Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket 2021-10-09 16:13:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi çalakî û bernameyên li gelek navendan hatin lidarxistin, hat şermezar kirin. Di peyamanên hevpar ên şermezarkirina komployê de, hat diyarkirin ku komplo bi seer neket.  23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de, li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, li gelek navend û bajaran bi çalakiyên cur bi cur hat şermezarkirin. Di daxuyanî, panel û çalakiyên hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku komploya navneteweyî bi têkoşînê hatiye pûçkirin. Di hemû çalakiyan de daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan hat kirin.   AMED     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Rezanê, di salvegera 23’yemîn komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 9’ê Cotemah 1998’an pêk hat de, sînevîzyonek pêşkêş kir. Sînevîzyon li avahiya partiyê hat pêşkêşkirin. Parlamenterên HDP’ê Remziye  Tosûn, Dersim Dag, Semra Guzel, Îmam Taşçier, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, TUHAY-DER’ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî bernameyê bûn. Piştî deqeyek rêzgirinê dest bi pêşandana sînevîzyonê hat kirin.     Piştî pêşandina sînevîzyonê Îmam Taşçier, axivî û wiha got: “Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê pêvajoya komployê dewam bike. Ev komploya li dijî Ocalan hat meşandin, di heman demê de li dijî gelê Kurde jî. Ger îro tecrîd giran nebûya, wê çareserkirina pirsgireka Kurd di astek pir cuda da bûya. Ji bo ku pirsgirêka Kurd were çareser kirin, divê Birêz Ocalan serbest bê berdan.    Hevserokê TUHAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel jî, bal kişand ser armanca komployê û xwest Ocalan serbest were berdan.  Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî, diyar kir ku têkoşîna Kurdan bi sedsalana dewam dike û wiha axivî: “Ji bo ku gelê Kurd bibe xwedî vîn û statu li dijî gelek zordestiyan têkoşiya. Xwestin bi komployê hebûn û destkeftiyên Kurdan tune bikin. Lê ev plana wan bi ser neket. Birêz Ocalan li tevahiya cîhanê Kurd şiyar kirin. Kurd kirin xwedî vîn û înîsiyatîf. Rêya wekhevî û azadiyê ji bo wan vekir. Em ê jî, ji bo azadiya Birêz Ocalan her tiştî bikin.”   EDENE    Rêxistina HDP ya Bajêr û AATUHAY-DER’ê jî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Di daxuyaniya li avahiya partiyê hat lidarxistin de, gelek kes amade bûn. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş, di civîna daxuyaniyê de axivî û wiha got. “Çembera agir a hêzên navneteweyî û herêmî, bi Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê danîn, tevahiya Rojhilata Navîn bi êrişên DAIŞ’ê dorpêç kir. Ji berk u Ocalan komplo vale derxist, vê carê dest bi polîtîkayên tecrîda girankirî kirin. Ger projeya Ocalan were bi cih anîn, wê hemû polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li dijî gelan, têk biçin.”   COLEMÊRG   Parlamenterê Colemêrgê Sît Dede, di 4’emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çelê de axivî û bal kişand ser komployê. Dede, bal kişand ser rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de û komploya navneteweyî lanet kir.   MÊRSÎN    Şaxên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Azadixwaz (OHD) yên Mêrsînê jî, bi heman armancê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) panelek li dar xistin. Gelek aktîvîst û nûnerên, civak sivîl, partiyên siyasî û komeleyan beşdarî panelê bûn.    Endama Înîsiyastîfa Dayikên Aştiyê Nafiye Çoban di panelê de axivî û wiha bal kişand ser tecrîda li dijî Ocalan: “Em tecrîda li girtîgehan qebûl nakin. Di serî de Birêz Ocalan û hemû girtiyan serbest berdin.”    Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê Prz. Hoşyar Sariyildiz jî, diyar kir ku bi ser komploya li dijî Ocalan re 23 sal derbas bûn. Sariyildiz, da zanîn ku Birêz Ocalan bi peyamên xwe yên 23 sal in dide, gelan zindî hiştin û wiha got: “Kurd îro di saya Birêz Ocalan de xwe îfade dikin. Lê talokeya li ser Birêz Ocalan hîna bi dawî nebûye. Ji ber vê yekê tecrîd dewam dike. Ji bo me ya girîng azadiya Ocalane.”   Panel dûre bi pirs û bersivan bi dawî bû.    ŞIRNEX   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîr a Şirnexê jî, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em komploya navneteweyî bi tûndî şermezar dikin” hat vekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvebirên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê rêvebirê HDP’ê yê Cizîrê Botan Em ve hat xwendin.   Em, anî ziman ku komploya navnetweyî ku di 9’ê Cotmehê 1998’an de hat destpêkirin di şexsê Abdullah Ocalan de li gelê kurd û Rojhilta Navîn destpêka berxwedanê ye û wiha got: “Destpêka meha cotmehê di serî de ji bo gelê kurd û hemû gelên heremê gelek girîng e û destpêka pêvajoyek dîrokî ye. Birêz Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi planek navneteweyî ji Sirûyeyê hat dersxistin, ev destpêka dîroka êş, winda û sehneyên lîstokan bû. Ev ne bi tenê li ser gelê kurd li ser hemû gelên Rojhilata Navîn dest pê kir. Kesên hevkarê vê planê Tirkiye jî ber bi şerê kûr ve bir. Dijminatiya li dijî gelê kurd bû esasa polîtîkaya hem li hindir û hem jî ya derve. Di encama vê de   rewşa dawî li Tirkiyeyê li holê ye. Di ser de 23 sal derbas bûye jî hêzên din mirin û kaosê li gelan da ferzkirin. Ev şer her ku diçe berdewam dike.”   Em, bal kişand ser tecrîda girankirî ya ser Abdullah Ocalan û wiha domand: “Di Pergala Îmraliyê de; hiqûq û zagon hatiye tunekirin.  Pergala Îmraliyê qulika reş a her cureyê hiqûqî ye. Tecrîda li Îmraliyê di hiqûq, ehlaqî û wîcdanî de tu beramberiya wê tune ye. Pergala tecrîdê, li her qada jiyanê bandor kiriye. Çareseriya aştiyane hedef hatiye girtin. Dixwazin Tirkiyeyê mehkûmê tarîtiyê bikin. Tirkiye vegûheriye rejîma tecrît û qeyûmê. Divê li dijî tecrîdê bê derketin û li berxwe bidin. Birêz Ocalan ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bike di nava çar dîwaran de jî dixebite. Lê belê dixwazin civakê bê parastin bihêlin û demokrasiyê ji holê rabikin. Tecrîta li Îmraliyê li ser  hemû civakê tê meşandin.”   Em, di dawiya axaftina xwe de got ku operasyonên qirkirinên siyasî ku di demên dawiyê de tên kirin li dijî 9’ê Cotmehê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşerojeke demokrasî gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê li berxwe didin. Banga min ji hemû kesên bi wîcdan û berpirsiyar ew e ku werin em bi hev re ji bo demokrasî û azadiyê tecrîdê bişkînin. Tecrîdê bişkînin û dengê azadiyê bigihînin gel.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. Girse piştre derbasî eywana konferansê bû û derbarê 9’ê Cotmehê de sînevîzyona hat temaşekirin. Bername bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.