Kujerê Komkujiya Konyayê beriya komkujiyê li 4 bajaran li hotêlên luks maye

  • rojane
  • 15:40 14 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Kujerê malbata Dedeogullari Mehmet Altun diyar kr ku beriya ew qetliyamê bike, çûye Eskîşehîr, Enqere, Stenbol û Bûrsayê û li hotêlan maye. Parêzeran got hemû hotêl luks bûne û pirsa kî pereyê wî daye kirin. 
 
Danişîna ewil a doza qetliyama Malbata Dedeogullari ku kujer Mehmet Altun û ferdên malbata Çalik û Keleş jê tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê berdewam dike. Kujer Mehmet Altun ku ew tenê girtî ji dozê tê darizandin ji girtîgeha lê dimîne bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Ji 10 bersûcên berdayî tenê 5 bersûc beşdar bûne. Alî Keleş û Lutfî Keleş ên ji ber êrişa di 12’ê gulanê girtî ne bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. 
 
arlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Mahmût Togrûl, Abdûllah Koç, parlamenterên CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Levent Gök, parêzerên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), serok û nûnerên baroyên Enqere, Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Riha û Êlihê, parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), nûnerên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û ji navend û navçeyên Konyayê gelek kes tevlî danişînê bûn. Rojnamevanan jî eleqeyeke zêde nîşanî dozê dan.
 
Dozger kurteya îdianameyê xwend û pişt re îfadeyên bersûc Altûn hatin wergirtin. 
 
BERIYA ÎFADE BIGIRE DERBASÎ DARIZANDINÊ BÛ 
 
Dadgeh beriya îfadeyên kujer Altun bigire, derbasî darizandinê bû. Dadger pirs kir û li ser vê yekê kujer Altun got: “Min sîlehê li ser xwe nedigerand. Cara ewil min wê rojê li ser xwe gerand. Piştî êrişa 12’ê gulanê, ez hefteyek li mala xwişka xwe Ayşe mam.” Dadger ji bersûc Mehmet Altun pirsên ku wî araste bike kir. Serokê dadgehê pirsa “piştî êrişa 12’ê gulanê rewş aloz bû?” Altun jî bersiva “belê” da. 
 
DARIZANDIN LI DIJÎ QAYDEYÊ YE 
 
Parêzeran îtîrazî beriya îfade werin girtin destpêkirina darizandinê kirin. Ji parêzerên malbata Dedeogullari Alî Bozan wiha got: “Beriya hûn îfade bigirin, derbasî darizandinê dibin. Di vê rewşê de beyanên wek şîroveyê tên kirin. Li dijî qayde darizandin tê kirin. Bila ewilî ew bêje û pişt re derbasî darizandinê bibin. Pirsên dadgehê ji bo ronîkirina bûyerê ye lê belê beriya îfade bide pirs tên kirin.” 
 
Li ser îtîraza parêzeran îfadeyên kujer Altun ji nû ve hatin girtin. 
 
ÎFADEYA KUJER 
 
Altun îfade da û diyar kir ku beriya qetliyamê bike sê mehan ew bêkar bûye û berê ew bi mûçeyê asgarî xebitî ye û pişt re jî ji hin bankan pere kişandiye. 
 
Altun îdia kir ku bûyer ne bi mexsedek nijadperestî pêk aniye û got: “Kesî bi min nedaye kirin. Ez ji zarokatiya xwe ve wê malbatê nas dikim. Armanca min ne kuştinbû. Ne kuştinek bi qestî ye. Heke min bixwesta bi qestî bikuşta, wê sîleh di destê min de bûya.” 
 
BERIYA QETLIYAMÊ LI 4 BAJARAN GERIYAYE 
 
Pişt re dadger pirsan ji kujer kir. Dadger pirsa “te çima sîlehê li ser xwe digerand” kir û Altun wiha bersiv da: “Dizî çêdibûn, ji bo ku ez xwe biparêzim min sîlehê digerand.” Dadger pirsa “beriya qetliyamê tu çûyî gelek bajaran bi vê bûyerê re eleqeya wê heye” kir û kujer wiha bersiv da: “N anîne.” Kujer Altun got beriya komkujiyê bike ew çûye bajarên wek Eskîşehîr, Stenbol, Enqere û Bûrsayê. Dadger, “karê te nebû çima çûyî wan deran?” Kujer bersiv da û got: “Ji bo ez hinek bêhna xwe bidim çûm, min got ka lê binêrim dikarim çi karî bikim û ez li wir li hotêlan mam.” 
 
BENZÎNÊ JÎ LI GEL XWE BIRIYE 
 
Dadger pirsa “Tu kengê û çima çûyî mala Dedeogullari?” Kujer bersiv da û got: “Berê jî bûyer çêbûbûn, lewma çûm, min pirs bikira çima wisa dikin.” Altûn îdia kir ku dema ew çûye cem malbata Dedeogullari haya kesî jê nebûye û sîlehê jî bi armanca “parastina xwe” li gel xwe biriye û got: “Min benzînê jî ji bo çi li cem xwe biribû nayê bîra min lê belê min got belkî tiştek xerab bibe min licem xwe bir, ne bi niyeta şewitandinê. Wê wesayîtê du roj berê min kirê kiribû. Armanca kirêkirina wesayîtê jî ew bû ku biçim bi wan re biaxivim.” 
 
XIZMÊN MALBATÊ JI EYWANÊ HATIN DERXISTIN 
 
Mehmet Altun ê kujer behsa axaftina xwe û malbata Dedeogullari jî kir û got: “Min got dixwazim biaxivim. Bariş Dedeogullari ne li mal bû, lê ew jî hat û min got dixwazim biaxivim. Min ji hemûyan re got biçin rûnin. Min nasn nekirin. Ji min xwestin ez rûpoşa xwe derxim, min jî wê kêliyê çeka xwe derxist. Yek ji wan keçikan kevir avêt min, min ê wê kêliyê gule berdaba lê min nexwest.” Li ser vê yekê xizmên malbatê bertek nîşan dan û gotin: “Tiştek mabû ku tu bikî.” Kesên bertek nîşanî kujer dan ji eywana danişînê hatin derxistin. 
 
Dadger pirsa “te çend caran gule berda” kir. Kujer got: “Nayê bîra min, lê ez bawerim min du caran şarjorê tije kir. Min li malê tije kiribû. Min gule berda yên ku reviyan jî.” 
 
‘MIN TELEFONA XWE GIRT’ 
 
Serokê dadgehê pirsa “te yê dubare gule berdabûy?” kir. Kujer Altun wiha got: “Naxêr, min tiştek wiha nekir lê belê min dîsa berda yekî. Pişt re jî şewitandin hat bîra min, ji bo delîl (dîmenên kamerayê) tune bibin. Min benzînî hilda û hatim.” Dadgehê dîsa pirsên araste bike kir. Dadger pirsa, “te benzînê bi ku ve rijand, bi dîwar ve an bi malê ve” kir. Altûn got: “Min bi ser malê de rijand.” Altun da zanîn ku bi wê wesayîta ku kirê kiriye ew bi tenê ji bihê bûyerê çûye Bozkirê û telefona wî jî vekirî bûye. Altun diyar kir ku tenê xwediyê wesayîtê lê geriyaye û pir bi lez çûye û got: “Malbata min li min negeriya. Çimkî dizanibûn ez ê biçim Bozkirê. Dema gihîştim Bozkirê min telefona xwe girt. Ji bo ku li min negerin.”
 
ÎDIA KIR KU KESÎ BÛYERÊ BI WÎ NEDAYE KIRIN 
 
Dadgehê pirsa kesekî an kesan bûyerê pê daye kirin kirin jê kir. Lê kujer Altunî dia kir ku kesî bûyerê bi wî nedaye kirin. 
 
Pişt re parêzerê kujer axivî û pirsa, “berya bûyerê nîqaşek te bi malbatê re derketibû?” kir. Kujer Altun got: “Belê nîqaş çêbûbû. Ji bo êrişî me bikin ew li bendê bûn ku em di rê de derbas bibin. Min nexwest ez wisa bikim, ez poşman im.” 
 
‘MIN LI SER WHATSAPPÊ JI HEVJÎNA XWE RE DINIVÎSAND’ 
 
Pişt re parêzerên Malbata Dedeogullari pirsan ji kujer kirin. Kujer bersiva pirsên parêzeran da û got: “Ez bi balafirê ji Konyayê çûm Stenbolê. Min li ser WhatsAppê bi hevjîna xwe re dinivîsand. Min fêm kir ku Bariş ne li mal e, ez veqetiyam. Ez geriyam, min carekî wesayîtê stop kir. Mala xwişka min û maktûlan nêzî hev e.” 
 
TELEFONA XWE DU CARAN RESET KIRIYE 
 
Parêzeran pirsa, “te piştî bûyerê çima telefona xwe reset kir?” kirin. Altun got: “Min got belkî telefona min winda bibe hema çi dibe nabe. Lewma min reset kir. Min beriya bûyerê bi 13 rojan telefonê reset kir. Carna min reset dikir.” Parêzeran pirsa, “Beriya bûyerê bi 6-7 saetan te li Kent plazayê her tim bi telefonê axivîyî û telefona te meşgûl bûye, te bi kî re axivîyî û telefona te ya didoyan heye?” kirin. Altun got: “Min bi kesî re xeber nedaye.” Parêzeran pirsa, “beriya bûyerê bi çend mehan te kredî kişandiye te bi çi armancê kişand, te li ku xerc dikir. Car carna li ser hev hezar lîreyê kişandiye çima?” kirin. Altun got: “Pêdiviya min hebû, min dikişand.” Altun îdia kir ku ew navê hotêlên beriya qetliyamê çûye lê maye nayên bîra wî. 
 
KUJER ÎFADEYÊN BINAKOKÎ DA 
 
Parêzeran diyar kir ku dema Altun hatiye girtin şarja telefona wî hebûye û pirsa, “Te telefona xwe çawa li şarjê da?” kirin. Kujer bersiva, “Min şarj nekiriye.” Li ser gotina parêzeran, “Ne mimkun e ku telefona te androîd 4 rojan bêşarj bimîne” Altun got, “Her tim girtibû.” Parêzeran got, “te got tu amadekarî çûyî cihê bûyerê, te sîleh bir, benzîn bir, şarjor bir” kirin û kujer jî got, “belê min biriye.” Parêzeran pirsa, “tu her tim di wesayîta xwe de benzînê digerînî, te çima benzînî stend” kirin. Kujer bersaiva “nizanim” da. Altunî dia kir ku li malê kamera hebûye tunebûye jî wî nizanibûye, lê li ser pirsa parêzeran got, “nayêbîra min.” Parêzeran pirsa, “ji bûyerên berê haya te hebû” kirin. Altun got, “belê min bihîstibû.” Parêzerek dîsa pirsî kujer got, “ez nizanim.” 
 
BIIKARANÎNA SÎLEHÊ LI LEŞKERIYÊ HÎN BÛYE 
 
Parêzeran pirsa perwedehiya bikaranîna sîlehê jî jê kirin. Altûn îdia kir ku wî tenê li leşkeriyê perwerdehiya sîlehê girtiye û hînî bikaranîna wê bûye. 
 
LI HOTÊLÊN LUKS MAYE 
 
Parêzer Alî Bozan pirsa, “Tu li Stenbolê li Hîltonê mayî, li Eskîşehîrê li hotêla Rixsosê mayî, tu li van hotêlên luks mayî. Kî heq3e wan da û te çawa heqê wan da” kir. Kujer Altun diyar kir ku nayê bîra wî çend roj li hotêlan maye û heqê hotêlan wî daye û nayê bîra wî ka heqê hotêlan nak3it daye an jî bi kart daye. Parêzeran pirsa ku berê li hotêlan maye ji kujer kirin, lê kuer ewilî got “nemam e” û paşê gotina xwe guhert û got “nayê bîra min.” 
 
GELEK CARAN BÊKEFÎL KREDÎ KIŞANDIYE 
 
Parêzeran pirsa “beriya qetliyamê te ji bankayên cuda kredî kişandine. Beriya tu van krediyan bikişînî ji te kefil xwestin, te belgeyek pêşkêşî wan kir” kirin û kujer jî anî ziman ku bêkefîl kiriye û ji bilî e-devletê tu belgeyek jî nedaye wan. 
 
GOTINÊN NIJADPEREST BI BÎRA FAÎLAN XISTIN 
 
Pişt re jî bersûcên bûyera 12’ê gulanê Alî Keleş û Lutfî Keleş bi SEGBÎS’ê îfade dan. Alî Keleş îdia kir ku ew tevlî tu buyerek nebûye û got: “Tenê di sala 2010’an de bûyerek hebû tenê min wê bihîstiye. Tu samîmiyetek min bi Mehmet Altun re nîne.” Lutfi Keleş jî got: “Min têkildarî bûyera 12’ê îlonê sûc girt ser xwe çimkî hevjîna min jî girtibû, em bi karê cotkariyê re mijûl in û ji kes nebû min sûc girt ser xwe.” 
 
Parêzer Abdurrahman Karabulut qeyda deng a ku Lutfi Keleş bi telefonê bi lawê xwe re diaxive bi bîra wî xist. Lutfi Dag di telefonê de ji kurê xwe re dibêje, “Kurd bi aqil bûne.” Keleş bersiva, “Tu tiştek wiha nîne. Min tenê ji kurê xwe re got baldar bin.” 
 
KUJER DI TELEFONÊ DE SÎLEH NÎŞAN DAYE 
 
Keleş got kujer Mehmet Altun beriya bûyerê jê re behsa sîlehêkirye. Li ser vê yekê parêzer Alî Bozan pirsa, “beriya bûyerê bi çend mehan behsa sîlehê kir, çawa çêbû” kir. Besûc Keleş jî wiha bersiv da: “Di telefonê de wêneyek nîşanî min da. Wêneyê sîlehê. Min got ez jî sîlehan fam nakim. Min got sîleha te jî heye got belê. Em li ba hev bûn. Di Facebooka xwe de nîşan da. Ez nizanim bi sîlehê re eleqeya wî heye an jî na. Em nizanin çi karî dike. Tu kes nizane çi karî dike.” 
 
Pişt re dadgeh derbasî darizandina bersûc Velî Keleş ê li eywanêamade bû. Keleş da zanîn ku wî di êrişa 12’ê gulanê de cih girtiye û piştî hatiye berdan carekê sîleh daye destê xwe lê îdia kir ku gule bernedaye. Keleş got: “Saleke min qet gule bernedaye. Çifteya nêçîrî ya bavê min heye. Carna em bi xwe re dibin nav zevî û hinek li wir gule berdidin. Lê ez nizanim çend roj berê bi wê çifteye gule hatye berdan. Roja bûyerê jî ez çûm min dikana xwe vekir. Ez çûm bazarê min kesî nedît. Alî Çalik li min geriya. Got dengê sîleha tê. Min jî got belkî dibe ku gule berdabin kuçikan. Polîs jî êvarê hatin.” 
 
Dadgehê saetek û nîv navber da danişînê. 
 

Sernavên din

18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin
10:50 Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan
10:41 Nobeda li Sêmalka di roja 73'yan de didome
10:39 Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn
10:32 ‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’
09:28 Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer
09:12 Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin
09:12 ‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’
09:11 Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye
09:10 Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin
09:09 ‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’