HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin

  • rojane
  • 14:50 17 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê Cejna Êzî ya civaka êzidiyan pîroz kir û bang li gel û welatên Ewropayê kir ku li dijî êrişên li ser Şengalê bêdeng û bêbertek nemînin. 

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Têkiliyên Derve berpirsyar Feleknas Ûca bi boneya Cejna Êzî ya civaka êzidiyan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Ûca, di daxuyaniya bi serenavê “Cejna Êzî li civaka êzidiyan û li temamî mirovahiyê pîroz be!” weşand de wiha got: “Cejna Êzî ya civaka êzidiyên ku di dîrokê de her tim bi sirgûn û komkujiyan re rûbirû hatine hîştin pîroz û bimbarek be. Diayên wan qebûl bibe! Cejna Êzî nirxeke olî û civakî ya êzidiyan e. Cejn ji bo hemû baweriyan pîroz in, Cejna Êzî jî yek ji wan e ku bi hezaran salan e ji aliyê Êzidiyan ve tê pîrozkirin.”
 
Ûca, dazanîn ku ji ber ku êzidî kurd in heta niha 74 caran bi qirkirinê re rûbirû hatine hiştin û wiha berdewam kir: “Herî dawî li Şingalê ji aliyê DAIŞ’ê ve komkujiyek hat pêkanîn. Bi hezaran jin hatin revandin û hîn jî aqubeta wan nayê zanîn. Ev komkujî ji aliyê dewletên Ewropî ve hat naskirin, lê Tirkiyeyê hîn jî ev komkujî nas nekiriye. Li Almanyayê endamekî DAIŞ’ê ji ber komkujiya êzidiyan hat darizandin. Lê li Tirkiyeyê endamên DAIŞ’ê jinan direvînin û bi awayekî adilane nayên darizandin jî. Fermandarên DAIŞ’ê li Enqereyê dijîn, lê derbarê wan de tu lêpirsîn nayên vekirin û îzehet jî nayê kirin.  Gelek caran me li Meclisê jî pirsî lê tu bersiv nehat dayîn.” 
 
‘KOMKUJIYA DAIŞ’Ê NIHA TÊ DUBAREKIRIN’
 
Ûca, bi lêv kir ku ligel sirgûnî û komkujiyan, li Şingalê civaka êzidiyan îro hewl dide ku ji xwe re jiyaneke nû ava bike û wiha pê de çû: “Tu xetere û gefeke wan li ser Tirkiyeyê tuneye lê ew her tim rastî êrişên Tirkiyeyê tên. Êriş li meclisên gel, nexweşxane û dibistanan tên kirin û sivîl wek hedef tên girtin. Di van rojên pîroz û bimbarek de jî êzidiyên ku rojiyê digirin, ligel zarokên xwe bi bombebaranan tên qetilkirin. Komkujiya ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şingalê pêk anîbû, niha tê dubarekirin. Çawa ku li Şingalê jin û keç hatin revandin û kuştin, niha jî ew êriş bi heman awayî ji aliyê cîhadîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê tên berdewamkirin.”  
 
‘LI DIJÎ ÊRIŞAN BÊBERTEK NEMÎNIN’
 
Ûca, bal kişand ser komkujiyên li êzidiyan hatine kirin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Civaka êzidiyan ji ber ku her tim rastî komkujiyan hatiye, îro mafê wan ê xweparastinê heye û daxwaza wan a xweseriyê daxwazeke rewa ye. Lê ji ber ku ew xwe diparêzin, îro rastî êrişan tên, tên kuştin û sirgûnkirin. Banga min li temamî gelê me, mîrovahî û welatên Ewropayê ye ku li dijî van êrişan bêdeng û bêbertek nemînin. Civaka êzidiyan îsal û di van salên dawî de rastî gelek êrişan hatin, ji ber wê jî Cejna Êzî bi dilekî xemgîn pîroz dikin. Lê ez hêvî dikim ku siberojê em bi hev re vê cejnê bi dilekî şad, bi hêvî û bi coşeke mezin pîroz bikin. Hêvî dikim Cejna Êzî ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya aştî û aramiyê. Bi hêviya ku hemû jinên dîlgirtî yên di destê DAIŞ’ê de rizgar bibin, Cejna Êzî pîroz û bimbarek be!”
 
 

Sernavên din

22/12/2021
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN
21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
15:15 DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:15 Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe
14:01 Tedbîra kontrola edlî ya rojnamevan Demîr nehat rakirin
13:33 22 rojnamevan hatin beraetkirin
13:28 Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket
13:26 Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt
13:01 Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin!
13:00 Parêzeran serlêdana Îmraliyê kir
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin
09:50 Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk
09:37 Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
09:19 Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne
09:09 Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe
09:09 Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'
09:09 Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:09 Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir
09:09 Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were
09:09 Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'AN
20/12/2021
20:40 DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin
20:06 Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
17:12 Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence!
16:52 Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin
16:38 Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt
16:28 Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin
15:56 Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e
15:56 Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan
14:43 ÎHD: Bila faîlên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin
14:05 Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin
13:17 Agahî ji cenazeyê Erkmen nayê girtin
13:13 Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin
13:01 HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
12:56 Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin
11:33 Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê
11:25 Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir
11:20 Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye
10:53 Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'!
10:09 Polîsan cenazeyê Erkmen revandin
09:52 Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin
09:26 Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da
09:25 PDK 113 roj in cenazeyan nade
09:01 Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN
19/12/2021
21:43 Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we
17:53 Nobeta Edaletê: Tecrîd civakê hedef digire
17:32 Li Hewlerê bîlançoya lehiyê giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
17:11 Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e
16:50 Fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji Festîvala Filman a Silêmaniyê hat vekişand
16:21 Zarok TV’yê frekansa xwe guhert
16:04 PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt
15:57 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
15:42 Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin
15:34 Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
15:24 Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê