AMED - Li herêma bakurê rojhilatê navçeya Licê, di saetên serê sibê de, operasyona eskerî dest pê kir.
Li gundên Heşdere, Pêçar û Zengesor ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê, di saetên serê sibê de, operasyona eskerî bi piştgiriya helîkopter û balafirên şer dest pê kir. Helîkopteran, di çarçoveya operasyonê de, gelek yekîneyên eskerî danîn çiyayên bilind ên herêmê.
Hat diyarkirin ku li herêmê, liv û tevgera Balafirên Bêmirov (ÎHA) û Balafirên Bêmirov ên bi Çek (SÎHA) dewam dike. Hat destnîşan kirin ku dibe ku çarçoveya operasyonê were berfireh kirin.