Doza Denîz Poyraz dest pê dike

  • rojane
  • 10:09 22 Kanûn 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Danişîna ewil a doza kuştina Denîz Poyraz tevî gelek pirsên bêbersiv mane wê di 29’ê kanûnê de dest pê bike. 
 
Di 17’ê hezîranê de kujerê bi navê Onur Gencer avêt ser avahiya HDP’ê û guleberan kir. Di gulebaranê de xebatkar û endama HDP’ê Denîz Poyraz jî qetil kir. Hêj bûyer taze bû û çar roj di ser re derbas nebû dozname-îdianame hat amadekirin. Di îdianame de derket holê ku gelek pirsên kêm û bêbersiv hatine hiştin. Di ser qetilkirinê re 6 meh derbas bûn. Danişîna ewil a dozê wê di 29’ê kanûnê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dest pê bike. 
 
Piştî qetilkirina Poyraz û heta niha me hin geşedanên derbarê dozê de qewimîn berhev kir. 
 
Kujer Onur Gencer piştî ku Denîz Poyraz qetil kir, hundirê avahiya HDP’a Îzmîrê gulebaran kir. Polîs hatin cihê bûyerê û kêliyek mudaxile nekirin. Pişt re kujer binçav kirin û polîsek jê re got, “biracan navê te çi ye?” Di vê navberê de bi hezaran alîgir û endamên HDP’ê herikîn ber avahiyê û qetliyam protesto kirin. Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz li ber avahiya HDP’ê qîr kir û peyama, “Denîzek çû wê hezar Denîz werin” da xelkê û gelek aliyên civakê xwedî li Poyraz derketin. 
 
DERENG HAT MUDAXILEKIRIN 
 
Kujer wextê ku Poyraz dikuje wêneyê wê jî digire û parvekirinek bi şiklê “divê meriv hin bêtir HDP’iyan bikuje” parve kiribû. Di îfadeya xwe ya emniyetê de îdia kiribû ku wî bi tena serê xwe êrişê organîze kiriye. Kêliya hêj bûyer germ bû wêneyên kujer ku çek di destê wî de ne li ser medya dîjîtal hatin belavkirin û hin wêneyan jî li bajarên Sûriyê ku niha di bin dagirkeriya çeteyan de ne girtiye. Kujer di 24 saetan de ji aliyê dadgehê ve ji sûcê “kuştina sêwirandî” hat girtin. Emniyetê jî îdia kir ku tu eleqeya kujer bi rêxistinekî re nîne. 
 
Mudaxilekirina polîsan ku ya ji bo bûyerê wek pirsek hêj li benda bersivê ye. Li gorî îfadeyên şahidan kujer li 8 qatê wê avahiyê geriyaye da ku destê xwe bişo. Di vê kêliyê de polîsan mudaxileyî bûyerê nekir. Her wiha polîsan li cihê bûyerê jî lêkolînek kêm kir û ev yek bû rojev. Polîsên li cihê bûyerê lêkolînkirin guleya 10’emîn nedîtin û piştî bûyerê çend rojan rêveberên HDP’ê li avahiyê wê guleyê dîtin. 
 
HELWESTA AKP-MHP'Ê 
 
Di raya giştî de nerazîbûnek pir cîdî û di asta jor de nîşanî êrişê hat dayîn. Lê AKP û şirîkê xwe MHP helwestek pir cidî nîşan nedan û mîna ku dilê wan rehet bûbe. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî du rojan daxuyanî da û gotibû, “Me êrişa provokatîf şermezar kir, em şermezar dikin û em ê yên mîna viya şermezar bikin. Em bi bawerin wê hemû têkiliyên li pişt faîlê hatiye girtin derkevin holê û cezayê herî giran bistîne.” 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu yê ku her tim HDP’ê dike hedefa xwe heta îro jî tu daxuyaniyek derbarê êrişê de nedaye. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî kujer Gencer ku wêneyên wî bi îşaretên gurebozan derket jî sûcdar kir. 
 
PIŞTEVANIYEK MEZIN NÎŞAN DAN 
 
Partiyên muxalefetê û rêxistinên civakî yên sivîl di vê pêvajoyê de piştevaniyek mezin dan nîşandan û kuştina Denîz Poyraz û êrişa li hember HDP’ê şermezar kirin. 
 
KOMÎSYON HAT AVAKIRIN 
 
Parêzerên endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ji bo lêpirsîna bûyerê komîsyonek ji 30 kesî pêk dihat avakirin. Ji parêzerên Navenda Giştî ya HDP’ê Turkan Aslan di 18’ê hezîranê û 21’ê hezîranê de ji bo lêpirsînek bi bandor were destpêkirin daxwazname dan dozgeriyê. Di daxwaznameyê de hat xwestin bi her awayî bûyer were lêkolînkirin. Lê ne dozgeriyê û ne jî emniyetê ji pirsên parêzeran re nebûn bersiv. Parlamenterê HDP’ê derbarê bûyerê de 35 pêşniyaznameyên pirs û 10 pêşniyaznameyên lekolînê dan Meclîsê lê hemû bêbersiv hatin hiştin. 
 
GILÎKIRIN 
 
HDP2ê piştî bûyerê di 25’ê hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê û Walîtîya Îzmîrê da û xwest li ser bûyerê bi berfirehî bisekine û derbarê polîsan dereng mudaxileyî bûyerê kirine lêpirsîn were destpêkirin. Lê serdozgeriyê serlêdana HDP’ê red kir. 
 
ÎDIANAME HAT AMADEKIRIN 
 
Di 11’ê cotmehê de lêpirsîna di derbarê kujer Gencer de dihat birêvebirin, temam bû. Di îdianameya ji aliyê serdozgeriyê ve hatiye amadekirin derbarê Gencer de ji sûcê “bi sêwirandinê kuştina bi qestî” cezayê girankirî heta hetayê û ji sûcên wek “binpêkirina destnedayîna kargehê” û “Xesar daye avahiya partiya siyasî” 7 sal cezayê hepsê hat xwestin. Gelek rêxistinên hiqûqê destnîşan kirin ku di îdianameyê de gelek kêmasî û nakokî hene. 
 
TÊKILIYA BI LEŞKER Û NIJADPERESTAN RE 
 
Her wiha di îdianameyê de hat gotin ku tu eleqeya bersûc bi tu rêxistinê re nîne û bi serê xwe bûyerê pêk aniye. Di îdianameyê de dema qeydên HTS’ê û îfadeyên şahidan li ber çavan tê girtin tê fêmkirin ku têkiliya kujer Gencer bi leşker û nijadperestran re heye. Di îdianameyê cih dan ku têkiliya Gencer bi sê leşkeran re heye. 
 
Di îdianameyê de cih dane îfadeyên ajokarên texiyan ku kujer Gencer birine û anîne û di beyanên ajokaran de jî derdikeve holê ku kujer di navbera 150-400 lîreyî de bihayê xwe daye û carna wan wextek dirêj jî sekinandiye û wî birine otelên taybet û polîgana gulebardanê. 
 
TÊKILIYA SADATÊ 
 
Di îdianameyê de cih dan ku têkiliya Gencer bi grûpên paramîlîter û SADAT’ê re heye. Derbarê vê têkiliya Gencer a bi SADAT’ê re ji bo peydakirina delîlan lêkolîn nehat kirin. 
 
DI ÎDIANAMEYÊ DE NÎNE, DI NÛÇEYÊ DE HEYE 
 
Agahiyeke din a ku di îdianameyê de balê dikişîne, ji aliyê parêzerên dozê ve ku di 25'ê Cotmehê de li ser dosyayê civîneke çapemeniyê li dar xistin, derket holê. Parêzeran diyar kirin ku kujer Onur Gencer 27 caran li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê geriyaye û tevî ku ji polîs û dozgeriyê ev qeydên lêgerînên telefonê xwestine jî bersiva neyînî dane wan. Hûrgiliyên hevdîtina ku rayedarên polîsan nedan parêzerên dozê û dozgeriyê, 3 roj piştî civîna çapemeniyê di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê (DHA) de cih girt. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Gencer ji bo destûra çekê 2 caran çûye Midûriyeta Polîsan a Hatayê û 25 caran jî li Midûriyeta  Polîsan a Navçeya Gazîemîrê hatiye girtin. Di nûçeyê de hat nivîsandin ku hin ji van lêgerînên telefonan ji bo bidestxistina lîsansa çeka fîşekan û hin ji wan jî ji bo pirskirina li ser destûrnameya çeka ku di êrişê de hatiye bikaranîn. Parêzer Turkan Aslan Agaç a ku piştî nûçeyê daxuyanî da, pirs kir ku ajansekî çawa ev agahî girtine û ji bo wan nehatine dayîn. 
 
NAVÊ WÊ LI TAXÊ KIRIN 
 
Ji bo Denîz Poyraz gelek şahî û çalakî hatin lidarxistin. Şaredariya Navçeya Bazîdê ya Agiriyê biryar girt û navê Denîz Poyraz li taxekê kirin. 
 
PIŞTEVANΠ
 
Danişîna ewil a dozê wê bi îdianameyek kêmasî û nakokî hatiye amadekirin dest pê bike. Gelek rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û navneteweyî destekeke mezin dê bidin dozê.  Rêxistin diyar dikin ku ji bo bersivdayîna hemû pirsên bêbersiv ên derbarê bûyerê de piştgiriya ji bo rûniştinê girîng e û banga beşdariyê li her kesî dikin. 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

25/12/2021
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN