Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin

  • rojane
  • 09:53 8 Cotmeh 2021
  • |
img

KOBANÊ - Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen ku gava Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû pêwendî pê re daniye, anî ziman ku tiştên ku Ocalan berî 23 salan gotibûn niha yeko yeko pêk tên. 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin. Di ser vê komployê re 23 sal derbas bûn. Piştî Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin bi destê dewletên di nav NATO'yê de û rêxistinên îstixbaratê di 15'ê sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ji wê çaxê heya niha di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de ye û bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. 
 
Komploya ku armanca wê tasfiyekirine Ocalan û tevgera wî PKK'ê bû, bi piranî hatiye pûçkirin. 
 
Li Sûriyeya ku gava ewil a komployê lê hat avêtin, niha fikir û ramanên Ocalan bûne îlhama avakirina jiyaneke nû. Gelên ku bi pêşengtiya kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke xweser ava kirin, vê pergalê bi perspektîfa Ocalan bi ruh û can kirine û niha ev feraseta rêveberiyê ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak. 
 
Kesên di avakirina vê pergalê de pêşengtî kirin jî kesên ku Ocalan li Sûriyeyê pêwendî bi wan re danîbûn. Yek ji van kesan jî Îsmet Şêx Hesen e. Hesen, niha li Kobanê Fermandarê Meclîsa Eskerî ye. Hesen, yek ji wan kesan e ku Ocalan gava li Sûriyeyê bû, pêwendî pê re daniye. 
 
Hesen, ji bo bandora Ocalan ku li Sûriyeyê kiriye got: "Bandora wî niha bi ruh û can dibe." 
 
SEDEMÊN HATINA OCALAN
 
Hesen, diyar kir ku gava Ocalan hatiye Sûriyeyê gelek kesan meraq kiriye û gotiye: "Çima ne Ewropa, lê Rojava (Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê)." Hesen, bilêv kir ku Ocalan ewilî hatiye Kobanê û sedemine hatina wî ya vira hene. Hesen destnîşan kir ku yek ji van sedemên hatina wî ya Kobanê jî, ew bû ku Kobanê tevî hemû polîtîkayan jî xwezabûna xwe parastibû. Hesen, anî ziman ku sedemeke din jî Ocalan xwestiye biçe cihekî ku nîqaşên derbarê krîz û şer lê pir tên nîqaşkirin. 
 
Hesen ku got "Ocalan wekî hin kesan di nav lepên Tirkiyeyê de neheliya" diyar kir ku kesên wê çaxê bi Ocalan re hatine hem di warê şer hem di warê polîtîk de bûne xwedî azmûneke mezin. 
 
'DARA TÎ, AV DA'
 
Hesen, îşaret bi fikirên Ocalan ên wê demê kir û got: "Wî jî dizanibû dê gelê Kobanê bide dû wî. Tovek reşand. Ciwanên rewşenbîr û pêşverû yên wê demê daxilî nav refan bûn. Wê çaxê Kobanê jî dareke tî bû. Wê darê cihoka xwe dît. Gava Serok (Ocalan) hat vir, karê wî yê ewil ev bû; vî gelî rake ser pêyan û gav bi gav bihûne. Tiştên ku wê çaxê ji me re gotin û hînî me kirin, hê nû nû em wan fêm dikin. Behsa siyaseta cîhanê, rewşa Sovyetê û têkiliyên wê dikir. Hin jê henekên xwe dikirin, lê hemû jî rast derketin. Wê çaxê Serok baş fêm kirin. Gava ewil Kobanê bû. Paşê jî qada Filîstînê bû." 
 
TESPÎTÊN WÎ YÊN DERBARÊ ROJAVA DE
 
Hesen, bilêv kir ku Ocalan yeko yeko pêwendî bi gel re daniye û wiha pêde çû: "Wê çaxê digot 'Em karê xwe li ser pişta şêr bi rê ve dibin. Divê em karên xwe bikin û yekîtiya xwe çêbikin. Divê em xwe xurt bikin. Em ê bi vî awayî karibin destkeftiyên xwe biparêzin.' Behsa Şêx Seîd û Qazî Mihemed dikir û digot, 'Divê em zarok û ciwanan perwerde bikin. Divê em ji bo şer amade bin, di malên xwe de, di baxçeyên xwe de stareyan çêbikin. Dibe ku niha sekan û sakîn be, lê dê sibê ne wisa be.'" 
 
Hesen, destnîşan kir ku niha bi êrişên Tirkiyeyê re nirxadinên Ocalan bêtir fêm dikin û got: "Wî digot çi me digot 'temam'. Lê gava em radibûn diçûn, me ji bîr dikir. Tiştên wî gotin niha yeko yeko pêk tên. Digot, 'Roj bê hûn ê bitengijin. Dê dijmin dora we bigire. Dê dostên we jî pir kêm bin. Hûn çi qasî bixebitin û bikin, dê dostên we jî ew qasî zêde bibin. Kes kurdê mirî nas nake. Kurdên zînde tên naskirin.' Niha Tirkiye û rayedarên Tirkiyeyê dibêjin çi, dibêjin 'kurdên mirî dostên me ne.'" 
 
'DÊ SÛRIYE WISA NEMÎNE'
 
Hesen, da zanîn ku Ocalan wê çaxê ji bo Sûriyeyê jî gelek tişt gotine. Hesen, bilêv kir ku Ocalan ragihandiye dê temenê Sûriyeyê ne dirêj be û gotiye: "Bertîl û xespkirin, tiştên tên serê kurdan û kêmneteweyên din, têkiliyên îstixbarata qirêj ne ji bo mirovahiyê ne. Mirov tên revandin û zindankirin. Tên îşkencekirin û kes nizane bê ka li ku derê ne. Dê ev pêkanîn bikin ku gel bipeqe û rabe ser pêyan. Çawa ev tişt li Tirkiyeyê çêdibin, dê li vir jî çêbibin. Hafiz Esad niha vê yekê bide sekinandin jî, lê dê roj bê Sûriye wisa nemîne. Demokrasî, heq û hiqûq divê."
 
Hesen, destnîşan kir ku ev gotinên Ocalan niha yeko yeko rast derketine.
 
PÊŞÎ KOBANÊ
 
Hesen, destnîşan kir ku beriya hatina Ocalan rewşa Kobanê pir cuda bûye û hişmendiya nasnameyê tune bûye, lê bi hatina Ocalan re haydarî çêbûye. Hesen got: "Me cîhanê nas nedikir. Em mirî bûn û fetisîbûn. Kesî nizanibû kurd kî ne û çi ne. Partiya El û Azadî jî di nav de kesî Kurdistanê nas nedikir. Wî bi me da naskirin. Wî ji me re got, heq û hiqûqa we tune ye. Kar û barê partiyan tenê ew bû li malan kom bibin û xwarinê bixwin. Lê gava Ocalan hat, gel hêdî hêdî xwe nas kir. Ên din jî girêdayî malbata Barzanî bûn. Bêyî wan nikaribûn xwe tev bidin. Gava li hev nekirina, 4 kes radibûn destûr ji rejîmê digirtin û partî ava dikirin. Bi vî awayî bi dehan partî hatin avakirin. Nav heye, lê emel tune ye. Ê ku gel hişyar kir Serok bû." 
 
'AZADIYA PERÇEYÊ MEZIN'
 
Hesen, destnîşan kir ku Ocalan tim bal dikişand ser azadiya erdnîgariya kurdan û axaftina xwe wiha domand: "Serok, digot 'Heger Bakurê Kurdistanê azad nebe, dê perçeyên din jî azad nebin.' Ev gotin, hê jî derbasdar e. Me li vira qadên xwe diyar kirin û hêza xwe çêkir. Lê niha em bi zor û zehmetiyên Tirkiyeyê re rû bi rû ne. Tirkiye hewl dide pergala me ya li ser asasê paradîgmaya neteweya demokratîk asteng bike. Ne ji Tirkiyeyê bûna, niha ev pergal dê bi awayekî pir cuda bûna. Ev jî wê gotinê piştrast dike. Heya perçeyê herî mezin azad nebe, azadî ne pêkan e. Niha li Başûr jî pergalek heye, lê bêyî Tirkiyeyê nikarin gavekê jî bavêjin." 
 
GUHERÎN
 
Hesen ku got "Di serî de Rojava û bi giştî hemû kurd, êdî ne kurdên berê ne", diyar kir ku îro ro kurd serok û pêşengên xwe bêtir nas dikin. Hesen, destnîşan kir ku ji ber vê rastiyê, niha li Îmraliyê tecrîd heye. 
 
Hesen, bangawaziya Ocalan a ji bo Kobanê jî bibîr xist û got: "Kobanê, bi seferberiya Serok li ser pêyan ma. Gava bang kir, 4 perçeyên Kurdistanê rabû ser pêya. Lewma tecrîda li ser wî girantir dikin." 
 
KOMPLO DIDOME
 
Hesen, destnîşan kir ku komploya 9'ê Cotmehê hê jî bi temamî nehatiye pûçkirin û niha bi êrişên li hemberî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didome. Hesen, anî ziman ku dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî perçeyeke komployê ye û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: "Her wiha êrişên PDK'ê yên li ser Şengalê jî. Ev hemû girêdayî hev in. 9'ê Cotmehê rojeke reş e. Ne tenê ji bo 4 perçeyên Kurdistanê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn wisa ye. Lewma gel dibêjin 'Rêber tenê ne rêberê kurdan, rêberê hemû gelên bindest e.'" 
 
MA / Nazim Daştan   

Sernavên din

09/10/2021
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin