Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin 2021-10-08 09:53:02 KOBANÊ - Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen ku gava Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû pêwendî pê re daniye, anî ziman ku tiştên ku Ocalan berî 23 salan gotibûn niha yeko yeko pêk tên.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin. Di ser vê komployê re 23 sal derbas bûn. Piştî Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin bi destê dewletên di nav NATO'yê de û rêxistinên îstixbaratê di 15'ê sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ji wê çaxê heya niha di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de ye û bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin.    Komploya ku armanca wê tasfiyekirine Ocalan û tevgera wî PKK'ê bû, bi piranî hatiye pûçkirin.    Li Sûriyeya ku gava ewil a komployê lê hat avêtin, niha fikir û ramanên Ocalan bûne îlhama avakirina jiyaneke nû. Gelên ku bi pêşengtiya kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke xweser ava kirin, vê pergalê bi perspektîfa Ocalan bi ruh û can kirine û niha ev feraseta rêveberiyê ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak.    Kesên di avakirina vê pergalê de pêşengtî kirin jî kesên ku Ocalan li Sûriyeyê pêwendî bi wan re danîbûn. Yek ji van kesan jî Îsmet Şêx Hesen e. Hesen, niha li Kobanê Fermandarê Meclîsa Eskerî ye. Hesen, yek ji wan kesan e ku Ocalan gava li Sûriyeyê bû, pêwendî pê re daniye.    Hesen, ji bo bandora Ocalan ku li Sûriyeyê kiriye got: "Bandora wî niha bi ruh û can dibe."    SEDEMÊN HATINA OCALAN   Hesen, diyar kir ku gava Ocalan hatiye Sûriyeyê gelek kesan meraq kiriye û gotiye: "Çima ne Ewropa, lê Rojava (Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê)." Hesen, bilêv kir ku Ocalan ewilî hatiye Kobanê û sedemine hatina wî ya vira hene. Hesen destnîşan kir ku yek ji van sedemên hatina wî ya Kobanê jî, ew bû ku Kobanê tevî hemû polîtîkayan jî xwezabûna xwe parastibû. Hesen, anî ziman ku sedemeke din jî Ocalan xwestiye biçe cihekî ku nîqaşên derbarê krîz û şer lê pir tên nîqaşkirin.    Hesen ku got "Ocalan wekî hin kesan di nav lepên Tirkiyeyê de neheliya" diyar kir ku kesên wê çaxê bi Ocalan re hatine hem di warê şer hem di warê polîtîk de bûne xwedî azmûneke mezin.    'DARA TÎ, AV DA'   Hesen, îşaret bi fikirên Ocalan ên wê demê kir û got: "Wî jî dizanibû dê gelê Kobanê bide dû wî. Tovek reşand. Ciwanên rewşenbîr û pêşverû yên wê demê daxilî nav refan bûn. Wê çaxê Kobanê jî dareke tî bû. Wê darê cihoka xwe dît. Gava Serok (Ocalan) hat vir, karê wî yê ewil ev bû; vî gelî rake ser pêyan û gav bi gav bihûne. Tiştên ku wê çaxê ji me re gotin û hînî me kirin, hê nû nû em wan fêm dikin. Behsa siyaseta cîhanê, rewşa Sovyetê û têkiliyên wê dikir. Hin jê henekên xwe dikirin, lê hemû jî rast derketin. Wê çaxê Serok baş fêm kirin. Gava ewil Kobanê bû. Paşê jî qada Filîstînê bû."    TESPÎTÊN WÎ YÊN DERBARÊ ROJAVA DE   Hesen, bilêv kir ku Ocalan yeko yeko pêwendî bi gel re daniye û wiha pêde çû: "Wê çaxê digot 'Em karê xwe li ser pişta şêr bi rê ve dibin. Divê em karên xwe bikin û yekîtiya xwe çêbikin. Divê em xwe xurt bikin. Em ê bi vî awayî karibin destkeftiyên xwe biparêzin.' Behsa Şêx Seîd û Qazî Mihemed dikir û digot, 'Divê em zarok û ciwanan perwerde bikin. Divê em ji bo şer amade bin, di malên xwe de, di baxçeyên xwe de stareyan çêbikin. Dibe ku niha sekan û sakîn be, lê dê sibê ne wisa be.'"    Hesen, destnîşan kir ku niha bi êrişên Tirkiyeyê re nirxadinên Ocalan bêtir fêm dikin û got: "Wî digot çi me digot 'temam'. Lê gava em radibûn diçûn, me ji bîr dikir. Tiştên wî gotin niha yeko yeko pêk tên. Digot, 'Roj bê hûn ê bitengijin. Dê dijmin dora we bigire. Dê dostên we jî pir kêm bin. Hûn çi qasî bixebitin û bikin, dê dostên we jî ew qasî zêde bibin. Kes kurdê mirî nas nake. Kurdên zînde tên naskirin.' Niha Tirkiye û rayedarên Tirkiyeyê dibêjin çi, dibêjin 'kurdên mirî dostên me ne.'"    'DÊ SÛRIYE WISA NEMÎNE'   Hesen, da zanîn ku Ocalan wê çaxê ji bo Sûriyeyê jî gelek tişt gotine. Hesen, bilêv kir ku Ocalan ragihandiye dê temenê Sûriyeyê ne dirêj be û gotiye: "Bertîl û xespkirin, tiştên tên serê kurdan û kêmneteweyên din, têkiliyên îstixbarata qirêj ne ji bo mirovahiyê ne. Mirov tên revandin û zindankirin. Tên îşkencekirin û kes nizane bê ka li ku derê ne. Dê ev pêkanîn bikin ku gel bipeqe û rabe ser pêyan. Çawa ev tişt li Tirkiyeyê çêdibin, dê li vir jî çêbibin. Hafiz Esad niha vê yekê bide sekinandin jî, lê dê roj bê Sûriye wisa nemîne. Demokrasî, heq û hiqûq divê."   Hesen, destnîşan kir ku ev gotinên Ocalan niha yeko yeko rast derketine.   PÊŞÎ KOBANÊ   Hesen, destnîşan kir ku beriya hatina Ocalan rewşa Kobanê pir cuda bûye û hişmendiya nasnameyê tune bûye, lê bi hatina Ocalan re haydarî çêbûye. Hesen got: "Me cîhanê nas nedikir. Em mirî bûn û fetisîbûn. Kesî nizanibû kurd kî ne û çi ne. Partiya El û Azadî jî di nav de kesî Kurdistanê nas nedikir. Wî bi me da naskirin. Wî ji me re got, heq û hiqûqa we tune ye. Kar û barê partiyan tenê ew bû li malan kom bibin û xwarinê bixwin. Lê gava Ocalan hat, gel hêdî hêdî xwe nas kir. Ên din jî girêdayî malbata Barzanî bûn. Bêyî wan nikaribûn xwe tev bidin. Gava li hev nekirina, 4 kes radibûn destûr ji rejîmê digirtin û partî ava dikirin. Bi vî awayî bi dehan partî hatin avakirin. Nav heye, lê emel tune ye. Ê ku gel hişyar kir Serok bû."    'AZADIYA PERÇEYÊ MEZIN'   Hesen, destnîşan kir ku Ocalan tim bal dikişand ser azadiya erdnîgariya kurdan û axaftina xwe wiha domand: "Serok, digot 'Heger Bakurê Kurdistanê azad nebe, dê perçeyên din jî azad nebin.' Ev gotin, hê jî derbasdar e. Me li vira qadên xwe diyar kirin û hêza xwe çêkir. Lê niha em bi zor û zehmetiyên Tirkiyeyê re rû bi rû ne. Tirkiye hewl dide pergala me ya li ser asasê paradîgmaya neteweya demokratîk asteng bike. Ne ji Tirkiyeyê bûna, niha ev pergal dê bi awayekî pir cuda bûna. Ev jî wê gotinê piştrast dike. Heya perçeyê herî mezin azad nebe, azadî ne pêkan e. Niha li Başûr jî pergalek heye, lê bêyî Tirkiyeyê nikarin gavekê jî bavêjin."    GUHERÎN   Hesen ku got "Di serî de Rojava û bi giştî hemû kurd, êdî ne kurdên berê ne", diyar kir ku îro ro kurd serok û pêşengên xwe bêtir nas dikin. Hesen, destnîşan kir ku ji ber vê rastiyê, niha li Îmraliyê tecrîd heye.    Hesen, bangawaziya Ocalan a ji bo Kobanê jî bibîr xist û got: "Kobanê, bi seferberiya Serok li ser pêyan ma. Gava bang kir, 4 perçeyên Kurdistanê rabû ser pêya. Lewma tecrîda li ser wî girantir dikin."    KOMPLO DIDOME   Hesen, destnîşan kir ku komploya 9'ê Cotmehê hê jî bi temamî nehatiye pûçkirin û niha bi êrişên li hemberî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didome. Hesen, anî ziman ku dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî perçeyeke komployê ye û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: "Her wiha êrişên PDK'ê yên li ser Şengalê jî. Ev hemû girêdayî hev in. 9'ê Cotmehê rojeke reş e. Ne tenê ji bo 4 perçeyên Kurdistanê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn wisa ye. Lewma gel dibêjin 'Rêber tenê ne rêberê kurdan, rêberê hemû gelên bindest e.'"    MA / Nazim Daştan