Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin 2022-02-02 14:26:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclîsa Gel a Navçeya Sînûnê ya Şengalê Xwedêda Elîyas diyar kir ku armanca êrişên dawî li ser Şengalê ew e ku bêêzidî bihêlin û got: "Dixwazin ku Şengalê ji êzidiyan vala bikin û berjewendiyên xwe yên siyasî li herêmê bidomînin. Lê çi dibe bila bibe wê civaka êzidî axa xwe neterikîne.”  Li Herêma Federal a Kurdistanê di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Bexda û Hewlêrê de “Peymana Şengalê" hatibû îmzekirin. Peymana ku bi piştgirîya Îran û Tirkiyeyê û bêyî vîna civaka êzidiyan hatibû îmzekirin bû sedema nerazîbûnan. Xelkê Şengalê ku li hemberî pêkanîna peymanê her roj li qadan bûn, bi berxwedana xwe nehiştin ku peyman bikeve meriyetê. Lê hewledanên pêkanîna peymanê berdewam dikin. Bexda û Hewlêr ji bejahî û Tirkiye jî ji hewayî ve êrişên xwe yên li ser Şengalê bênavber didomînin. Di 21'ê çile de li Geliyê Şilo balefira bêmirov a bi çek a Tirkiyê li 2 wesayîtan xist. Balkêş bû ku êriş di roja êrişa DAIŞ’ê li dijî Hesekê dest pê kir de pêk hat. Her wiha ev çend roj in artêşa Iraqê bi hincetên cûda hêzên xwe yên li Şengalê berfireh dike û rê li ber zemîna provokasyonan vedike.     Duh bi şev jî balafirên Tirkiyê bi awayek hemwext li dijî Şengalê, Wargeha Mexmûrê û Dêrikê êrişên hewayî pêk anîn. Di van êrişan de rûxandinên mezin qewimîni. Li Mexmûrê kuştî û birîndar hene. Hejmar baş nayê zanîn. Her wiha di van êrişan de gelek ajal jî hatin kuştin û xesarê da derdorê.     Hevserokê Meclîsa Gel a Navçeya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Elîyas têkildarî van êrişên dawî ji ajansa me Mezopotamya re axivî.    'ŞENGALÊ HEMÛ JÎ VALA BIKIN EM Ê QEBÛL NEKIN’    Xwedêda Elîyas, bal kişand ser pêkanîna Peymana 9'ê Cotmehê û destnîşan kir ku êrişên li ser Şengalê pêk tên bi plana wê peymanê pêk tên û wiha axivî: "Peymana Şengalê hatiye îmzekirin heta roja me ya îro dixwazin ku li ser Şengalê erişeke cuda pêk bînin. Polîtîkayên ku li ser Şengalê tên meşandin û erişên ku li ser Şengalê pêk tên li ser tu welatan nayê meşandin. Îro Iraq, Îran û PDK li ser Şengalê siyasetê didin meşandin. Her hikûmetek dixwaze ku Şengalê qezenc bike. Peymana 9'ê cotmehê kesekî qebûl nekir û gel li dijî vê rabû li ser piyan. Ev tifaqa ku bi 9'ê cotmehê de navbera wan de çêbû beşeke ji fermanê ye. Berdewama fermanê ye. Ew kesên ku di sala 2014'an de civaka Êzidî tenê hiştin û reviyan çûn wê çawa gel biparêzin? Ev civake planên siyasî yê ku li ser wan tên ferzkirin wê qebûl neke. Niha li hemberî vê peymanê îradeyek hatiye avakirin û hêzek daye çêkirin. Çi dibe bila bibê wê neyê qebûlkirin. Ew plana ku 9'ê cotmeha 2020'an de erêkirin wê neyê qebûlkirin. Îro bi qeweta dewleteke din li ser Şengalê planên şexsî çêdikin. PDK û Kazimî di vê peymanê de pêk hatin. PDK'ê Kazimiye re got, eger hûn di vê peymanê de li gel me bin, emê di hilbijartinên heyama pêş de piştgiriya we bikin.Ji ber wê îro Kazimî ev leşkere şandine vê derê û li Şengalê vê zilm û zordariyê dike. Îro ev dewlete nikare welat rêve bibe. Êdî hikûmeta Iraqê xetimiye. Her siyasetmenderek yekî bikar tîne. Îro malbata Barzanî, Kazimî bikar tîne. Heger dîsa gelê Şengalê ji xwe re bike kole û dîsa li vir hespê xwe bibezîne ev nayê qebûlkirin. Îro Şengalê hemûyê jî vala bikin wê gel vê peymanê qebûl neke."   'ARMANC VALAKIRINA ŞENGALÊ YE'   Elîyas, diyar kir ku wê civaka êzidî rê nede hêzên ku dixwazin peymanê bixin meriyetê û wiha domand: "Îro Êzidî xwe neparazin wê tu kes nikaribe wan biparêze. Îro ew hêzên ku dixwazin bikevin Şengalê wê sibê nikarin parastina Şengalê bikin. Heger li vir teqîn jî çênebe wê li Şengalê tişteke bidin çêkirin. Dixwazin ku li Şengalê pirsgirêk derbixînin. Ev pirsgirêka îro dernekeve wê sibê derbixînin. Em hewl didin ku li Şengalê pêşiya wan bigirin û nehêlin ku pirsgêrîk derbikeve. Heger li Şengalê şer derket wê belavî her derê bibe. Heger aliyê siyasî erênî nêz bibana wê rewş bihata guhertin. Xelkê Şengalê naxwaze ku hêzên sîyasî careke din siyaseteke vala li ser Şengalê bide meşandin. Em dizanin ka li ser Şengalê siyaseteke çawa tê meşandin.Em naxwazin ku careke din bibin qurbanên berjewendiyên wan ê siyasî. Dixwazin ku Şengalê ji êzidiyan vala bikin û berjewendiyên xwe yên siyasî li herêmê bidomînin."   'ÇI DIBE BILA BIBE WÊ AXA XWE NETERIKÎNIN’    Elîyas, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku li dijî her êrişeke gengaz wê êzidî li ber xwe bidin û got: "Lê êzidî destûr nadin wan. Hê ku pirsgirêk derneketin divê civaka êzdiî xwe bêtir birêxistin bike. Dema ku nekarîn li Şengalê peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin  wê di nava wan de biteqe. Eger leşkerên Iraqê ji bo parastina êzidiyan li vir bûna, dê sînorên Şengalê bigirtana. Heger ku ji bo parastinê li vir bûna li gundan nedihatin bicihkirin. Em rê nadin ku ew li Şengalê pêşiya pirsgirêka vekin. Daxwaza Kazimî ew e ku li Şengalê şerê navxweyî derbixîne û li vir bibe xwedî gotin. Çawa ku di sala 2015'an de li Kobanê DAIŞ têk birin, wê ew dîrok careke din bê nivîsandin. Niha nahêlin ku gelê kurd li wir jî xwe birêve bibe. Ji ber wê jî her tim êriş dikin. Êrişên li ser Rojava jî û Şengalê jî yek plane. Heger li Hesekê DAIŞ di girtîgehê de rizgar biba wê dîsa xwe birêxistin bikira. Em nabêjin ku xeterî tune ye. Xeterî heye. Lê belê xeteriyeke weke 2014'an li ser civaka êzidiyan nîne. Em êdî dikarin xwe biparêzin û li berxwe bidin. Pêdiviya me bi hêza tu kesî nîne. Êdî civaka ê zidî dikare xwe bi xwe birêve bibe. Ev civake ne civaka 2014'an e. Çi dibe bila bibe wê civaka êzidî axa xwe terik neke."   MA / Zeynep Durgut