Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê

  • rojane
  • 21:08 29 Çile 2022
  • |
img
STENBOL – Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku demildest divê hevdîtin bi Ocalan re bên kirin û got: "Baş dizanin gava Birêz Ocalan biaxive dê demokrasî bê." 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 27'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Jiyana Azd ve" 6'emîn Kongreya Asayî li dar bixe. DBP'ê di çarçoveya xebatên kongreyê de li navçeyên Stenbolê Esenler, Bagcilar û Sancaktepeyê hevdîtin bi gel re kir. Bi sedan kes tevli hevdîtinê bûn. Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir di hevdîtinê de axivîn. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, tevli hevdîtina bi gel re ya li avahiya HDP'a Esenler a Stenbolê bû. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistina HDP'ê ya bajêr û rêxistinên HDP'ê yên navçeyan û gelek welatî tevli hevdîtinê bn. Hêwana kuc ivîn lê hat lidarxistin bi alayên DBP'ê û nepoxên kesk û sor û zer hatin xemalndin. Li hêwanê pankartên ku dirûlmeyên li ser "Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Jiyana Azd ve" nivîsandî hatin vekirin. Beriya hevdîtinê welatiyan li ber kilaman govend gerandin. 
 
Hevdîtin bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî berzkirina dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin" ewilî endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Eşref Yaşar axivî. Yaşar, kesên tevli civînê bûn silav kirin û ragihand ku beriya kongreyê li tevahiya bajaran civînên gel çêdikin. 
 
AYDENÎZ: EM Ê QESRÊ BIRÛXÎNIN
 
Paşê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, bi gotina "Em ê qesran hilweşînin" dest bi axaftina xwe kir. Aydenîz, anî ziman ku di pêvajoyeke girîng de dê kongreyê li dar bixin û got: "Em kongreya xwe di pêvajoyeke dîrokî de li dar dixin. Pêvajo mîsyoneke girîng li me bar dike. Ev kongre ji bo me pêdiviyeke bivê nevê ye. Ji lew re ev dewlet bi dijminatiya bi kurdan, ciwan, jinan, û dîn re li ser pêya disekine. Ger ev îqtidar li ser pêyan be, ji ber vê feraseta xwe li ser pêyan e. Gelê kurd 40 sal in li ber xwe dide û dê li hemberî faşîzma li dijî xwe rabe û di kongreya me de bersiva wan bide." 
 
DEMILDEST DIVÊ HEVDÎTIN BI OCALAN RE BÊN KIRIN'
 
Aydenîz, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li her derî belav bûye û got: "Dizanin gava Abdullah Ocalan biaxive, dê demokrasî bê. Ji ber vê hîn bêtir deriyê Îmraliyê digirin. Ji bo ku Birêz Ocalan rol û rista xwe pêk neyne, çi ji destê wan tê dikin. Kî deriyên Îmraliyê veke em ê piştgiriya wan bikin. Demildest divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên kirin. Ger samîmî bin, bila Birêz Ocalan bi xwe gotina xwe bibêje. Kes nikare li ser navê Birêz Ocalan biaxive û hişê gelê kurd tevlihev bike." 
 
‘EM Ê GIRTÎGEHAN BI TENÊ NEHÊLIN'
 
Aydenîz, bal kişand ser rewşa girtîgehan jî. Aydenîz, destnîşan kir ku niha li girtîgehan sûcê li hemberî mirovahiyê tê kirin û herî zêde jî girtiyên siyasî tên tecrîdkirin û got: "Em ê girtîgehan bi tenê nehêlin." 
 
TIFAQA DEMOKRASIYÊ
 
Aydenîz, li ser krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê jî sekinî û destnîşan kir ku çareserî bi rêya sêyem "Tifaqa Demokrasiyê" pêkan e. Aydenîz got: "Em DBP, heya ev tifaq çêbibe em ê li cem HDP'ê bin. Divê ev tifaq tenê wekî tifaqeke hilbijartinê neyê fêmkirin. Ev tifaq ji bo jiyaneke azad e." 
 
BAYINDIR: KURDAN DESTANA XWE NIVÎSÎ
 
Hevserokê giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî li HDP'a Bagcilar a Stenbolê tevli cviîna gel bû. Bayindir, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên li ser gelê kurd. Bayindir, bilêv kir ku hemû civîn û kongre ji bo gelê kurd girîng in û got: "Dewlet bi pêşengiya AKP-MHP'ê dixwaze meşa azadiyê ya gelê kurd bisekinîne. Lewma li her derî dibêje 2023. Ji lew re dixwazin sedsaleke din jî kurdan bê nasname bihêlin û azadiya wan binpê bikin. Dixwazin sedsaleke din jî kurdan mehkûmî bîrdoziya tirkîtiyê bikin. Ji ber hindê ji bo berterefkirina destkeftiyên kurdan serî li polîtîkayên şer didin. Lê kurdan plana rûxandinê ya sedsalî ya dewletê pûç kirin û di sala 2021'ê de destana xwe nivîsandin. Ev destan, destana azadiyê ya gelê kurd e." 
 
Bayindir di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Lewma îqtidara AKP-MHP'ê du hefte ne nûçeyên berevajî belav dike û bi taybetî jî Erdogan dibêje, 'Wê yê li Edîrneyê hesab bide yê li Îmraliyê.' Ev lsîtikeke qirêj e. Bi vê nûçeyê dixwaze şik û gumanan li kurdan peyda bikin. Em baş dizanin ku kurdan di Newroza 2021'ê de bi helwesta xwe cardin girêdana xwe ya ji bo Birêz Ocalan nîşan da. Lewma tu siyaseteke qirêj nikare têkeve navbera gel û Ocalan. Di navbera Edîrne û Îmraliyê de tu prisgirêk tune ye. Yekîtî heye. Li bara me tu qîmeta van manîpulasyonan tune ye, li bar gel tu qîmeta wan tune ye." 
 

Sernavên din

31/01/2022
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
29/01/2022
23:05 Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye
21:08 Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat
11:44 Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min