Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê 2022-01-29 21:08:26   STENBOL – Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku demildest divê hevdîtin bi Ocalan re bên kirin û got: "Baş dizanin gava Birêz Ocalan biaxive dê demokrasî bê."    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 27'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Jiyana Azd ve" 6'emîn Kongreya Asayî li dar bixe. DBP'ê di çarçoveya xebatên kongreyê de li navçeyên Stenbolê Esenler, Bagcilar û Sancaktepeyê hevdîtin bi gel re kir. Bi sedan kes tevli hevdîtinê bûn. Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir di hevdîtinê de axivîn.    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, tevli hevdîtina bi gel re ya li avahiya HDP'a Esenler a Stenbolê bû. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistina HDP'ê ya bajêr û rêxistinên HDP'ê yên navçeyan û gelek welatî tevli hevdîtinê bn. Hêwana kuc ivîn lê hat lidarxistin bi alayên DBP'ê û nepoxên kesk û sor û zer hatin xemalndin. Li hêwanê pankartên ku dirûlmeyên li ser "Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Jiyana Azd ve" nivîsandî hatin vekirin. Beriya hevdîtinê welatiyan li ber kilaman govend gerandin.    Hevdîtin bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî berzkirina dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin" ewilî endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Eşref Yaşar axivî. Yaşar, kesên tevli civînê bûn silav kirin û ragihand ku beriya kongreyê li tevahiya bajaran civînên gel çêdikin.    AYDENÎZ: EM Ê QESRÊ BIRÛXÎNIN   Paşê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, bi gotina "Em ê qesran hilweşînin" dest bi axaftina xwe kir. Aydenîz, anî ziman ku di pêvajoyeke girîng de dê kongreyê li dar bixin û got: "Em kongreya xwe di pêvajoyeke dîrokî de li dar dixin. Pêvajo mîsyoneke girîng li me bar dike. Ev kongre ji bo me pêdiviyeke bivê nevê ye. Ji lew re ev dewlet bi dijminatiya bi kurdan, ciwan, jinan, û dîn re li ser pêya disekine. Ger ev îqtidar li ser pêyan be, ji ber vê feraseta xwe li ser pêyan e. Gelê kurd 40 sal in li ber xwe dide û dê li hemberî faşîzma li dijî xwe rabe û di kongreya me de bersiva wan bide."    ‘DEMILDEST DIVÊ HEVDÎTIN BI OCALAN RE BÊN KIRIN'   Aydenîz, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li her derî belav bûye û got: "Dizanin gava Abdullah Ocalan biaxive, dê demokrasî bê. Ji ber vê hîn bêtir deriyê Îmraliyê digirin. Ji bo ku Birêz Ocalan rol û rista xwe pêk neyne, çi ji destê wan tê dikin. Kî deriyên Îmraliyê veke em ê piştgiriya wan bikin. Demildest divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên kirin. Ger samîmî bin, bila Birêz Ocalan bi xwe gotina xwe bibêje. Kes nikare li ser navê Birêz Ocalan biaxive û hişê gelê kurd tevlihev bike."    ‘EM Ê GIRTÎGEHAN BI TENÊ NEHÊLIN'   Aydenîz, bal kişand ser rewşa girtîgehan jî. Aydenîz, destnîşan kir ku niha li girtîgehan sûcê li hemberî mirovahiyê tê kirin û herî zêde jî girtiyên siyasî tên tecrîdkirin û got: "Em ê girtîgehan bi tenê nehêlin."    TIFAQA DEMOKRASIYÊ   Aydenîz, li ser krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê jî sekinî û destnîşan kir ku çareserî bi rêya sêyem "Tifaqa Demokrasiyê" pêkan e. Aydenîz got: "Em DBP, heya ev tifaq çêbibe em ê li cem HDP'ê bin. Divê ev tifaq tenê wekî tifaqeke hilbijartinê neyê fêmkirin. Ev tifaq ji bo jiyaneke azad e."    BAYINDIR: KURDAN DESTANA XWE NIVÎSÎ   Hevserokê giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî li HDP'a Bagcilar a Stenbolê tevli cviîna gel bû. Bayindir, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên li ser gelê kurd. Bayindir, bilêv kir ku hemû civîn û kongre ji bo gelê kurd girîng in û got: "Dewlet bi pêşengiya AKP-MHP'ê dixwaze meşa azadiyê ya gelê kurd bisekinîne. Lewma li her derî dibêje 2023. Ji lew re dixwazin sedsaleke din jî kurdan bê nasname bihêlin û azadiya wan binpê bikin. Dixwazin sedsaleke din jî kurdan mehkûmî bîrdoziya tirkîtiyê bikin. Ji ber hindê ji bo berterefkirina destkeftiyên kurdan serî li polîtîkayên şer didin. Lê kurdan plana rûxandinê ya sedsalî ya dewletê pûç kirin û di sala 2021'ê de destana xwe nivîsandin. Ev destan, destana azadiyê ya gelê kurd e."    Bayindir di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Lewma îqtidara AKP-MHP'ê du hefte ne nûçeyên berevajî belav dike û bi taybetî jî Erdogan dibêje, 'Wê yê li Edîrneyê hesab bide yê li Îmraliyê.' Ev lsîtikeke qirêj e. Bi vê nûçeyê dixwaze şik û gumanan li kurdan peyda bikin. Em baş dizanin ku kurdan di Newroza 2021'ê de bi helwesta xwe cardin girêdana xwe ya ji bo Birêz Ocalan nîşan da. Lewma tu siyaseteke qirêj nikare têkeve navbera gel û Ocalan. Di navbera Edîrne û Îmraliyê de tu prisgirêk tune ye. Yekîtî heye. Li bara me tu qîmeta van manîpulasyonan tune ye, li bar gel tu qîmeta wan tune ye."