Rojnameger Rêkanî: Wê encamên gelek giran derkevin holê 2021-11-25 10:26:13   NAVENDA NÛÇEYA - Rojnameger Abdûlsamed Rêkanî, diyar kir ku li sînorê Belarûs û Polonyayê şertên jiyanê giran dibin û wiha got: "Heke wiha bidome wê encamên gelek giran derkevin holê."   Sekna bi hezaran penaberên ku ji ber polîtîkayên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji Herêma Kurdistanê û ji ber şer û pevçûnan ji Afganistan, Sûriye û Îranê çûne ser sînorê Belarûs û Polonyayê didome. Penaberên li vir dixwazin ji vir jî derbasî Ewropayê bibin. Ji ser sînor 422 penaberên kurd vegeriyan Herêma Kurdistanê. Lê piraniya wan jin û zarok hê jî bi hezaran penaber rexmî şertên hewayê yên sar jî li ser sînor in. Li gel ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji bo penaberan banga "civîna lezgîn" hat kirin jî heta niha gaveke şênber nehatiye avêtin.    ZEXTA PDK'Ê YA SER ROJNAMEGERAN    Ji Herêma Kurdistanê rojnameger Abdulsamed Rêkanî jî bi hevjîn û 3 zarokên xwe re li ser sînorê Belarûs û Polonyayê ye. Rêkanî ku 15 salan li herêmê xebatên rojnamegeriyê kiriye, da zanîn ku ji ber êrişên PDK'ê yên ser rojnamegeran êdî rewşeke ku rojnameger karibin li herêmê bixebitin nemaye û wiha got: "Heke tu ne alîgir bî PDK derfetên xebatê neda te. Ji ber ku em ne alîgirê desthilatê bûn timik êrişî me dikirin û em asteng dikirin. Li Başûr ne pêkane ku mirov serbixwe yan jî li saziyeke ne di bin kontrola desthilatê de bixebite. Ji ber vê rewşê û zehmetiyên aborî û zextên siyasî em ketin ser rêya koçberiyê."   SEKNA DI BIN SERMAYÊ DE    Rêkanî, destnîşan kir ku li ser sînor herî kêm 2 hezar mirov hene û ev tişt gotin: "Nêzî 20 rojan e em li vir tên rawestandin. Piraniya kesên li vir jin û zarok in. Rojê du caran xwarin tê dayîn lê ji ber ku hejmar zêde tevahiya rojê de di dora xwarinê de derbas dibe. Rewşên hewayê ne baş in. Bi taybetî jî bi şev sar e. Duh bi şev hewa di bin kêmê 8'an de bû. Di nav me de kesên nexweş hene û her ku diçe rewşa wan giran dibe. Di dîtina derman û tenduristvanan de zehmetî dikişînin. Bi giştî rewş gelek bi xeter e û her roja ku diçe xetertir dibe. Heke şert wiha bidomin wê encamên gelek giran derkevin holê. Divê ji vê rewşê re bi awayekî lezgîn çare bê dîtin."   DIVÊ ÇARE BÊ DÎTIN   Di dawiya axaftina xwe de Rêkanî bang li parastvanên mafên mirovan û welatên Ewropayê kir û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Divê herkes destê alîkariyê dirêjî mirovên li vir bike. Rewşa mirov li vir micid e. Kesên hatine li vir; li Herêma Kurdistanê ya pirsgirêka wan a ewlehiyê hebûye yan jî pirsgirêkên wan ên aborî hebûne. Ji bo ku derkevin ser vê rêya weke hêvî hesibandin mirovan wesayît, mal û dikanên xwe firotin. Lewre ji ber ku li Başûr şert û derfetên jiyanê neman derketin ser vê rêyê."   MA / Omer Akin