Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket

  • rojane
  • 16:13 9 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi çalakî û bernameyên li gelek navendan hatin lidarxistin, hat şermezar kirin. Di peyamanên hevpar ên şermezarkirina komployê de, hat diyarkirin ku komplo bi seer neket. 

23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de, li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, li gelek navend û bajaran bi çalakiyên cur bi cur hat şermezarkirin. Di daxuyanî, panel û çalakiyên hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku komploya navneteweyî bi têkoşînê hatiye pûçkirin. Di hemû çalakiyan de daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan hat kirin.
 
AMED  
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Rezanê, di salvegera 23’yemîn komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 9’ê Cotemah 1998’an pêk hat de, sînevîzyonek pêşkêş kir. Sînevîzyon li avahiya partiyê hat pêşkêşkirin. Parlamenterên HDP’ê Remziye  Tosûn, Dersim Dag, Semra Guzel, Îmam Taşçier, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, TUHAY-DER’ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî bernameyê bûn. Piştî deqeyek rêzgirinê dest bi pêşandana sînevîzyonê hat kirin.  
 
Piştî pêşandina sînevîzyonê Îmam Taşçier, axivî û wiha got: “Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê pêvajoya komployê dewam bike. Ev komploya li dijî Ocalan hat meşandin, di heman demê de li dijî gelê Kurde jî. Ger îro tecrîd giran nebûya, wê çareserkirina pirsgireka Kurd di astek pir cuda da bûya. Ji bo ku pirsgirêka Kurd were çareser kirin, divê Birêz Ocalan serbest bê berdan. 
 
Hevserokê TUHAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel jî, bal kişand ser armanca komployê û xwest Ocalan serbest were berdan. 
Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî, diyar kir ku têkoşîna Kurdan bi sedsalana dewam dike û wiha axivî: “Ji bo ku gelê Kurd bibe xwedî vîn û statu li dijî gelek zordestiyan têkoşiya. Xwestin bi komployê hebûn û destkeftiyên Kurdan tune bikin. Lê ev plana wan bi ser neket. Birêz Ocalan li tevahiya cîhanê Kurd şiyar kirin. Kurd kirin xwedî vîn û înîsiyatîf. Rêya wekhevî û azadiyê ji bo wan vekir. Em ê jî, ji bo azadiya Birêz Ocalan her tiştî bikin.”
 
EDENE 
 
Rêxistina HDP ya Bajêr û AATUHAY-DER’ê jî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Di daxuyaniya li avahiya partiyê hat lidarxistin de, gelek kes amade bûn. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş, di civîna daxuyaniyê de axivî û wiha got. “Çembera agir a hêzên navneteweyî û herêmî, bi Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê danîn, tevahiya Rojhilata Navîn bi êrişên DAIŞ’ê dorpêç kir. Ji berk u Ocalan komplo vale derxist, vê carê dest bi polîtîkayên tecrîda girankirî kirin. Ger projeya Ocalan were bi cih anîn, wê hemû polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li dijî gelan, têk biçin.”
 
COLEMÊRG
 
Parlamenterê Colemêrgê Sît Dede, di 4’emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çelê de axivî û bal kişand ser komployê. Dede, bal kişand ser rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de û komploya navneteweyî lanet kir.
 
MÊRSÎN 
 
Şaxên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Azadixwaz (OHD) yên Mêrsînê jî, bi heman armancê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) panelek li dar xistin. Gelek aktîvîst û nûnerên, civak sivîl, partiyên siyasî û komeleyan beşdarî panelê bûn. 
 
Endama Înîsiyastîfa Dayikên Aştiyê Nafiye Çoban di panelê de axivî û wiha bal kişand ser tecrîda li dijî Ocalan: “Em tecrîda li girtîgehan qebûl nakin. Di serî de Birêz Ocalan û hemû girtiyan serbest berdin.” 
 
Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê Prz. Hoşyar Sariyildiz jî, diyar kir ku bi ser komploya li dijî Ocalan re 23 sal derbas bûn. Sariyildiz, da zanîn ku Birêz Ocalan bi peyamên xwe yên 23 sal in dide, gelan zindî hiştin û wiha got: “Kurd îro di saya Birêz Ocalan de xwe îfade dikin. Lê talokeya li ser Birêz Ocalan hîna bi dawî nebûye. Ji ber vê yekê tecrîd dewam dike. Ji bo me ya girîng azadiya Ocalane.”
 
Panel dûre bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîr a Şirnexê jî, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em komploya navneteweyî bi tûndî şermezar dikin” hat vekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvebirên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê rêvebirê HDP’ê yê Cizîrê Botan Em ve hat xwendin.
 
Em, anî ziman ku komploya navnetweyî ku di 9’ê Cotmehê 1998’an de hat destpêkirin di şexsê Abdullah Ocalan de li gelê kurd û Rojhilta Navîn destpêka berxwedanê ye û wiha got: “Destpêka meha cotmehê di serî de ji bo gelê kurd û hemû gelên heremê gelek girîng e û destpêka pêvajoyek dîrokî ye. Birêz Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi planek navneteweyî ji Sirûyeyê hat dersxistin, ev destpêka dîroka êş, winda û sehneyên lîstokan bû. Ev ne bi tenê li ser gelê kurd li ser hemû gelên Rojhilata Navîn dest pê kir. Kesên hevkarê vê planê Tirkiye jî ber bi şerê kûr ve bir. Dijminatiya li dijî gelê kurd bû esasa polîtîkaya hem li hindir û hem jî ya derve. Di encama vê de   rewşa dawî li Tirkiyeyê li holê ye. Di ser de 23 sal derbas bûye jî hêzên din mirin û kaosê li gelan da ferzkirin. Ev şer her ku diçe berdewam dike.”
 
Em, bal kişand ser tecrîda girankirî ya ser Abdullah Ocalan û wiha domand: “Di Pergala Îmraliyê de; hiqûq û zagon hatiye tunekirin.  Pergala Îmraliyê qulika reş a her cureyê hiqûqî ye. Tecrîda li Îmraliyê di hiqûq, ehlaqî û wîcdanî de tu beramberiya wê tune ye. Pergala tecrîdê, li her qada jiyanê bandor kiriye. Çareseriya aştiyane hedef hatiye girtin. Dixwazin Tirkiyeyê mehkûmê tarîtiyê bikin. Tirkiye vegûheriye rejîma tecrît û qeyûmê. Divê li dijî tecrîdê bê derketin û li berxwe bidin. Birêz Ocalan ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bike di nava çar dîwaran de jî dixebite. Lê belê dixwazin civakê bê parastin bihêlin û demokrasiyê ji holê rabikin. Tecrîta li Îmraliyê li ser  hemû civakê tê meşandin.”
 
Em, di dawiya axaftina xwe de got ku operasyonên qirkirinên siyasî ku di demên dawiyê de tên kirin li dijî 9’ê Cotmehê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşerojeke demokrasî gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê li berxwe didin. Banga min ji hemû kesên bi wîcdan û berpirsiyar ew e ku werin em bi hev re ji bo demokrasî û azadiyê tecrîdê bişkînin. Tecrîdê bişkînin û dengê azadiyê bigihînin gel.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. Girse piştre derbasî eywana konferansê bû û derbarê 9’ê Cotmehê de sînevîzyona hat temaşekirin. Bername bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Sernavên din

12/10/2021
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne
09:05 NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
09:05 50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê
09:05 Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin
09:05 Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin
09:05 18 sal in pêlavan boyax dike
09:04 Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN
11/10/2021
16:57 ‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’
16:16 Îdîanameya derbarê qatilê Denîz Poyraz de hat qebûlkirin
16:15 Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye
15:54 Li du bajaran tundî li jinan kirin
15:53 Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê
15:46 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
15:09 Ahmet Turk emeliyat bû
14:49 Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê
14:27 LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
14:27 ‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’
14:02 ‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
14:01 Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
13:42 Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin
13:33 Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê
13:19 Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin
13:12 Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze
13:08 Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn
12:46 Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn
12:34 Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:16 AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da
11:54 Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin
11:53 Polîsan bi hêceta ‘cilên herêmî’ bi ser dawetê te girtin
11:32 Biryar hat dayîn ku milyonek tazmînat ji malbata Dînk re bê dayîn
11:25 Danişîna rojnameger Şahîn hat dîtin
09:00 Angaşta ku Tirkiye gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe: 548 kesan serî li nexweşxaneyê dan
09:00 Pirsgirêka wargehan veguherî firsendê: Wê qeyûm ji bo muftîtî û cemaetê wargeh çêbike
09:00 Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye'
09:00 Gulên reş ên Xelfetiyê
09:00 Fatma Ocalan: Ji bo hatina aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN
10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'