Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir

  • rojane
  • 09:07 24 Cotmeh 2021
  • |
img
ENQERE - Prof. Dr. Mûstafa Dûrmûş, diyar kir ku ji welatên ku  "çavakanîyên xwe yên kêm" herî zêde ji bo armancên eskerî xerc dikin yekê jê jî Tirkîye ye û bi vê aboriya heyî daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir e. 
 
Bernameya Navdemî (OVP) ya 2022-2024'an a aboriyê çend roj berê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor daneyên di çarçoveya OVP'ê de hatin weşandin, pêşniyaza ji bo budçeya sala bê ya Wezareta Parastinê 80 milyar û 439 milyon TL ye. Di OVP'ya beriya vê de, ya 2021-2023'yan, budçeya ji bo Wezareta Parastinê hatibû diyarkirin 65 milyar û 893 milyon TL bû. Di vê heyama de ku her diçe krîza aborî kûrtir dibe, budçeya ji bo Wezareta Parastinê hat veqetandin bû cihê nîqaşan. 
 
Aborîzan Prof. Dr. Mûstafa Dûrmûş, texrîbatên aborî yên ku dê Tirkîye di şerek û operasyoneke gengaz de bi wan re rû bi rû bimîne nirxandin. 
 
DAGIRKERÎ Û KAPÎTALÎZM
 
Dûrmûş, destnîşan kir ku sedemeke herî girîng a şer û operasyonan, qezenca pergala dagirker-kapîtalîst e û li ser asasê kedxwariyê ye. Krîzên aborî, pergala dagirker û şer pevgirêdayî ne û got: "Şer û dagirkirin, fêkiyên pevçûnên bi van rengî ne." 
 
‘BI ŞER SER PIRSGIRÊKAN TÊ NIXUMANDIN'
 
Dûrmûş, diyar kir ku sedemeke din a îqtidaran a ji bo şer jî ew e ku bi hincetên wekî 'têkoşîna li hemberî terorê yan jî ewlehiya neteweyî' pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên hundirîn binixumînin. Dûrmûş got: "Îqtidara siyasî gava nikaribe ji heq krîza aborî û pirsgirêkên din derkeve, radibe li derve li çareseriya pirsgirêkan digere. Bi vî awayî armanc dike ku derdora xwe ya neteweyî ya ku her diçe dimehe, konsolîde bike û pêşî li ber muxalefeta demokratîk bigire." 
 
XERCANEYÊN ESKERÎ JI SEDÎ 77 ZÊDE BÛN
 
Dûrmûş, destnîşan kir ku kapîtalîzma Tirkîyeyê her diçe vediguhere narko-kapîtalîzmê û got: "Yanî her diçe taybetmendiyên narko-kapîtalîzmê yên wekî milîtarîst-şerxwaz, otorîterîya tund, mafyatîk, dijminatiya ji bo kedê, nasnameyên cuda û çandan dixwe de dihewîne. Nîşaneyeke herî berbiçav ya vê, asta xercaneyên ewlehiyê yên li hundir û derve û avakirina şîrketên pîşesaziya eskerî ne." 
 
Dûrmûş, da zanîn ku li Tirkîyeyê di 10 salên dawî de xeracaneyên eskerî ji sedî 77 zêde bûne û got: "Li gor daneyên Bernameya Xercaneyên Çek û Eskerî (SIPRI), di sala 2020'an de li welêt pereyê ji bo eskeriyeyê hatiye xerckirin 17.7 milyar dolar e. Ev xercane di sala 2020'î de ji sedî 5 kêm bûne. Lê belê ev kêmbûn, ji ber pandemiyê ye. Ji lew ra Tirkiye ji sala 2011'an heya niha xercaneyên xwe yên eskerî ji sedî 77 zêde kirine." 
 
Dûrmûş, destnîşan kir ku Tirkiye di nav welatê ku "çavkaniyên xwe yên kêm" herî zêde ji bo armancên eskerî xerc dikin de ye û têkildarî vê ev tişt gotin: "Gava sermayeya ku ji bo şîrketên aydê dewletê yên wekî Aselsan, Roketsan, Pîşesazîya Parastin û Hewayê, TAÎ, STM û hwd. jî tê xerckirin ku 98.5 milyar TL ye, bê daxilkirin, bi giştî pereyê tê terxankirin 249 milyar e. Her wiha gava 23.4 milyar TL'yê Fona Piştgiriyê ya Pîşesaziya Parastinê jî daxilî nav vê xercaneyê bê kirin, dibe 272,4 milyar TL û rêje jî dibe ji sedî 25." 
 
TEXRÎBATÊN MEZIN
 
Dûrmûş, diyar kir ku şer tenê aboriya welatê bi êrişê re rû bi rû dimîne na, aboriya welatê êriş dike jî texrîb dike û derdora ku herî zêde bandorê ji şer digire jî çîna karkeran, kedkar, jin, zarok û astengdar û bi giştî tevahiya gel e. 
 
Dûrmûş, bal kişand ser texrîbatên şer ên li ser xwezayê jî û got: "Hem bi texrîbkirina ekosîstemê re gefê li pêşeroja me dixwin hem jî ji ber bandora wan a li ser xwezayê di warê aborî de zirareke mezin rû dide." 
 
MANÎPULASYON
 
Dûrmûş, bilêv kir ku bloga îqtidarê hem mijara "ewlehiya neteweyî" hem jî ya "mezinbûna aboriyê" wekî xaliyeke ku hemû qirêjî di bin wê de tên veşartin bi kar tîne û got: "Di bin navê gefên derve û 'têkoşîna li dijî terorê' de hem mîlîtarîzmê hem jî otorîterîbûnê didomîne û di vî warî de çavkanîne pir mezin didin şîrketin pîşesaziya eskerî. Gava aborî mezin dibe ji xwe re çîrokeke serketinê çêdikin û bi vî awayî betalî, xizanî, nelirêtî, bêedaletî û cihêkariyê û pirsgirêkên din ên aborî û civakî paqij dikin dixin bin vê xaliyê. Lewma dibe ku em car carinan bi hejmarên şaş an jî hejmarên tên manîpulekirin re rû bi rû bimînin." 
 
KRÎZA DOWÎZÎ Û ENFLASYON
 
Dûrmûş, bal kişand ser bandora şer a li ser kûra dowîzî û enflasyonê jî û got: "Şerekî nû dê texrîbata aborî kûrtir bike. Niha gava em li daneyên aboriya Tirkiyeyê mêze dikin, hema bibêje hemû nîşaneyên krîzê hene. Sektora reel di krîzê de ye, betalî pir zêde ye, enflasyon bi awayekî fermî ji sedî 20, bi awayekî ne fermî di ser ji sedî 40'î re ye, lê ya girîng jî krîzeke dowîzê heye ku zûzûka tê. Wer xuya ye, dê krîzeke wekî ya 2021'ê çêbibe. Jixwe zêde dibû, lê dê daxistina faîzê re bi israr tê daxistin, zêdetir dibe. Ev zêdebûna kûra dolarî, dê ji ber guherandina kûran enflasyonê jî pir pir zêde bike. Jiyan, ji bo kesên betal pirsgirêkeke pir mezin e. Îjar di rewşeke wisa de tu rabî û daxilî nava şerekî bibî, ne mimkun e ku tu karibî pêşî li ber vî dolar bigirî. Ne tenê em kedkar, akademîsyen û rewşenbîr, TUSÎAD jî vê yekê dibîne. TUSÎDA jî ji ber rewşa krîza aborî karta zer rê îqtidarê dide. Lewma niha daxilbûna nava şerekî û pesendkirina vî şerî, dê dibe xweşkirina agir." 
 
MA / Berna Kîşîn

Sernavên din

25/10/2021
11:29 'PDK’ê nexweşxaneyek taybet ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor dibin vekiriye'
10:15 Tê payîn di rojeva kabîneyê de destwerdana li dijî Rojava hebe
09:06 Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir
09:06 Pîşeya ku ji bêderfetî dijî!
09:06 Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê
09:06 Girtî Yildiz: Zext veguherîne êrişên fizîkî
09:06 Malbatan piştgirî da têkoşîna li dijî fihûş û hişbirê
09:06 Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'AN
24/10/2021
18:08 Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin
17:04 Dest danîn ser arşîva muzîkê ya hunermend Karakaş ê hat binçavkirin
17:00 Panela Ciwanan: Tûrnûvaya Fûtbolê îtîraza desthilatê ye
15:07 Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî
14:49 Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
14:48 Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn
14:26 7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
13:03 Karabûlak, sirgunî girtîgeheke din hat kirin
13:01 Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
12:36 Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin
12:06 Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn
11:57 QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da
11:35 Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû
11:15 Malbata Şenyaşar: Em bi serdema herî bêedalet re rûbirû ne
10:57 Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
09:07 Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir
09:06 Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
09:05 Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
09:04 Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2021'Ê
23/10/2021
16:52 Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da
16:45 Dayikên Şemiyê: Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin
16:30 Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 500’emîn de ye
16:24 Li Qilêbanê jinek ciwan xwest xwe întîhar bike
16:15 Li Edeneyê jî konsera NÇM’ê hat qedexekirin: Wê konser li avahiya HDP’ê were lidarxistin
15:42 Sancar bang li muxalefetê kir: Em ji tezkera şer re bêjin na
14:59 Di hefteya 500'emîn de bang li îqtidarê kirin: Em ê dev jê bernedin
14:43 ‘Bila girtiyên nexweş Burgu û Gokan werin berdan’
14:34 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir hat pirsîn
14:33 Polîsan bi ser şantiyeyê de girtin: Gelo we bêriya xendekan kiriye?
14:15 PZK’ê helbestvan Cegerxwîn li gundê lê ji dayik bûye bi bîr anî
14:01 KCD: Bidawîkirina aloziyan bi azadiya Ocalan pêkan e
13:41 Xizmên Windayan li aqûbeta Dr. Recaî Aydin pirsîn
12:35 HDP’ê serdana TTB’ê kir: Divê em xwedî li budçeya gel derkevin
12:05 Serokê EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
11:21 ‘Heke em dengê xwe dernexin wê budçeya 2022’an jî bibe budçeya şer’
10:43 44 sal in sewalkariyê dike lê zirarê dike
10:09 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan rêzebername: Em bibin dengê girtiyan
09:06 Malîyeta 5 salan a polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e
09:03 Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin
09:03 Projeya germavê 20 meh in neqediyaye
09:03 SES: Divê li Şirnexê AMATEM hebe
09:03 Rektor soza ku dê çayê bike 50 quriş da xwendekaran
09:03 Li Îmraliyê cezayê voltaavêtinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:23 Yek ji dayikên Roboskiyê Kadriye Encu wefat kir
22/10/2021
20:53 Doza Komkujiya Pirsûsê: Dadgehê ceza li bersûcekî tenê birî û dosyeya dozê girt
20:39 Piştî lêgerîna eskeran a qawişê 14 girtî bi virûsê ketin
16:05 ÎHD: Li girtîgehên Egeyê 147 binpêkirinên mafan qewimîn
16:02 Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:32 Walîtiya Rihayê çalakiyên ji bo Doza Pirsûsê qedexe kir
15:11 Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
15:02 Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye
14:39 Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
14:01 Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
13:39 Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir
13:39 Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
12:31 Başaran: Em kurd in, jin in, li vir in
12:22 Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan
11:56 Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin
11:41 Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê
11:29 Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:23 Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome
11:16 Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin
10:55 Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir
10:08 YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin