Rojnameger Rêkanî: Wê encamên gelek giran derkevin holê

  • rojane
  • 10:26 25 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYA - Rojnameger Abdûlsamed Rêkanî, diyar kir ku li sînorê Belarûs û Polonyayê şertên jiyanê giran dibin û wiha got: "Heke wiha bidome wê encamên gelek giran derkevin holê."
 
Sekna bi hezaran penaberên ku ji ber polîtîkayên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji Herêma Kurdistanê û ji ber şer û pevçûnan ji Afganistan, Sûriye û Îranê çûne ser sînorê Belarûs û Polonyayê didome. Penaberên li vir dixwazin ji vir jî derbasî Ewropayê bibin. Ji ser sînor 422 penaberên kurd vegeriyan Herêma Kurdistanê. Lê piraniya wan jin û zarok hê jî bi hezaran penaber rexmî şertên hewayê yên sar jî li ser sînor in. Li gel ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji bo penaberan banga "civîna lezgîn" hat kirin jî heta niha gaveke şênber nehatiye avêtin. 
 
ZEXTA PDK'Ê YA SER ROJNAMEGERAN 
 
Ji Herêma Kurdistanê rojnameger Abdulsamed Rêkanî jî bi hevjîn û 3 zarokên xwe re li ser sînorê Belarûs û Polonyayê ye. Rêkanî ku 15 salan li herêmê xebatên rojnamegeriyê kiriye, da zanîn ku ji ber êrişên PDK'ê yên ser rojnamegeran êdî rewşeke ku rojnameger karibin li herêmê bixebitin nemaye û wiha got: "Heke tu ne alîgir bî PDK derfetên xebatê neda te. Ji ber ku em ne alîgirê desthilatê bûn timik êrişî me dikirin û em asteng dikirin. Li Başûr ne pêkane ku mirov serbixwe yan jî li saziyeke ne di bin kontrola desthilatê de bixebite. Ji ber vê rewşê û zehmetiyên aborî û zextên siyasî em ketin ser rêya koçberiyê."
 
SEKNA DI BIN SERMAYÊ DE 
 
Rêkanî, destnîşan kir ku li ser sînor herî kêm 2 hezar mirov hene û ev tişt gotin: "Nêzî 20 rojan e em li vir tên rawestandin. Piraniya kesên li vir jin û zarok in. Rojê du caran xwarin tê dayîn lê ji ber ku hejmar zêde tevahiya rojê de di dora xwarinê de derbas dibe. Rewşên hewayê ne baş in. Bi taybetî jî bi şev sar e. Duh bi şev hewa di bin kêmê 8'an de bû. Di nav me de kesên nexweş hene û her ku diçe rewşa wan giran dibe. Di dîtina derman û tenduristvanan de zehmetî dikişînin. Bi giştî rewş gelek bi xeter e û her roja ku diçe xetertir dibe. Heke şert wiha bidomin wê encamên gelek giran derkevin holê. Divê ji vê rewşê re bi awayekî lezgîn çare bê dîtin."
 
DIVÊ ÇARE BÊ DÎTIN
 
Di dawiya axaftina xwe de Rêkanî bang li parastvanên mafên mirovan û welatên Ewropayê kir û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Divê herkes destê alîkariyê dirêjî mirovên li vir bike. Rewşa mirov li vir micid e. Kesên hatine li vir; li Herêma Kurdistanê ya pirsgirêka wan a ewlehiyê hebûye yan jî pirsgirêkên wan ên aborî hebûne. Ji bo ku derkevin ser vê rêya weke hêvî hesibandin mirovan wesayît, mal û dikanên xwe firotin. Lewre ji ber ku li Başûr şert û derfetên jiyanê neman derketin ser vê rêyê."
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

27/11/2021
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin
16:42 ‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’
16:37 ANYAKAY-DER bertek nîşanî zext û binçavkirinan da
16:16 Hat îdiakirin ku li Qilebanê jinekê hewl daye întîhar bike
16:06 Vegera penaberan a ji Belarûsê didome
16:05 Ji bo girtiyê nexweş Çakal banga berdanê kirin
15:40 Nobeda li Sêmalka di roja 54’emîn de ye
15:35 Girtiya birîndar di 4 mehan de 4 caran hat sewqkirin
15:30 HDP wê sibê mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’ li dar bixe
14:55 Dayikên Şemiyê: Bal kişandin ser darizandinên xwe
14:53 'Desthilat tol dihilîne'
14:23 Miduriyeta polîsan vegeriya salên 90’î: Pirtûk û kefiyên rengîn bûn “belgeyên rêxistinî”
14:12 Turkdogan: Daxwazên wan daxwazê herkesî ne
14:06 Cendirmeyan êrişî gundiyan kir
13:46 Xizmên windayan aqûbeta Epozdemîr pirsîn
13:12 120 ronakbirin fransayî banga PKK'ê li Biden kirin
12:50 Karayilan navên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bikaranîn aşkere kirin
12:43 Piştî 12 salan doza ROJ TV'yê li rojnameger Sala vekirin
12:40 Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girtin
12:02 Ger û geşta Qanadê Kurdo ya 'Kurdên Batûmê'
11:29 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 264’emîn de ye
11:29 Zinar Ronî: Heke ji xeletiyan venegere wê Hewler jî weke Enqereyê hilweşe
10:26 Jina ku li Îzmîrê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:52 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
09:03 Komeleya Wêjekarên Kurd dê 2 pirtûkan çap bike
09:02 Hem êrişî wî kirin hem jî cezayê hevdîtinê lê birîn
09:02 Karkerên Bakirkoyê 34 roj in di grevê de ne
09:02 Aydenîz: Rêya afirandina jiyaneke azad bi berxwedanê pêkan e
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2021'Ê
26/11/2021
20:32 Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn
19:43 Li Şirnexê ji 35 kesên hatibûn binçavkirin 16 kes hatin girtin
17:05 Doza Geziyê hat dîtin: Osman Kavala nehat berdan
17:02 DEDAŞ 11 roj in ceyranê nade gund
16:57 Beştaş: Berxwedana jinan mezin bûye
16:46 Girtiyê nexweş Mûhammed jiyana xwe ji dest da
16:46 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:18 Nobeta Edaletê di roja 11’emîn de ye: Em bibin hezar û bêdeng nebin
15:50 Lukaşenko: Divê YE çareseriyê bibîne
15:48 Ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin bang kirin
14:53 Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak tehliye bû
14:38 Dadgeha Bilind, dozgerên ku delîlên komkujiyê veşartine parast
14:37 Ji bo mîtîngê bang kirin: Em li dijî desthilatê dengê xwe bilind bikin
13:59 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 11’emîn de ye
13:56 Parêzerê Ocalan serî li saziyen navneteweyî dan: Rewşa dijhiqûqê teşhîr bikin
13:36 Tahîr Elçî bi pêşangeha "dengê azadiyê" bi bîr anîn
13:14 Welat dubare bi rûpela dijîtal dest bi weşanê dike
13:07 Yuksekdag banga piştgiriya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş kir
12:26 ‘Osman Kavala berdin’
12:07 Malbata Şenyaşar: Bila li Rihayê qanûn pêk bên
11:30 Li Kocaelî û Stenbolê gelek HDP’yî hatin binçavkirin
11:29 Diyanetê ji tundiyê re çareserî dît: Li mizgeftan weaz û li qehwexaneyan sohbet
11:05 Dozgeriyê îtîrazî biryara baraetê ya rojnameger Rûvanas û Esen kir
10:27 Li Edenê serdegirtina malan: Derî şikandin
09:34 Kemal Pîr 40 sal berê bi vî awayî pirsa 'Kurdistan ku derê ye?' bersivandibû
09:33 Li ser sînorê Sûriyeyê eskerekî jiyana xwe ji dest da
09:33 Polisan damezrînerê DEVA'yê Gurcan binçav kirin
09:11 Derket holê ku bapîrê Muslumeyê bavê wê ye
09:00 4 girtiyên di ser 70 salî re bi mirinê re rû bi rû ne
09:00 Ji sedî 27'ê nifûsê li dijî xizaniyê li ber xwe dide
09:00 Girtiyê ku behsa êrişên gardiyanan kir: Dibe ku me bikujin
09:00 ‘Em li dijî bişavtinê xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 Rojnamevan Mame: Hikûmeta Kurdistanê di bêedaletiyê de israr dike
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2021'AN
25/11/2021
22:30 4 rojnamevanên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:43 Li Amedê jin daketin qadan
19:08 Li Cizîrê mirineke biguman
17:10 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
17:04 Ji bo polîsê Hemdan qetil kir cezayê hefsê yê muebbetê hat xwestin
16:51 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê
16:47 Esnafê got ‘Ev der Kurdistan e’ hat berdan
16:39 Jin li qada ne: Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin
16:22 Li gundê Poyraz bang kirin: Li dijî polîtîkayên şer em li her derê ne
16:11 Dozger cezayê kujerê Şahîn Oner zêde dît!
16:03 Li Amedê di salekê de 965 jin bi tundiyê re rûbirû mane
15:54 Ji bo Ocalan serî li rêxistinên sivîl hat dayîn
15:44 Sewqiyata lojîstîk a leşkerî hat kirin
15:24 Giliya peywirdarên cemaweriyê hat kirin
14:38 Ji HDK'ê banga tevgera gel a yekgirtî
14:37 Ozgun ê HDP’yî ku 2 caran bi heman îdiayê hatibû girtin hat berdan
14:19 Parêzerên jin banga beşdariya Doza Kobanê kirin
13:57 Ji wêneyên Ocalan beraet kir
13:55 Nobeta Edaletê di roja 10’emîn de ye
13:50 HDP wê di qadê de bi gel re têbikoşe
13:37 Ji Sosyo Polîtîkê rapora tundiyê ya 3 mehan: 74 jin hatin kuştin
13:36 Xelkê Wanê: Ev der Kurdistan e, kes nikare înkar bike
13:25 Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî 2 pirtûkên nû
12:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:37 Birîndar girtin û sîxuriyê lê ferz kirin
11:53 Li Amed û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
11:32 Malbata Şenyaşar: Wê jin qismetê bêyom ê welat biguherînin
11:31 Ji Girtîgeha Sîlîvriyê name: Bênasnametiyê li me ferz dikin
11:14 Zilamê di metroyêde erişî jinekê kir hat binçavkirin
11:03 Nobeda li Sêmalka di roja 52’yemîn de ye
10:55 Îfadeya esnafê got 'Ev der Kurdistan e' hat girtin
10:47 Di Doza Kobanê de gelo Îsmet Yilmaz bi heyeta dadgehê re hevdîtin pêk aniye?
10:32 Piştî 11 salan azad bû: Min ewilî darê hembêz kir
10:26 Rojnameger Rêkanî: Wê encamên gelek giran derkevin holê
09:44 Ji 2 nûçegîhanên Rojnewsê agahî nayê girtin
09:43 Ji Wezîr Gul daxuyaniya malbata Şenyaşar: Lêkolîn berdewam dike