalê pêşiya pirsgirêka vekin. Daxwaza Kazimî ew e ku li Şengalê şerê navxweyî derbixîne û li vir bibe xwedî gotin. Çawa ku di sala 2015'an de li Kobanê DAIŞ têk birin, wê ew dîrok careke din bê nivîsandin. Niha nahêlin ku gelê kurd li wir jî xwe birêve bibe. Ji ber wê jî her tim êriş dikin. Êrişên li ser Rojava jî û Şengalê jî yek plane. Heger li Hesekê DAIŞ di girtîgehê de rizgar biba wê dîsa xwe birêxistin bikira. Em nabêjin ku xeterî tune ye. Xeterî heye. Lê belê xeteriyeke weke 2014'an li ser civaka êzidiyan nîne. Em êdî dikarin xwe biparêzin û li berxwe bidin. Pêdiviya me bi hêza tu kesî nîne. Êdî civaka ê zidî dikare xwe bi xwe birêve bibe. Ev civake ne civaka 2014'an e. Çi dibe bila bibe wê civaka êzidî axa xwe terik neke."
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

02/02/2022
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’