Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir 2021-10-24 09:07:14   ENQERE - Prof. Dr. Mûstafa Dûrmûş, diyar kir ku ji welatên ku  "çavakanîyên xwe yên kêm" herî zêde ji bo armancên eskerî xerc dikin yekê jê jî Tirkîye ye û bi vê aboriya heyî daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir e.    Bernameya Navdemî (OVP) ya 2022-2024'an a aboriyê çend roj berê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor daneyên di çarçoveya OVP'ê de hatin weşandin, pêşniyaza ji bo budçeya sala bê ya Wezareta Parastinê 80 milyar û 439 milyon TL ye. Di OVP'ya beriya vê de, ya 2021-2023'yan, budçeya ji bo Wezareta Parastinê hatibû diyarkirin 65 milyar û 893 milyon TL bû. Di vê heyama de ku her diçe krîza aborî kûrtir dibe, budçeya ji bo Wezareta Parastinê hat veqetandin bû cihê nîqaşan.    Aborîzan Prof. Dr. Mûstafa Dûrmûş, texrîbatên aborî yên ku dê Tirkîye di şerek û operasyoneke gengaz de bi wan re rû bi rû bimîne nirxandin.    DAGIRKERÎ Û KAPÎTALÎZM   Dûrmûş, destnîşan kir ku sedemeke herî girîng a şer û operasyonan, qezenca pergala dagirker-kapîtalîst e û li ser asasê kedxwariyê ye. Krîzên aborî, pergala dagirker û şer pevgirêdayî ne û got: "Şer û dagirkirin, fêkiyên pevçûnên bi van rengî ne."    ‘BI ŞER SER PIRSGIRÊKAN TÊ NIXUMANDIN'   Dûrmûş, diyar kir ku sedemeke din a îqtidaran a ji bo şer jî ew e ku bi hincetên wekî 'têkoşîna li hemberî terorê yan jî ewlehiya neteweyî' pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên hundirîn binixumînin. Dûrmûş got: "Îqtidara siyasî gava nikaribe ji heq krîza aborî û pirsgirêkên din derkeve, radibe li derve li çareseriya pirsgirêkan digere. Bi vî awayî armanc dike ku derdora xwe ya neteweyî ya ku her diçe dimehe, konsolîde bike û pêşî li ber muxalefeta demokratîk bigire."    XERCANEYÊN ESKERÎ JI SEDÎ 77 ZÊDE BÛN   Dûrmûş, destnîşan kir ku kapîtalîzma Tirkîyeyê her diçe vediguhere narko-kapîtalîzmê û got: "Yanî her diçe taybetmendiyên narko-kapîtalîzmê yên wekî milîtarîst-şerxwaz, otorîterîya tund, mafyatîk, dijminatiya ji bo kedê, nasnameyên cuda û çandan dixwe de dihewîne. Nîşaneyeke herî berbiçav ya vê, asta xercaneyên ewlehiyê yên li hundir û derve û avakirina şîrketên pîşesaziya eskerî ne."    Dûrmûş, da zanîn ku li Tirkîyeyê di 10 salên dawî de xeracaneyên eskerî ji sedî 77 zêde bûne û got: "Li gor daneyên Bernameya Xercaneyên Çek û Eskerî (SIPRI), di sala 2020'an de li welêt pereyê ji bo eskeriyeyê hatiye xerckirin 17.7 milyar dolar e. Ev xercane di sala 2020'î de ji sedî 5 kêm bûne. Lê belê ev kêmbûn, ji ber pandemiyê ye. Ji lew ra Tirkiye ji sala 2011'an heya niha xercaneyên xwe yên eskerî ji sedî 77 zêde kirine."    Dûrmûş, destnîşan kir ku Tirkiye di nav welatê ku "çavkaniyên xwe yên kêm" herî zêde ji bo armancên eskerî xerc dikin de ye û têkildarî vê ev tişt gotin: "Gava sermayeya ku ji bo şîrketên aydê dewletê yên wekî Aselsan, Roketsan, Pîşesazîya Parastin û Hewayê, TAÎ, STM û hwd. jî tê xerckirin ku 98.5 milyar TL ye, bê daxilkirin, bi giştî pereyê tê terxankirin 249 milyar e. Her wiha gava 23.4 milyar TL'yê Fona Piştgiriyê ya Pîşesaziya Parastinê jî daxilî nav vê xercaneyê bê kirin, dibe 272,4 milyar TL û rêje jî dibe ji sedî 25."    TEXRÎBATÊN MEZIN   Dûrmûş, diyar kir ku şer tenê aboriya welatê bi êrişê re rû bi rû dimîne na, aboriya welatê êriş dike jî texrîb dike û derdora ku herî zêde bandorê ji şer digire jî çîna karkeran, kedkar, jin, zarok û astengdar û bi giştî tevahiya gel e.    Dûrmûş, bal kişand ser texrîbatên şer ên li ser xwezayê jî û got: "Hem bi texrîbkirina ekosîstemê re gefê li pêşeroja me dixwin hem jî ji ber bandora wan a li ser xwezayê di warê aborî de zirareke mezin rû dide."    MANÎPULASYON   Dûrmûş, bilêv kir ku bloga îqtidarê hem mijara "ewlehiya neteweyî" hem jî ya "mezinbûna aboriyê" wekî xaliyeke ku hemû qirêjî di bin wê de tên veşartin bi kar tîne û got: "Di bin navê gefên derve û 'têkoşîna li dijî terorê' de hem mîlîtarîzmê hem jî otorîterîbûnê didomîne û di vî warî de çavkanîne pir mezin didin şîrketin pîşesaziya eskerî. Gava aborî mezin dibe ji xwe re çîrokeke serketinê çêdikin û bi vî awayî betalî, xizanî, nelirêtî, bêedaletî û cihêkariyê û pirsgirêkên din ên aborî û civakî paqij dikin dixin bin vê xaliyê. Lewma dibe ku em car carinan bi hejmarên şaş an jî hejmarên tên manîpulekirin re rû bi rû bimînin."    KRÎZA DOWÎZÎ Û ENFLASYON   Dûrmûş, bal kişand ser bandora şer a li ser kûra dowîzî û enflasyonê jî û got: "Şerekî nû dê texrîbata aborî kûrtir bike. Niha gava em li daneyên aboriya Tirkiyeyê mêze dikin, hema bibêje hemû nîşaneyên krîzê hene. Sektora reel di krîzê de ye, betalî pir zêde ye, enflasyon bi awayekî fermî ji sedî 20, bi awayekî ne fermî di ser ji sedî 40'î re ye, lê ya girîng jî krîzeke dowîzê heye ku zûzûka tê. Wer xuya ye, dê krîzeke wekî ya 2021'ê çêbibe. Jixwe zêde dibû, lê dê daxistina faîzê re bi israr tê daxistin, zêdetir dibe. Ev zêdebûna kûra dolarî, dê ji ber guherandina kûran enflasyonê jî pir pir zêde bike. Jiyan, ji bo kesên betal pirsgirêkeke pir mezin e. Îjar di rewşeke wisa de tu rabî û daxilî nava şerekî bibî, ne mimkun e ku tu karibî pêşî li ber vî dolar bigirî. Ne tenê em kedkar, akademîsyen û rewşenbîr, TUSÎAD jî vê yekê dibîne. TUSÎDA jî ji ber rewşa krîza aborî karta zer rê îqtidarê dide. Lewma niha daxilbûna nava şerekî û pesendkirina vî şerî, dê dibe xweşkirina agir."    MA / Berna Kîşîn