Doza Denîz Poyraz dest pê dike 2021-12-22 10:09:53   ÎZMÎR - Danişîna ewil a doza kuştina Denîz Poyraz tevî gelek pirsên bêbersiv mane wê di 29’ê kanûnê de dest pê bike.    Di 17’ê hezîranê de kujerê bi navê Onur Gencer avêt ser avahiya HDP’ê û guleberan kir. Di gulebaranê de xebatkar û endama HDP’ê Denîz Poyraz jî qetil kir. Hêj bûyer taze bû û çar roj di ser re derbas nebû dozname-îdianame hat amadekirin. Di îdianame de derket holê ku gelek pirsên kêm û bêbersiv hatine hiştin. Di ser qetilkirinê re 6 meh derbas bûn. Danişîna ewil a dozê wê di 29’ê kanûnê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dest pê bike.    Piştî qetilkirina Poyraz û heta niha me hin geşedanên derbarê dozê de qewimîn berhev kir.    Kujer Onur Gencer piştî ku Denîz Poyraz qetil kir, hundirê avahiya HDP’a Îzmîrê gulebaran kir. Polîs hatin cihê bûyerê û kêliyek mudaxile nekirin. Pişt re kujer binçav kirin û polîsek jê re got, “biracan navê te çi ye?” Di vê navberê de bi hezaran alîgir û endamên HDP’ê herikîn ber avahiyê û qetliyam protesto kirin. Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz li ber avahiya HDP’ê qîr kir û peyama, “Denîzek çû wê hezar Denîz werin” da xelkê û gelek aliyên civakê xwedî li Poyraz derketin.    DERENG HAT MUDAXILEKIRIN    Kujer wextê ku Poyraz dikuje wêneyê wê jî digire û parvekirinek bi şiklê “divê meriv hin bêtir HDP’iyan bikuje” parve kiribû. Di îfadeya xwe ya emniyetê de îdia kiribû ku wî bi tena serê xwe êrişê organîze kiriye. Kêliya hêj bûyer germ bû wêneyên kujer ku çek di destê wî de ne li ser medya dîjîtal hatin belavkirin û hin wêneyan jî li bajarên Sûriyê ku niha di bin dagirkeriya çeteyan de ne girtiye. Kujer di 24 saetan de ji aliyê dadgehê ve ji sûcê “kuştina sêwirandî” hat girtin. Emniyetê jî îdia kir ku tu eleqeya kujer bi rêxistinekî re nîne.    Mudaxilekirina polîsan ku ya ji bo bûyerê wek pirsek hêj li benda bersivê ye. Li gorî îfadeyên şahidan kujer li 8 qatê wê avahiyê geriyaye da ku destê xwe bişo. Di vê kêliyê de polîsan mudaxileyî bûyerê nekir. Her wiha polîsan li cihê bûyerê jî lêkolînek kêm kir û ev yek bû rojev. Polîsên li cihê bûyerê lêkolînkirin guleya 10’emîn nedîtin û piştî bûyerê çend rojan rêveberên HDP’ê li avahiyê wê guleyê dîtin.    HELWESTA AKP-MHP'Ê    Di raya giştî de nerazîbûnek pir cîdî û di asta jor de nîşanî êrişê hat dayîn. Lê AKP û şirîkê xwe MHP helwestek pir cidî nîşan nedan û mîna ku dilê wan rehet bûbe. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî du rojan daxuyanî da û gotibû, “Me êrişa provokatîf şermezar kir, em şermezar dikin û em ê yên mîna viya şermezar bikin. Em bi bawerin wê hemû têkiliyên li pişt faîlê hatiye girtin derkevin holê û cezayê herî giran bistîne.”    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu yê ku her tim HDP’ê dike hedefa xwe heta îro jî tu daxuyaniyek derbarê êrişê de nedaye. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî kujer Gencer ku wêneyên wî bi îşaretên gurebozan derket jî sûcdar kir.    PIŞTEVANIYEK MEZIN NÎŞAN DAN    Partiyên muxalefetê û rêxistinên civakî yên sivîl di vê pêvajoyê de piştevaniyek mezin dan nîşandan û kuştina Denîz Poyraz û êrişa li hember HDP’ê şermezar kirin.    KOMÎSYON HAT AVAKIRIN    Parêzerên endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ji bo lêpirsîna bûyerê komîsyonek ji 30 kesî pêk dihat avakirin. Ji parêzerên Navenda Giştî ya HDP’ê Turkan Aslan di 18’ê hezîranê û 21’ê hezîranê de ji bo lêpirsînek bi bandor were destpêkirin daxwazname dan dozgeriyê. Di daxwaznameyê de hat xwestin bi her awayî bûyer were lêkolînkirin. Lê ne dozgeriyê û ne jî emniyetê ji pirsên parêzeran re nebûn bersiv. Parlamenterê HDP’ê derbarê bûyerê de 35 pêşniyaznameyên pirs û 10 pêşniyaznameyên lekolînê dan Meclîsê lê hemû bêbersiv hatin hiştin.    GILÎKIRIN    HDP2ê piştî bûyerê di 25’ê hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê û Walîtîya Îzmîrê da û xwest li ser bûyerê bi berfirehî bisekine û derbarê polîsan dereng mudaxileyî bûyerê kirine lêpirsîn were destpêkirin. Lê serdozgeriyê serlêdana HDP’ê red kir.    ÎDIANAME HAT AMADEKIRIN    Di 11’ê cotmehê de lêpirsîna di derbarê kujer Gencer de dihat birêvebirin, temam bû. Di îdianameya ji aliyê serdozgeriyê ve hatiye amadekirin derbarê Gencer de ji sûcê “bi sêwirandinê kuştina bi qestî” cezayê girankirî heta hetayê û ji sûcên wek “binpêkirina destnedayîna kargehê” û “Xesar daye avahiya partiya siyasî” 7 sal cezayê hepsê hat xwestin. Gelek rêxistinên hiqûqê destnîşan kirin ku di îdianameyê de gelek kêmasî û nakokî hene.    TÊKILIYA BI LEŞKER Û NIJADPERESTAN RE    Her wiha di îdianameyê de hat gotin ku tu eleqeya bersûc bi tu rêxistinê re nîne û bi serê xwe bûyerê pêk aniye. Di îdianameyê de dema qeydên HTS’ê û îfadeyên şahidan li ber çavan tê girtin tê fêmkirin ku têkiliya kujer Gencer bi leşker û nijadperestran re heye. Di îdianameyê cih dan ku têkiliya Gencer bi sê leşkeran re heye.    Di îdianameyê de cih dane îfadeyên ajokarên texiyan ku kujer Gencer birine û anîne û di beyanên ajokaran de jî derdikeve holê ku kujer di navbera 150-400 lîreyî de bihayê xwe daye û carna wan wextek dirêj jî sekinandiye û wî birine otelên taybet û polîgana gulebardanê.    TÊKILIYA SADATÊ    Di îdianameyê de cih dan ku têkiliya Gencer bi grûpên paramîlîter û SADAT’ê re heye. Derbarê vê têkiliya Gencer a bi SADAT’ê re ji bo peydakirina delîlan lêkolîn nehat kirin.    DI ÎDIANAMEYÊ DE NÎNE, DI NÛÇEYÊ DE HEYE    Agahiyeke din a ku di îdianameyê de balê dikişîne, ji aliyê parêzerên dozê ve ku di 25'ê Cotmehê de li ser dosyayê civîneke çapemeniyê li dar xistin, derket holê. Parêzeran diyar kirin ku kujer Onur Gencer 27 caran li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê geriyaye û tevî ku ji polîs û dozgeriyê ev qeydên lêgerînên telefonê xwestine jî bersiva neyînî dane wan. Hûrgiliyên hevdîtina ku rayedarên polîsan nedan parêzerên dozê û dozgeriyê, 3 roj piştî civîna çapemeniyê di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê (DHA) de cih girt. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Gencer ji bo destûra çekê 2 caran çûye Midûriyeta Polîsan a Hatayê û 25 caran jî li Midûriyeta  Polîsan a Navçeya Gazîemîrê hatiye girtin. Di nûçeyê de hat nivîsandin ku hin ji van lêgerînên telefonan ji bo bidestxistina lîsansa çeka fîşekan û hin ji wan jî ji bo pirskirina li ser destûrnameya çeka ku di êrişê de hatiye bikaranîn. Parêzer Turkan Aslan Agaç a ku piştî nûçeyê daxuyanî da, pirs kir ku ajansekî çawa ev agahî girtine û ji bo wan nehatine dayîn.    NAVÊ WÊ LI TAXÊ KIRIN    Ji bo Denîz Poyraz gelek şahî û çalakî hatin lidarxistin. Şaredariya Navçeya Bazîdê ya Agiriyê biryar girt û navê Denîz Poyraz li taxekê kirin.    PIŞTEVANΠ   Danişîna ewil a dozê wê bi îdianameyek kêmasî û nakokî hatiye amadekirin dest pê bike. Gelek rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û navneteweyî destekeke mezin dê bidin dozê.  Rêxistin diyar dikin ku ji bo bersivdayîna hemû pirsên bêbersiv ên derbarê bûyerê de piştgiriya ji bo rûniştinê girîng e û banga beşdariyê li her kesî dikin.    MA / Tolga Guney