ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Şakranê ya Tîpa Te û ya Jinan gardiyanan bi ser qawîşan de girt û xwestine ku girtiyên edlî li qawîşên girtiyên siyasî bicih bikin. Hat zanîn ku jinên girtî yên li dijî wê sepanê derketine, xistine depoyek bêlembe.
Gardiyanan şeva 7’ê cotmehê bi ser qawîşên girtiyên siyasî yên Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Tîpa T û ya Jinan de girtin e. Gardiyanan ji girtiyan re got ‘ferman ji jor hatiye” û xwestine girtiyên edlî li qawîşên girtiyên siyasî bicih bikin.
DEST DANÎNE SER KELÛPELÊN GIRTIYAN
Girtiyan bi riya telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirin ku zext û êrişên li ser wan zêde bûne. Girtiyan destnîşan kir ku gardiyanan dest danîne ser materyalên wan, amûrkên wan muzîkê û ew jî li dijî tundiya gardiyanan derketine.
JINÊN GIRTÎ XISTINE DEPOYÊ
Li Girtîgeha Jinan jî sepanek bi heman rengî pêk hat. Jin li dijî zextên gardiyanan derketin. Hat zanîn ku jinên nerazîbûn nîşan dane, wan xistine cihek mîna depoyê ku bêlembe ye.
MALBAT BI FIKR IN
Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew ji ber wan êriş û zextên li zarokên wan tên kirin bi fikar in û ew dixwazin derbarê qewimandinên li girtîgehê agahî bigirin û banga hestiyariyê li rayedar û raya giştî kirin.