Kujerê Komkujiya Konyayê beriya komkujiyê li 4 bajaran li hotêlên luks maye 2021-12-14 15:40:38   ENQERE - Kujerê malbata Dedeogullari Mehmet Altun diyar kr ku beriya ew qetliyamê bike, çûye Eskîşehîr, Enqere, Stenbol û Bûrsayê û li hotêlan maye. Parêzeran got hemû hotêl luks bûne û pirsa kî pereyê wî daye kirin.    Danişîna ewil a doza qetliyama Malbata Dedeogullari ku kujer Mehmet Altun û ferdên malbata Çalik û Keleş jê tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê berdewam dike. Kujer Mehmet Altun ku ew tenê girtî ji dozê tê darizandin ji girtîgeha lê dimîne bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Ji 10 bersûcên berdayî tenê 5 bersûc beşdar bûne. Alî Keleş û Lutfî Keleş ên ji ber êrişa di 12’ê gulanê girtî ne bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    arlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Mahmût Togrûl, Abdûllah Koç, parlamenterên CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Levent Gök, parêzerên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), serok û nûnerên baroyên Enqere, Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Riha û Êlihê, parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), nûnerên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û ji navend û navçeyên Konyayê gelek kes tevlî danişînê bûn. Rojnamevanan jî eleqeyeke zêde nîşanî dozê dan.   Dozger kurteya îdianameyê xwend û pişt re îfadeyên bersûc Altûn hatin wergirtin.    BERIYA ÎFADE BIGIRE DERBASÎ DARIZANDINÊ BÛ    Dadgeh beriya îfadeyên kujer Altun bigire, derbasî darizandinê bû. Dadger pirs kir û li ser vê yekê kujer Altun got: “Min sîlehê li ser xwe nedigerand. Cara ewil min wê rojê li ser xwe gerand. Piştî êrişa 12’ê gulanê, ez hefteyek li mala xwişka xwe Ayşe mam.” Dadger ji bersûc Mehmet Altun pirsên ku wî araste bike kir. Serokê dadgehê pirsa “piştî êrişa 12’ê gulanê rewş aloz bû?” Altun jî bersiva “belê” da.    DARIZANDIN LI DIJÎ QAYDEYÊ YE    Parêzeran îtîrazî beriya îfade werin girtin destpêkirina darizandinê kirin. Ji parêzerên malbata Dedeogullari Alî Bozan wiha got: “Beriya hûn îfade bigirin, derbasî darizandinê dibin. Di vê rewşê de beyanên wek şîroveyê tên kirin. Li dijî qayde darizandin tê kirin. Bila ewilî ew bêje û pişt re derbasî darizandinê bibin. Pirsên dadgehê ji bo ronîkirina bûyerê ye lê belê beriya îfade bide pirs tên kirin.”    Li ser îtîraza parêzeran îfadeyên kujer Altun ji nû ve hatin girtin.    ÎFADEYA KUJER    Altun îfade da û diyar kir ku beriya qetliyamê bike sê mehan ew bêkar bûye û berê ew bi mûçeyê asgarî xebitî ye û pişt re jî ji hin bankan pere kişandiye.    Altun îdia kir ku bûyer ne bi mexsedek nijadperestî pêk aniye û got: “Kesî bi min nedaye kirin. Ez ji zarokatiya xwe ve wê malbatê nas dikim. Armanca min ne kuştinbû. Ne kuştinek bi qestî ye. Heke min bixwesta bi qestî bikuşta, wê sîleh di destê min de bûya.”    BERIYA QETLIYAMÊ LI 4 BAJARAN GERIYAYE    Pişt re dadger pirsan ji kujer kir. Dadger pirsa “te çima sîlehê li ser xwe digerand” kir û Altun wiha bersiv da: “Dizî çêdibûn, ji bo ku ez xwe biparêzim min sîlehê digerand.” Dadger pirsa “beriya qetliyamê tu çûyî gelek bajaran bi vê bûyerê re eleqeya wê heye” kir û kujer wiha bersiv da: “N anîne.” Kujer Altun got beriya komkujiyê bike ew çûye bajarên wek Eskîşehîr, Stenbol, Enqere û Bûrsayê. Dadger, “karê te nebû çima çûyî wan deran?” Kujer bersiv da û got: “Ji bo ez hinek bêhna xwe bidim çûm, min got ka lê binêrim dikarim çi karî bikim û ez li wir li hotêlan mam.”    BENZÎNÊ JÎ LI GEL XWE BIRIYE    Dadger pirsa “Tu kengê û çima çûyî mala Dedeogullari?” Kujer bersiv da û got: “Berê jî bûyer çêbûbûn, lewma çûm, min pirs bikira çima wisa dikin.” Altûn îdia kir ku dema ew çûye cem malbata Dedeogullari haya kesî jê nebûye û sîlehê jî bi armanca “parastina xwe” li gel xwe biriye û got: “Min benzînê jî ji bo çi li cem xwe biribû nayê bîra min lê belê min got belkî tiştek xerab bibe min licem xwe bir, ne bi niyeta şewitandinê. Wê wesayîtê du roj berê min kirê kiribû. Armanca kirêkirina wesayîtê jî ew bû ku biçim bi wan re biaxivim.”    XIZMÊN MALBATÊ JI EYWANÊ HATIN DERXISTIN    Mehmet Altun ê kujer behsa axaftina xwe û malbata Dedeogullari jî kir û got: “Min got dixwazim biaxivim. Bariş Dedeogullari ne li mal bû, lê ew jî hat û min got dixwazim biaxivim. Min ji hemûyan re got biçin rûnin. Min nasn nekirin. Ji min xwestin ez rûpoşa xwe derxim, min jî wê kêliyê çeka xwe derxist. Yek ji wan keçikan kevir avêt min, min ê wê kêliyê gule berdaba lê min nexwest.” Li ser vê yekê xizmên malbatê bertek nîşan dan û gotin: “Tiştek mabû ku tu bikî.” Kesên bertek nîşanî kujer dan ji eywana danişînê hatin derxistin.    Dadger pirsa “te çend caran gule berda” kir. Kujer got: “Nayê bîra min, lê ez bawerim min du caran şarjorê tije kir. Min li malê tije kiribû. Min gule berda yên ku reviyan jî.”    ‘MIN TELEFONA XWE GIRT’    Serokê dadgehê pirsa “te yê dubare gule berdabûy?” kir. Kujer Altun wiha got: “Naxêr, min tiştek wiha nekir lê belê min dîsa berda yekî. Pişt re jî şewitandin hat bîra min, ji bo delîl (dîmenên kamerayê) tune bibin. Min benzînî hilda û hatim.” Dadgehê dîsa pirsên araste bike kir. Dadger pirsa, “te benzînê bi ku ve rijand, bi dîwar ve an bi malê ve” kir. Altûn got: “Min bi ser malê de rijand.” Altun da zanîn ku bi wê wesayîta ku kirê kiriye ew bi tenê ji bihê bûyerê çûye Bozkirê û telefona wî jî vekirî bûye. Altun diyar kir ku tenê xwediyê wesayîtê lê geriyaye û pir bi lez çûye û got: “Malbata min li min negeriya. Çimkî dizanibûn ez ê biçim Bozkirê. Dema gihîştim Bozkirê min telefona xwe girt. Ji bo ku li min negerin.”   ÎDIA KIR KU KESÎ BÛYERÊ BI WÎ NEDAYE KIRIN    Dadgehê pirsa kesekî an kesan bûyerê pê daye kirin kirin jê kir. Lê kujer Altunî dia kir ku kesî bûyerê bi wî nedaye kirin.    Pişt re parêzerê kujer axivî û pirsa, “berya bûyerê nîqaşek te bi malbatê re derketibû?” kir. Kujer Altun got: “Belê nîqaş çêbûbû. Ji bo êrişî me bikin ew li bendê bûn ku em di rê de derbas bibin. Min nexwest ez wisa bikim, ez poşman im.”    ‘MIN LI SER WHATSAPPÊ JI HEVJÎNA XWE RE DINIVÎSAND’    Pişt re parêzerên Malbata Dedeogullari pirsan ji kujer kirin. Kujer bersiva pirsên parêzeran da û got: “Ez bi balafirê ji Konyayê çûm Stenbolê. Min li ser WhatsAppê bi hevjîna xwe re dinivîsand. Min fêm kir ku Bariş ne li mal e, ez veqetiyam. Ez geriyam, min carekî wesayîtê stop kir. Mala xwişka min û maktûlan nêzî hev e.”    TELEFONA XWE DU CARAN RESET KIRIYE    Parêzeran pirsa, “te piştî bûyerê çima telefona xwe reset kir?” kirin. Altun got: “Min got belkî telefona min winda bibe hema çi dibe nabe. Lewma min reset kir. Min beriya bûyerê bi 13 rojan telefonê reset kir. Carna min reset dikir.” Parêzeran pirsa, “Beriya bûyerê bi 6-7 saetan te li Kent plazayê her tim bi telefonê axivîyî û telefona te meşgûl bûye, te bi kî re axivîyî û telefona te ya didoyan heye?” kirin. Altun got: “Min bi kesî re xeber nedaye.” Parêzeran pirsa, “beriya bûyerê bi çend mehan te kredî kişandiye te bi çi armancê kişand, te li ku xerc dikir. Car carna li ser hev hezar lîreyê kişandiye çima?” kirin. Altun got: “Pêdiviya min hebû, min dikişand.” Altun îdia kir ku ew navê hotêlên beriya qetliyamê çûye lê maye nayên bîra wî.    KUJER ÎFADEYÊN BINAKOKÎ DA    Parêzeran diyar kir ku dema Altun hatiye girtin şarja telefona wî hebûye û pirsa, “Te telefona xwe çawa li şarjê da?” kirin. Kujer bersiva, “Min şarj nekiriye.” Li ser gotina parêzeran, “Ne mimkun e ku telefona te androîd 4 rojan bêşarj bimîne” Altun got, “Her tim girtibû.” Parêzeran got, “te got tu amadekarî çûyî cihê bûyerê, te sîleh bir, benzîn bir, şarjor bir” kirin û kujer jî got, “belê min biriye.” Parêzeran pirsa, “tu her tim di wesayîta xwe de benzînê digerînî, te çima benzînî stend” kirin. Kujer bersaiva “nizanim” da. Altunî dia kir ku li malê kamera hebûye tunebûye jî wî nizanibûye, lê li ser pirsa parêzeran got, “nayêbîra min.” Parêzeran pirsa, “ji bûyerên berê haya te hebû” kirin. Altun got, “belê min bihîstibû.” Parêzerek dîsa pirsî kujer got, “ez nizanim.”    BIIKARANÎNA SÎLEHÊ LI LEŞKERIYÊ HÎN BÛYE    Parêzeran pirsa perwedehiya bikaranîna sîlehê jî jê kirin. Altûn îdia kir ku wî tenê li leşkeriyê perwerdehiya sîlehê girtiye û hînî bikaranîna wê bûye.    LI HOTÊLÊN LUKS MAYE    Parêzer Alî Bozan pirsa, “Tu li Stenbolê li Hîltonê mayî, li Eskîşehîrê li hotêla Rixsosê mayî, tu li van hotêlên luks mayî. Kî heq3e wan da û te çawa heqê wan da” kir. Kujer Altun diyar kir ku nayê bîra wî çend roj li hotêlan maye û heqê hotêlan wî daye û nayê bîra wî ka heqê hotêlan nak3it daye an jî bi kart daye. Parêzeran pirsa ku berê li hotêlan maye ji kujer kirin, lê kuer ewilî got “nemam e” û paşê gotina xwe guhert û got “nayê bîra min.”    GELEK CARAN BÊKEFÎL KREDÎ KIŞANDIYE    Parêzeran pirsa “beriya qetliyamê te ji bankayên cuda kredî kişandine. Beriya tu van krediyan bikişînî ji te kefil xwestin, te belgeyek pêşkêşî wan kir” kirin û kujer jî anî ziman ku bêkefîl kiriye û ji bilî e-devletê tu belgeyek jî nedaye wan.    GOTINÊN NIJADPEREST BI BÎRA FAÎLAN XISTIN    Pişt re jî bersûcên bûyera 12’ê gulanê Alî Keleş û Lutfî Keleş bi SEGBÎS’ê îfade dan. Alî Keleş îdia kir ku ew tevlî tu buyerek nebûye û got: “Tenê di sala 2010’an de bûyerek hebû tenê min wê bihîstiye. Tu samîmiyetek min bi Mehmet Altun re nîne.” Lutfi Keleş jî got: “Min têkildarî bûyera 12’ê îlonê sûc girt ser xwe çimkî hevjîna min jî girtibû, em bi karê cotkariyê re mijûl in û ji kes nebû min sûc girt ser xwe.”    Parêzer Abdurrahman Karabulut qeyda deng a ku Lutfi Keleş bi telefonê bi lawê xwe re diaxive bi bîra wî xist. Lutfi Dag di telefonê de ji kurê xwe re dibêje, “Kurd bi aqil bûne.” Keleş bersiva, “Tu tiştek wiha nîne. Min tenê ji kurê xwe re got baldar bin.”    KUJER DI TELEFONÊ DE SÎLEH NÎŞAN DAYE    Keleş got kujer Mehmet Altun beriya bûyerê jê re behsa sîlehêkirye. Li ser vê yekê parêzer Alî Bozan pirsa, “beriya bûyerê bi çend mehan behsa sîlehê kir, çawa çêbû” kir. Besûc Keleş jî wiha bersiv da: “Di telefonê de wêneyek nîşanî min da. Wêneyê sîlehê. Min got ez jî sîlehan fam nakim. Min got sîleha te jî heye got belê. Em li ba hev bûn. Di Facebooka xwe de nîşan da. Ez nizanim bi sîlehê re eleqeya wî heye an jî na. Em nizanin çi karî dike. Tu kes nizane çi karî dike.”    Pişt re dadgeh derbasî darizandina bersûc Velî Keleş ê li eywanêamade bû. Keleş da zanîn ku wî di êrişa 12’ê gulanê de cih girtiye û piştî hatiye berdan carekê sîleh daye destê xwe lê îdia kir ku gule bernedaye. Keleş got: “Saleke min qet gule bernedaye. Çifteya nêçîrî ya bavê min heye. Carna em bi xwe re dibin nav zevî û hinek li wir gule berdidin. Lê ez nizanim çend roj berê bi wê çifteye gule hatye berdan. Roja bûyerê jî ez çûm min dikana xwe vekir. Ez çûm bazarê min kesî nedît. Alî Çalik li min geriya. Got dengê sîleha tê. Min jî got belkî dibe ku gule berdabin kuçikan. Polîs jî êvarê hatin.”    Dadgehê saetek û nîv navber da danişînê.