Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn 2021-10-13 09:00:40 EDENE - Di ser qetilkirina rojnamevan Kadrî Bagdû re 7 sal derbas bûn. Derbarê dosyeya lêpirsînê de "biryara daîmî" hat dayîn. Malbata Bagdû, diyar kirin ku dê dev ji vê dozê bernedin û xwest kiryar bên darizandin.  Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû di 14'ê Cotmeha 2014'an de gava li Edeneyê rojname belav dikir, di êrişeke çekdarî ya DAIŞ'ê de hatibû qetilkirin. Di lêpirsîna hat kirin de, çendî Servet Koçê DAIŞ'î li xwe mikur hatibû jî, tiştek nehatibû kirin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, di Cotmeha 2020'ê de ji bo vê cinayetê gotibû "ne bûyereke terorê, bûyereka edlî ye" û derbarê dosyeya lêpirsînê de biryara "lêgerîna daîmî" dabû.    Malbata Bagdû, diyar kir ku dê dev ji dozê bernedin û xwes kujer bên darizandin.    'BILA ROJNAMEYA MIN BÊ FIROTIN BES E'   Şemsiye Bagdû, hevjîna Kadrî Bagdû, diyar kir ku hevjînê wê ji bo rojnameyê tim dixebitî û ji bo rojname bigihê gel çi ji desta dihat dikir û got: "Eynî wekî canê xwe ji rojnameyê hez dikir. Tim di desta de bû. Digot, 'gava ev rojname ne bi min re be sebra min nayê.'"   Bagdû, bilêv kir ku Kadrî sibeha 14'ê Cotmehê ji bo rojnameyê belav bike li duçerxeya xwe ya şîn siwar bûye û ji mal derketiye û wiha domand: "Diçe ji dikanekê pakêtek cixare dikire û gava li ser peyarêyê cixareyê dikişîne, hin kesên bi motorsikilêt êrişî wî dikin. Li dû wî tenê pakêtek cixare, hesteyên wî, kartên wî yên rojnameyê, pereyên wî yên hûr û wêneyên wî man. Me hemû xistine qutiyeke cam û ew hilanîne."   ‘TIŞTEK NEHAT KIRIN'   Bagdû, diyar kir ku Kadrî di rêça Apê Mûsa de tevli karwanê şehîdên çapemeniyê bûyû û bi vî awayî nemir bûye û got: "7 sal derbas bûn. Di 7 salan de dosyeya lêpirsînê wekî xwe ma. Gav tiştekî biçûk jî biqewime di cî de doz tê vekirin û muxalif tên girtin. Lê li orta kuçeyê rojnamevanek hat kuştin. Li her derî kamera hebûn, lê dixwazin vê dosyeyê têxin nav yên kiryar nediyar. Kiryar li holê ye. Di vîdeoya ji kurê min re hat şandin de, wî kesî hin tişt gotin. Lê dîsa jî tiştek nehat kirin."   ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN'   Bagdû, destnîşan kir ku dê dev ji vê dozê bernedin û got: "Em ê hesab ji kujeran bipirsin. Heke bivê em ê biçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Helbet rojekê em ê hesab bipirsin. Temenê min têr neke jî, dê zarokên min hesab bipirsin."   ‘EM DIXWAZIN KUJERÊ BAVÊ MIN BÊ DARIZANDIN'   Nîmet Bagdû jî diyar kir ku wê û bavê xwe tim li hev dikir û wekî hevalan bûn. Bagdû, destnîşan kir ku kujer diyar in û got: "Kesên mirovekî ew qas baş kuştin niha li derve ne. Em qebûl nakin. Em dixwazin kujerê bavê min bê darizandin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin."    MA / Cemîl Ûgûr - Hamdûllah Yagiz Kesen