Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn

  • rojane
  • 09:00 13 Cotmeh 2021
  • |
img

EDENE - Di ser qetilkirina rojnamevan Kadrî Bagdû re 7 sal derbas bûn. Derbarê dosyeya lêpirsînê de "biryara daîmî" hat dayîn. Malbata Bagdû, diyar kirin ku dê dev ji vê dozê bernedin û xwest kiryar bên darizandin. 

Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû di 14'ê Cotmeha 2014'an de gava li Edeneyê rojname belav dikir, di êrişeke çekdarî ya DAIŞ'ê de hatibû qetilkirin. Di lêpirsîna hat kirin de, çendî Servet Koçê DAIŞ'î li xwe mikur hatibû jî, tiştek nehatibû kirin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, di Cotmeha 2020'ê de ji bo vê cinayetê gotibû "ne bûyereke terorê, bûyereka edlî ye" û derbarê dosyeya lêpirsînê de biryara "lêgerîna daîmî" dabû. 
 
Malbata Bagdû, diyar kir ku dê dev ji dozê bernedin û xwes kujer bên darizandin. 
 
'BILA ROJNAMEYA MIN BÊ FIROTIN BES E'
 
Şemsiye Bagdû, hevjîna Kadrî Bagdû, diyar kir ku hevjînê wê ji bo rojnameyê tim dixebitî û ji bo rojname bigihê gel çi ji desta dihat dikir û got: "Eynî wekî canê xwe ji rojnameyê hez dikir. Tim di desta de bû. Digot, 'gava ev rojname ne bi min re be sebra min nayê.'"
 
Bagdû, bilêv kir ku Kadrî sibeha 14'ê Cotmehê ji bo rojnameyê belav bike li duçerxeya xwe ya şîn siwar bûye û ji mal derketiye û wiha domand: "Diçe ji dikanekê pakêtek cixare dikire û gava li ser peyarêyê cixareyê dikişîne, hin kesên bi motorsikilêt êrişî wî dikin. Li dû wî tenê pakêtek cixare, hesteyên wî, kartên wî yên rojnameyê, pereyên wî yên hûr û wêneyên wî man. Me hemû xistine qutiyeke cam û ew hilanîne."
 
‘TIŞTEK NEHAT KIRIN'
 
Bagdû, diyar kir ku Kadrî di rêça Apê Mûsa de tevli karwanê şehîdên çapemeniyê bûyû û bi vî awayî nemir bûye û got: "7 sal derbas bûn. Di 7 salan de dosyeya lêpirsînê wekî xwe ma. Gav tiştekî biçûk jî biqewime di cî de doz tê vekirin û muxalif tên girtin. Lê li orta kuçeyê rojnamevanek hat kuştin. Li her derî kamera hebûn, lê dixwazin vê dosyeyê têxin nav yên kiryar nediyar. Kiryar li holê ye. Di vîdeoya ji kurê min re hat şandin de, wî kesî hin tişt gotin. Lê dîsa jî tiştek nehat kirin."
 
‘EM Ê HESAB BIPIRSIN'
 
Bagdû, destnîşan kir ku dê dev ji vê dozê bernedin û got: "Em ê hesab ji kujeran bipirsin. Heke bivê em ê biçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Helbet rojekê em ê hesab bipirsin. Temenê min têr neke jî, dê zarokên min hesab bipirsin."
 
‘EM DIXWAZIN KUJERÊ BAVÊ MIN BÊ DARIZANDIN'
 
Nîmet Bagdû jî diyar kir ku wê û bavê xwe tim li hev dikir û wekî hevalan bûn. Bagdû, destnîşan kir ku kujer diyar in û got: "Kesên mirovekî ew qas baş kuştin niha li derve ne. Em qebûl nakin. Em dixwazin kujerê bavê min bê darizandin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
MA / Cemîl Ûgûr - Hamdûllah Yagiz Kesen

Sernavên din

15/10/2021
09:04 Zabitayan li zaroka kaxezan berhev dike, xistin
09:04 Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
09:04 3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?
09:04 Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn
09:04 Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'AN
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir