HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin 2021-12-17 14:50:22 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê Cejna Êzî ya civaka êzidiyan pîroz kir û bang li gel û welatên Ewropayê kir ku li dijî êrişên li ser Şengalê bêdeng û bêbertek nemînin.  Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Têkiliyên Derve berpirsyar Feleknas Ûca bi boneya Cejna Êzî ya civaka êzidiyan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Ûca, di daxuyaniya bi serenavê “Cejna Êzî li civaka êzidiyan û li temamî mirovahiyê pîroz be!” weşand de wiha got: “Cejna Êzî ya civaka êzidiyên ku di dîrokê de her tim bi sirgûn û komkujiyan re rûbirû hatine hîştin pîroz û bimbarek be. Diayên wan qebûl bibe! Cejna Êzî nirxeke olî û civakî ya êzidiyan e. Cejn ji bo hemû baweriyan pîroz in, Cejna Êzî jî yek ji wan e ku bi hezaran salan e ji aliyê Êzidiyan ve tê pîrozkirin.”   Ûca, dazanîn ku ji ber ku êzidî kurd in heta niha 74 caran bi qirkirinê re rûbirû hatine hiştin û wiha berdewam kir: “Herî dawî li Şingalê ji aliyê DAIŞ’ê ve komkujiyek hat pêkanîn. Bi hezaran jin hatin revandin û hîn jî aqubeta wan nayê zanîn. Ev komkujî ji aliyê dewletên Ewropî ve hat naskirin, lê Tirkiyeyê hîn jî ev komkujî nas nekiriye. Li Almanyayê endamekî DAIŞ’ê ji ber komkujiya êzidiyan hat darizandin. Lê li Tirkiyeyê endamên DAIŞ’ê jinan direvînin û bi awayekî adilane nayên darizandin jî. Fermandarên DAIŞ’ê li Enqereyê dijîn, lê derbarê wan de tu lêpirsîn nayên vekirin û îzehet jî nayê kirin.  Gelek caran me li Meclisê jî pirsî lê tu bersiv nehat dayîn.”    ‘KOMKUJIYA DAIŞ’Ê NIHA TÊ DUBAREKIRIN’   Ûca, bi lêv kir ku ligel sirgûnî û komkujiyan, li Şingalê civaka êzidiyan îro hewl dide ku ji xwe re jiyaneke nû ava bike û wiha pê de çû: “Tu xetere û gefeke wan li ser Tirkiyeyê tuneye lê ew her tim rastî êrişên Tirkiyeyê tên. Êriş li meclisên gel, nexweşxane û dibistanan tên kirin û sivîl wek hedef tên girtin. Di van rojên pîroz û bimbarek de jî êzidiyên ku rojiyê digirin, ligel zarokên xwe bi bombebaranan tên qetilkirin. Komkujiya ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şingalê pêk anîbû, niha tê dubarekirin. Çawa ku li Şingalê jin û keç hatin revandin û kuştin, niha jî ew êriş bi heman awayî ji aliyê cîhadîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê tên berdewamkirin.”     ‘LI DIJÎ ÊRIŞAN BÊBERTEK NEMÎNIN’   Ûca, bal kişand ser komkujiyên li êzidiyan hatine kirin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Civaka êzidiyan ji ber ku her tim rastî komkujiyan hatiye, îro mafê wan ê xweparastinê heye û daxwaza wan a xweseriyê daxwazeke rewa ye. Lê ji ber ku ew xwe diparêzin, îro rastî êrişan tên, tên kuştin û sirgûnkirin. Banga min li temamî gelê me, mîrovahî û welatên Ewropayê ye ku li dijî van êrişan bêdeng û bêbertek nemînin. Civaka êzidiyan îsal û di van salên dawî de rastî gelek êrişan hatin, ji ber wê jî Cejna Êzî bi dilekî xemgîn pîroz dikin. Lê ez hêvî dikim ku siberojê em bi hev re vê cejnê bi dilekî şad, bi hêvî û bi coşeke mezin pîroz bikin. Hêvî dikim Cejna Êzî ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya aştî û aramiyê. Bi hêviya ku hemû jinên dîlgirtî yên di destê DAIŞ’ê de rizgar bibin, Cejna Êzî pîroz û bimbarek be!”